Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 19 peyam
şeva berî roja ezmûnê - tirşik
şeva berî roja ezmûnê

Navê mijarê ya ewil ev bû:şeva berî roja ezmunê
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Şeveke ji hezar salê ku têde ev şev tune bi xêrtire
Şeveke gelekî bikiswet(muqedes li herêma stewra mêrdîn em awha dibêjin) e
Di vê şevêde car caran heta kû 50 gb zanyarî jî dibe ku were ji ber kirin
Ne ji vê şevê buna ez bawerim hemû xwendevan dê di polê de bimana



11.01.2020 13:29 | tîrêj zana 21

2. Şeva ku weke gelekan, ez jî dest bi xebata ezmûnê dikim gelek caran.



11.01.2020 20:15 | gumgumok

3. gelek cara ev şev bi vê peyvê xilas dibe: "ez ê sibê zû rabim û bixebitim." *



11.01.2020 22:16 | xwelî li ser

4. dema ku diçim lîsansê illeh em sê heval li mala mi dihatin cem hev da ku em li ser ezmûna xwe ya a din î rê bişixulin. me pirr hej hev dikir vêca ji dêwla ezmûnê hetanî du-sê sibehê me ji xwe re li bin gûhê galgalan dixist li ber poaça û çend lître şîr. vêca sibehê em radibûn di otobisên qelabalix de em li ser niga li ser ezmûna dişixulîn.



12.01.2020 00:07 | yusiv hemed

5. Min bixwe ne jiyaye lê dibêjin wek penceşêr ê ye

(bnr: xwengeha jiyanê)



01.07.2022 22:00 | evcebarê pirê

6. Şevên (belê pir in) wilo li ba min dibin 2 beş:
Beşek ji wan nahêlin ku ji binî de razêm ji loma heta sibeha ezmûnê xwe li ser xwendinê qop dikim.
Beşa din ji a pêşî xirabtir e ji ber ku li van şevan ez dibêjim ez ê razêm da ku bêxewî nekevim exmûnê lê bêxwedîka mejîyê min heta sibehê dixebite, tiştê ku min ji ber kirîye dubara dike. Nahêlî ez Xewek xweş bikim. Ji loma gava ji xew radibim serê min dibe nepoxek.
Lê talîya her du şevan jî piştî ku ez ji ezmûnê derdikevim dibim wek mirîyan, enerjiya min namîne.
Axorê hevalno, xwendin zehmet e û Xwedê alî xwendekaran bike...



02.07.2022 21:46 | pîroz

7. Ji bona min hê pirsgirekek mezin e şevên berî ezmûnan. Ji bona raketinê çend caran dermanên xewê jî kirîbûm. Bi piranî vexwarinên tiştên alkolî, bîra, araqî hinek aramiyê dide, stresê hindik dike û meriv di xew de diçe, lê ve carê sibê nikare rabe, rabû jî bi serêşî wekî zombî diçe û dikevî ezmûnê.



03.07.2022 01:34 | çomo

8. Bi kurtasî şev wiha dibore:

1-Xebitîn bo ezmûnê ( ez wê pirtûkê îşev 12 saetan de biqedînim her tişt diqede)
2-vestîn û pes kirin (off ne xema min e çi dibe bila bibe)
3-hesaba puan û hesaba nîvekiya puanan (ger ji fîzîkê 0 bigrim nîvekiya fîzîkê dibe 45 û pelika teqdîrê digrim)
4-razan yan jî heta sibê streskirin( ger pelika teqdîrê negrim û bavê min biqehere û di ezmûna yks da obpya min hindik be û herim li qersê bijişkî bixwînim hwd. )


Nîşe: şevek wiha îsal jiyam, ji fîzîkê 25 girtim û elimîm ku ti tişt jî nabe min pelika teqdîr, şanazî û serkeftina raser girt.

Here lînkê
Here lînkê



03.07.2022 14:57 ~15:04 | xemakê

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» şeva kitikkujê
» berî ez bimirim
» roja gotinên pêşiyan
» ezmûnên vîzeyê

Kategoriyên mijarê:: komikpekenok komik komikpekenok komik komikpekenok komik kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî