1. veniştina ajalan, pezê xwe li guhera gund mexelandîye. |
|
12.01.2020 19:47 |
xendekî
|
2. Em wek 'mexel hatin' bikar tînin. |
|
12.01.2020 22:56 |
nestêle
|
3. Ji bo şûna kerî dihese re dibêjin mexel. Di mêrgê deve û ker Diçêrîyan ser bi ser Goštê wan tev bûye bez Ne sewal û nejî pez Mexel bûne ber li hev Bi ser wan hatî shev Devê go: tira mi tê Kerê go: zira mi tê Dibî zû gote kerê Pir nêzîkî meye rê Dibî hebin rêbiwar Wê me bajon bin bar Ez ne xurtim wek cara Pisht kul bûye ji bara Tijî wek min bike tir Nebî, bikî zire-zir Lê ew kerê têr giya Sivik rabû ser piya Heta jê hat kire zir Ew çol ji deng tije kir Kerwanek diçû di rê Çawa hat dengê kerê Yekî ji nava kerwan Barê kerê wî giran Go: wa, dengê kerê tê Vaye li vê derê tê Du kes derketin ji rê Berê xwe dan cem kerê Çawa gihane mêrgê Dîn ko ker û deve lê Ew herdû dane ber xwe Li wan kirin barê xwe Xuyaye ker nezan bû Barê wî pir giran bû Xwe avête ser qadê Nema diçim bi xwedê Çiqas lê dan wan bi dar Kerê xwe kir wek mirar Barê wî jî dan devê Ma wê çibkî wê shevê Demek dîjî raborî Bû firt-firta wî kerî Wê shevê û wê revê Ew jî danîn ser devê Rewsha deve bû nexwesh Bû zirzira kerê resh Devê jêre gazi kir Go: te ya xwe bi min kir Heta lota mijî bê Tê bibênî wê çi bê Šev çû li wan bûye roj Newaleke weke doj Teng û kûr û pir zirav Jêrê wê jî tijî av Deve bakire kerê Xwesh binêre vê derê ! Go: wey malik mîratî Ma wiloye biratî Lê deveyê hêc û har Lotek da xwe hate xwar Kerê resh û tevlî bêr Teqlo-meqlo çûnw jêr Deve go: xwe bigre bash Gelek serjêre ev kash Lê kerê resh çû û çû ; Heta perçe-perçe bû Raste bostek nezanî Dibî gazek xezanî Ew hevalê bê mijî Tejî bi xwer dikujî Dema ko zira wî tê Derdikevî jî xetê Ewî kerê bîrnebir Barê devê giran kir Li ser pishta wî bû bar Pashê çilo hete xwar Ew hevalê pir xiniz Pashê dibî qelawiz Ew xwe dixî bin bara Dibî kerê neyara Emanet û sed zinhar Ji pîsa re mebe yar Bi çewtî jî bilîzî Dengê te nabihîzî Bê shêwir û bê biryar Weke zanî, dikî kar Ne hish heye, ne mijî Tejî bi xwer dikujî Ey hevalên partîzan Win guh medin ê nezan ! Wî tim ji xwe bikin dûr Bere herî cihên kûr Tilya te bû penceshêr Sher zêde bû, nema xêr Zû bibire tilya kul Da nexweshî neghe dil Yek nexweshî bikêshi Bere partî neyêshi Zîyan dikî wî xortî Paqij dimênî partî Dema partî diçî pêsh Dijmin hawîr weke mêsh Sivik xwe dighênî nav Shêlû dikî li me av Xwe di kar de nakî sist Lê tim dikî kurdepist Êrîsh dikî heçî bash Dako xwesh negerî ash Kadir divê shiyar bin Li her kesî guhdar bin Tim rê ji ber wan bigrin Ta bi jehra xwe bimrin Tirsê dixin dilê we Da pir bikin kulê we Hina ji me dikin diz, Hina dikin qelawiz Devê wan tev qerêjin Pir derewan dibêjin Dibê: min wilo bihîst Ne carekê, sed û bîst Lê guh medê tev derew Ê dibêjî, tenê ew Ew radibî weke shêr Belav dikî li bajêr Da hin dîjî bibêjin Lê em jî, wer ne gêjin Mij tê çiyayên mezin Tajî ji kêr dibezin ? Me ser ne xistîye xew Em nebûne çêlekew Bere bikin gije-gij Çiya natirsin ji mij Kerwan diçî rê û rê Dengê çiye li pey tê ? Ev rê raste em dirin Em ji vê rê nagerin Nema divên pashatî Bere bimrî qat-qatî ! Em kurd hemî birane Barê me pir girane Pishta di bin de xûz Lê em nakin kûze-kûz Divê em hilgirin bar Çiqas riya me dijwar Ko xwîn nerjê weke av Kî dikarî bighê maf ? Ev derê serxwebûnê Tev sor bûye ji xwînê Bi van zendên birîndar Divê ko hilgirin bar Destên bi xwîn neqshkirî Ew vedikin vî derî Ji borcewazên kurd hin Bûne sazmanê dijmin Divên me derxin ji rê Da xwesh bikin shûn tirê Xwe difrojin bi pera Nema didin pey kera Kerê reshe bi zir-zir Ji ser devê ket û mir. Ey gernasên xebatê Pir bikin kêferatê Êrîsh bikin qelawiz Zû rê bigrin li ber diz Lê sazmanê borcewaz, Gelek jîr û gelek saz Li washenton dikelin Lê zanibe ne delin Tev rovî ne çekurxwer Ew xwe li me nakin der Peran didin kerên me Dikin bela serê me Bi gotinên pir qelew Hawîr dikin lewe-lew Da tirsonek birevin Pashê li wan bicivin Xwe dikin miletoerwer Da karibin bikin sher Sherê heçî pêshketî Çi serxetî, binxetî Dijmin nabî dostê me Divê bixwî postê me Kurdên Sûrî û Îran Bê xwendin û bê ziman Lê wê arî kê bikin ? Kurdistanê çêbikin Ey qilawizên pir jîr ! Wen binêrin li Cizîr Tijî kirin biyanî Ma qey tu jî nizanî ! Tifke riwên va pera Xwe mefrosh wek kera Pir dilxwazê te me ez Bere ji dest neçî rez Pir sherme dijmin bêjin : Kurd bicarek qerêjin ! Bê rêzan û bê rêber Wan dikirin weke ker Emê wan berdine hev Virde rev û wêde rev Ji bo qada xwe berdin Bere bêjin em kurdin Kurdên çi ? û merdên çi ? Hemî tazî û birçî ! Derdikewin ji welêt Derman nema li wan têt Diçin kar û xebatê Pir dikin kêferatê Da ko nanê xwe derxin Li pêsh çirav û erxin Kinc shil bûne ji avê Dûv ketîye çiravê Shêr li tevan daye lep Shikandine dev û gep Hawîr lêdan û zindan Hemî mane perîshan Pir bûne li wan sawîr Pîrhevokan wîre-wîr Dilê wan mishte li tirs Ji Ereb û Turk û Faris Rojî, li wan bûye shev Dil bi tirsin, dev ji hev Wek leshkerê shikestî Nema karî rawestî Eger nebî yek serdar Ma wê çibkin ev hejar ? Tim li pêshe mêrê bash Ew xwe carek nadî pash Leshker li wî dibin kom Êrîsh dibin Firs û Rom Heval, mebin mêresil ! Bebî tirsê bixin dil ! Heçî tirsê bibênî Wê, çawa dest hilênî Dema zira kerê çu Deve nema bidî dû Guh medin lîzên neyar Çav vekirî, tim shiyar Bi kêferat û zanîn |
|
12.01.2020 23:26 |
cinorek
|
4. (bnr: mexilandin) |
|
13.01.2020 22:53 |
gumgumok
|
5. (bnr: ji lêgerînê bawerkirin) |
|
13.01.2020 22:55 |
gumgumok
|
qijika reş [1] |
|
qijika reş [2] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2] |
|
xemakê [2] |