Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
target fixation - tirşik
target fixation
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Di rêveçuyînekê de geh bi erebê geh bi duçerxeyê, çavê mirovê dema bikeve tiştekê mirov bêhemdê xwe wesayîta ku bikartîne ber bi wê derê ve rêve dibe. Ew hedefa ku mirov ditirse lêxe dema mirov binêre wî hedefê mirov wî hedefê ve kîlît dibe.

Ev bûyer di zaroktîya min de dema duçerxe ajotinê de dihat serê min dema min diajot çavê min biketa tiştekê kevir, erebe hwd û ez tirsiyabam ku lêxim gelek caran çavên min ziq wê tiştê ve dihat asê û min lêdida wî tiştê.



11.01.2020 13:55 | azad30

2. kehaneta ku xwe pêk tîne/116118

fenomeneke dîqatê ye (wek mijareka psîkolojîyê) ku dihêle rîska rûbûrû mayîna ew tişta mirov jê direve, zêde dike. wateya xwe herî zêde di ajotina duçerxe û motoran de dibîne.
dema mirov bi duçerxe an jî motorekê diçe û li pêşîya xwe rîska lêxistina tiştekî dibîne, eger mirov zêde li wê derê binêre, refleksên mirovî wî ber bi wê derê ve dikişîne û îhtîmala qezayê zêdetir dike.

ji bo ku mirov ji vê xefkê xelas bibe, divê şûna ew dera ku mirov ji lêxistina wê ditirse, li dera ku dixwaze here, binêre. yanî hûn bixwazin ber bi ku ve biçin, divê çavê we li wir be.

li gorî min belkî sedema vê yekê ev be: dema ew tirsa lêxistinê bi mirov re peyda dibe, êdî bêhemdê xwe mirov bedena xwe ji bo wê dema/çirkeya lêxistinê amade dike. li gorî wê pozîsyon digire, dîreksîyonê dişidîne û nahêle motor/durçerxe manewra bike. û ji ber ku çavên mirovî li wê hedefê ye, ji bo revê encax kêlekên wê hedefê ji xwe re dike armanc. wê demê, şûna ku bi hêsanî jê bifilite û jê dûr here, encax belkî bikare tam ji kêleka hedefê re derbas bibe. an na, jixwe lê dide.

di youtubeê de gelek vîdeo hene di derbarê de.



12.01.2020 11:43 ~11:43 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» target fixation

Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî