Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


20 mijar û 23 peyam
nûdem hezex - tirşik
nûdem hezex
(5) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. nivîskarekî kurd e. derhaqê camêr de zêde agahîyên min tune ye lê li gorî pirtûkakurdîyê pênç pirtûkên camêr hene ku di malperê de tên firotan.
(bnr: xizêmok), (bnr: lîlîstan), (bnr: mahzer), (bnr: belalûk) û (bnr: bîr)


îroj li ser tweetê gotiye; ''eger bîr bi tirkî hatibûya nivîsîn wê ji pêşbazîyên tirkî bi rehetî xelat bi dest bixista û wê gelek deng jî bida. min tercîhek kir. qada edebîyata û çapemenîyê kurdî dilê min sar kiribe û moral-motîvasyona min li erdê xistibe jî dîsa ez ê bi kurdî binivîsim û dinivîsim.''

lê pirtûka camêr di Xelata Wêjeyê ya Ehmedê Xanî ya 2018an de di cureya romanê de bû yekemîn. yanê lijneyeke edebiyata kurdî ev pirtûk wek baştirîn pirtûka salê bijartiye.
hîn çi dixwaze tênegêhiştim. bi romana xwe minneta çi ji kê dike? ji bo ku ne bi tirkî bes bi kurdî nivisîye divê her kurdek wî di ser pişta xwe de bigerîne? hemî nûçegihan, rexnegir, weşangêr, romanûs bîlîmûm hemî kurdînûs û kurdîemel di heftîyê de deh roj wesf û pesnên romana wî bidin? bi rastî min fêm nekir ev forta çi ye?
wextekî firat cewerî jî digot min bo vî gelî niza çi quzê kerê kiriye lê pirtûkxaneya mala min ji pirtûkxaneya vî bajarî mezintir e, ê? yanê çi? ger hûn bi barê hezar keran jî tiştinan binivîsin jî ev zîhniyeta we ya kirêt dê rê li ber egoya we ya ku tatmînnebûyî tatmîn neke.

min pirtûka camêr nexwendiye loma nikarim derbarê romanê de rexneyan lê bînim lê bi qasî dizanim camêr ji şefeqê heya nîvê şevê di ser sosyal medyayê de lotikan diavêje. çi îşê rewşenbîr, entelektuel, şair û nivîskaran li ser sosyal medyayê heye? ka bêjin kîja nivîskarê tirk ê serkeftî mîna ergenên lîseyê mejîyê xwe di ser sosyal medayayê de kizirandiye û ketiye li pey nîqaşên erzan, polemîkên genî û gûftûgoyên bêhnpêketî? te kîj wext xwend, te kîj wext lê sor bûy, te kîj wext ji şevan heya sibehan heşê xwe bi pêşdebirina mejî, fikr û ramanên xwe êşand û piştî vê pêvajoya giran kitêba xwe nivîsand?
ca li vê gotinê binêrin 'min tercihek kir' çepik çepik çepik!!!
hama hawara min bigihênin jûrîya xelata nobelê bila xelata nobelê ya 2018an ji Olga Tokarczukê bigirin û demildest bidin cenabî nûdem yan na bi şeref nûdem beg êdî nikaribe berhemên wisa serkeftî binivîse, çimkî zaten morala wî bozik e:(



14.01.2020 14:55 ~14:58 | ferhenga şikestî

2. li gorî min keseke/î ji xwe re bêje ez nivîskar im divê ev qas wextê xwe li ser twitterê, facebookê, instagramê bi polemîkan û daxwaza pesnê min bidin neke, lê berovajî vê em dibînin ku nivîskarê twitterê, nûdem hezex di rojekê de hema bêje di hemû tweetên xwe de îma dike ku kes danasîna wî nake, kes behsa pirtûkên wî nake, kes bi wî re hevpeyvînan nake, hwd. lîste dûv û dirêj e.
bi sedî sed tevlî gotinên (bnr: ferhanga şikestî) yên li jorê dibim. mineta xwe datîne li ser xwendevan û hemû kesên bi kurdî re mijûl dibin. heqqeten bes û pirr eyb e. tu ne ji bo me dinivîsî babê mino, hey çavê mino lewma minetê jî neke!
(bnr: mineta te li ber derî)

ev minet bila li cihekê be, li ser twitterê zimannas, stranbêj, sosyolog û her tişt e. rexneyên beredayî li ser gelek gotin û xebatên kesan dike. li gorî min (bnr: kompleksa xwekêmdîtinî) yanî (bnr: inferiority complex), (bnr: aşağılık kompleksi) ya wî heye. ger ev kompleks tune be çima mirovek rojê pênc dana hewl bide ku xwe îspat bike û tim û tim gazinda kes pesnê min nade, min tirkî binivîsîya niha ez li ser milan bûm filan. dema mirov li navê bloga wî dinêre fêm dike ku nivîskar çiqas xwedî egoyeke bilind e (bnr: nûdemist), xwezî şûna vê (bnr: nude-ist) bûya, yaa hewle wella *

pirtûka kurdî îstatîstîkên xwe yên pirtûkên 2019an de herî zêde hatin firotin parve kiribû, nivîskarê me jî di tweetekê ya xwe de wiha nivîsîye: "Li sala 2020an
Di nav Kitêbên helbestan de, kitêba herî zêde hatî nexwendin XİZÊMOK e.
Mala hemû xwendeyan ava."
Here lînkê
ev vireke mezin e;
1- meha yekem ya sala 2020an de çawa dibe ku pirtûka herî zêdê hatî firotin ya te be. belkî bi şaşî şûna 2019an gotibe 2020 lê ger bi şaşî jî gotibe vir e.
2- li gorî îstatîstîkên pirtûka helbestan ya herî zêde hatî firotin jixwe her sal ya (bnr: rênas jiyan) (bnr: janya) ye, wekî din di rêza yekem de jî pirtûka (bnr: selahattin demirtaş) (bnr: devran) heye.
nivîskarek çima vira bike?




werhasil nivîskareke vala ye, hebûn û tunebûna wî ne tiştekê li wêjeya kurdî zêde dike ne jî jê kêm dike. îca kîjan alî bivê bila ji wî alîyî ve bajoo.



05.02.2020 09:23 ~22:24 | lehî baranyan

3. Hinek kesan li wir gazin jê kirîne lê li qusîrê nenêrin Nûdem di gotinên xwe de mafdar e! Camêr ne zimanzan e lê ji gelek ''zamanzan''an baştir analîza zimanî dike. Karê wî nivîskarî ye û di karê xwe de jî serkeftî ye. Qelema wî ji yên wekî rênas jîyan û filan bêvanan gelekî xwirttir e. Zimanê nivîsa wî zimanekî zelal û tê fêmkirin e. Romana wî ya bi navê ''Bîr'' romanek serkeftî ye. Ger hûn gazinan ji yekê bikin pêşî herin afirandinên wî/wê bixwînin. We nexwendî ye û bi ser de hûn radibin rexneyan jî dikin. We nivîskarên beredayî kirî ye taca serê xwe lê mixabin we qîmeta yekî wekî Nûdem Hezex hê jî nezanî ye. Bi kurtasî Nûdem Hezex yekî têr û tije ye, qelema wî xwirt e, zimanzanîya wî jî gelek e. Wekî her cara kesên beredayî nekin taca seran û kesên wekî Nûdem Hezex xwirt di nav xwe de nehelînin! Ev wê bibe xeletîyek gelek mezin! Divê mirov li kesên wekî Nûdem Hezex xwedî derbikeve.



08.02.2020 22:28 | lîfikê firaxê

4. car caran li ser zimannasiyê gotinên wisa seyr û ecêb dike ku meriv şaş dibe û dipirse ka nivîskarê romana bîrê û xwediyê vê tweetê heman kes in, gelo?

Here lînkê:

di navbera "teşekkur dikim" û "spas dikim" de ti ferq nîne.
teşekkur ji erebî tê, spas jî ji rûsî bûrîye zimanê soranî û ji wir jî hatîye kurdî.
bi kurdî malavayî heye, ji spas dikim û teşekur dikim xweştir e.
ji xwe fedî nekin "xwebûn" tişteke baş e.
bibêjin; mala te ava
.



09.02.2020 03:18 ~03:19 | tizbîkêş

5. Gotina zimanzan nin e lê ji gelek zimanzanan baştir analîza zimanî dike gotineke populist e. Bandora sosyal medyayê ye. Çimkî zimannasî bixwe zanîsteke sosyal e. Wek zanîstên fennê rê û rêbaz û rêgez û pîvanên zanistên sosyal jî hene. Li hemî dinyayê di civatên pêşketî û gihayî de namûs û şerefa zanistîyê heye û derûdora akademîk a wan milet an netewan qedrê zanistîyê dizanin û hemî xebatên xwe li gorî rêzikên zanistîyê dikin lê mixabin dewletên di wek Tirkîyê de tu namûs û şerefa zanistî û îlmê nemaye. Kurd jî mixabin ji ber bandora tirkan meyldarî vê pergala jihevketî ne.
Li ser sosyal medyayê kes nikare bibe pisporê tiştekî ancax dikare bibe pisporê 'herbokolog' yanî pispor û zanayê 'ezhergûyîdizanim' lê mixabin tu her Gûyî nizanî. Ku tu zanibûya rewşa me ne ewqas kavil ba.

Ka ji min re nimûneyên serkeftî, baş û berî her tiştî zanistî yên xebateke vî camêrî bidin? Çend sal li ser zimên xebitîye? Çend gotar nivîsîne? Çend maqale nivîsîne? Çend Panel pêşkêş kirine? Çend ziman dizane? Etîmolojiya çend zimanan xitim kirine û xebatên xwe kirine kitêb? Eger bersiva te li ser van pirsan hebe û tu bi tenê nimûneyekê jî bidî min ezê lêborîna xwe bixwazim.

Meseleya spasê jî tezeke fantastîk e. Zimanê soranî Di warê bikaranînê de piştî şerê cîhanê yê yekemîn ket li pêşiya kurmancî. Berîya wê bi kurmancî gelek berhem hatibûn nivîsîn. Piştî ku li Tirkîyê Kirmancî qedexe bû kurmancî li paş a soranî ket. Min çima got? Çimkî mesela di berhemên Ahmedê Xanî de peyva spasê heye, her kî dibêje Spas ji soranî ketiye kurmancî nezanekî ji dera hanê ye. Ahmedê Xanî peyva spasê ji kîja berhema soranî wergirtiye? Bersiva camêr heye? Eger hebe bila aniha vê kêlîkê were û binivîse yan na heta hetayî hiş be!

Ne yek bi dehan helbestên rênas jîyan di devê xelkê de pelesenk bûne, Janya bixwe bûye berhemeke ikonik. Lê ji bo xwudê ca bêjin kîja helbesta nûdem beg di devê xelkê de ye? Çend helbestên serkeftî, ikonik nivîsîne?
Kes bila ji kîsê xelkê mêraniyê neke ger hebe delîla we werin binivîsin yan na ji avê erzantir tiştekî hebe ew jî devbelaşî ye.
Yê ku dibêje romana bîrê niza çi qasî serkeftî ye; ji kerema xwe bila krîtîk û analîza wê romanê bi pîvanên rexneya teknik û zanistî ya edebiyatê bike. Ez li bendê me. Hadî de kerem bikin?



09.02.2020 15:42 ~15:46 | ferhenga şikestî

6. nivîskarê ku bêhed pesna pirtûkên xwe dide.



09.04.2020 19:35 | roberz

7. nivîskarê ku ji xwarina tirşikê hez dike yan na nizanim lê ji malpera tirşikê zêde hez nake.* ji ber ku hinek şîrove û rexneyên tirş jê re hatiye kirin xeyidiye.

şûna xeyidandinê divê li vir an jî li ser platformek din bersiva van rexneyan bide lê camêr ji tirşik.netê eşkerekirina nasnameyên nivîskaran dixwaze.

û herwiha min pirtûkên wî nexwendine. ji bo nivîskariya wî û kalîteya pirtûkên wî nikarim tiştek bibêjim.



09.04.2020 20:38 | xelîl

8. kesayeta ku abdullah keskîn derbarê gotina wê ya tweetek balkêş nivîsandiye
" “De were vî kerî di vî kurtanî re derbas ke!”
Wek pisîkê ku pîsîtiya xwe vedişêre hertim nivîsa xwe jê dibe.
Gotin diçe nivîs dimîne!
"
girêndaka tweeta li ser twitterê ev e ; https://twitter.com/akeskinavesta/status/1247452947845468160
Here lînkê



09.04.2020 22:47 | brzn

9. Niviskarekî kurd e.
Li Gorî wî texmînên wî ji sedî sed rast e. Ka carina bêjê "bi pirranî", "ez dibêjim qey", "dibe ez şaş bim, lê".
Na, dibêje tesbîdên min bê qisûr in. Birao fikrên zanyariyê jî ne weke ên te ne.



09.04.2020 23:09 ~23:17 | giyanstêr

10. Ev zilam kî ye û bi çi ve mijûl e nizanim lê her rojeke xwedê, yek tê vir bela xwe lê didê, dilê xwe pê rehet dike û diçe.



10.04.2020 15:17 ~15:19 | xeyda

11. nivîskareke ku min derbarê pirtûkeke wî de pesinandinên xweş bihîstin. min tenê navê nivîskar dizanibû berê. piştî ku min li ser twitterê ew teqîb kir min dît ku her roj bi tiştine xav û nivîsine "vala" û hinek jî qaşo zimannasiyê qîmeta xwe kêm dike. A rast bibêjî ez gelek ber wî ketim, kitabeke xweş nivîsiye bi honakeke serkeftî lê tê li twitterê tiştine ne tu tişt dinivîse. Heyran ci hinekî devê xwe bigire û nebe pisporê her qadê lo. ez dewsa wî de bûma min ê ev qurredera twitterê bigirta heta çend biharine din. merivan ji xwe sar nekin wiha. niha gotinên wî nayên bîra min ku li ser ziman û nizam çi gotine, hewce jî nake ez careke din li gotinên wî yên di twitterê de binêrim. bes bila hinkî xwe ji tiştine malayanî bide alîkî.



10.04.2020 15:23 | serhednişîn

12. (bnr: qaşo)

kar û barê wî li twitterê qanûnên nû afirandin û belavkirin e. qey teqawid e. gotin û tespîtên wî ji çewtî, xeletî, şaşî dûr in. rexne heqê wî ye û hedê ne keseke din e ku rabe dijî gotinên wî rexneyan bikî. helbet ne hem rexne, yên erenî, yên piştevaniya wî dikin -ku kêm in- der vê rêzikê ne.

mîsal, gelek caran dibêje, kurmanc kurd in, lê soran ne kurd in. kurmancî kurdî ye lê soranî ne kurdî ye.

ayhh. ez çima li vir im.



10.04.2020 23:03 | biruya hayao miyazaki

13. xwedîyê helbesta ''otobûsa cizîrê'' ye. wexta ez wê helbestê dixwînim nizanim hema çavên min tije dibin...



14.04.2020 04:55 | soryazyus

14. Nivîskarê ku peyvên di sernavê helbestên xwe de bikar anîne kiriye malê xwe.* Li gorî wî ji bo ku tu van Peyvan biemilînî pêşî divê tu wî li twîtterê bişopînî.*


Here lînkê



15.04.2020 15:11 | xelîl

15. Nîv sokrateseke*
Here lînkê



15.04.2020 16:03 | f

16. Nivîskarê ku bi nîqaş û tawanbarkirinan dixwaze navê xwe her di rojevê de bihêle..



15.04.2020 19:19 | mergehez

17. ji navê wî jî xuya ye ku ji hezexê ye *
ji xeynî mivîskarî, camer stranbêjî ye jî dike, ji destên wî gelek tişt tên.
di wêneyên xwe de heya niha, di hemuya de berçavkê xwe di deynê ser enîya xwe, camer tu dibê qey tenê ji bo wêneyan pê bikşîne bikartînê jsjsjj.

strana wî ya ku ez jê hez dikim;




30.04.2020 11:08 | merwano

18. hevpeyvîna wî ya li ser soranîkirina kurmancî
Here lînkê



02.06.2020 12:07 | merwano

19. Nizanim ne nivîskar e? Ne helbestvan e? ne jî zimanzan e? Car caran dide lotikan. Ji hemiyan bêhtir lotikvan e dibêm qey



02.06.2020 23:00 | paşopêş

20. di rojnameya xwebûnê de hevpeyvinekê wî hatiye weşandin;

Here lînkê



04.01.2021 15:28 | hueyn

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
rêya lîkyayê [2]
rêya ku di navbera muğla (hisarönü) û antalyayê (geyikbayırı) ye ku ji...
rêya lîkyayê [2]
heya niha du heval piştî min çûn li vê rêyê meşiyan û her du jî ji niv...
rêya lîkyayê [3]
rêya ku ez û hevalekî em hefyekî li ser meşiyan û heftiyekî jî bi otos...
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
belki ev jî bala te bikişînin
» nûdem hezex
» hezex

Kategoriyên mijarê:: niviskar niviskar niviskar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî