Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
qursên kurdî yên şaredarîya bajarê mezin ya stenbolê - tirşik
qursên kurdî yên şaredarîya bajarê mezin ya stenbolê
(4) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Îsal bi biryara şaredariya stenbolê dersên Kurdî yên li ismekê li xwendingehan were pêşkêş kirin.

berê li dibistanan dersên kurdÎ yên bijartî hatibûn çêkirin. lê bi xwedê şikûr hdp/pkk yê ew boykot kiribÛn Û alaqa Kurdan ji van dersên bijartî re pir hindik bibû.

dersên Kurdî yên bijartî jî dersên kurdÎ yên ismekê jî di heman demê de derfetekê girîng e ku divê Kurd bi karîgerî bikar bînin.

îcar ji bo apociyan sebeba boykotkirinê jî tine ye. ez hêvî dikim eleqayek baş çêbe.

dersên kurdÎ yên ismekê di 2 levelan de çêbin. asta yekem 136 saet Û ya dûyem 160 saet e.
ji bo programê: Here lînkê

nûçeyek: Here lînkê



15.01.2020 20:40 ~20:47 | cinorek

2. yek ji projeyên îmamgolu ye.
berî niha biryar hatibû ku werin vekirin. niha mirov dikare serî lê bide. li 4-5 navçeyan vedibe. bi giştî wê 150 kesan bistînin. li gel ku ji bo serlêdanê hê heftîyek wext heye, ji niha ve 300 kesan serî lê dane. cihê keyfxweşîyê ye. lê min meraq kir gelo ew 300 kes li benda tiştekî wisa bûn? jixwe li stenbolê qurs hebûn çimkî...



16.01.2020 21:28 | simurg56

3. (bnr: dersên kurdî yên ismekê)



16.01.2020 21:48 | cinorek

4. Derfetekê mezin e dîsa li ber gelê kurd ku bikaribin baş bi kar bînin û zimanê xwe hîn bibin. Lê belê wisa xuya dike ku ew ê pirtir bibe cihê çepgirên naîf ên turk ku dixwazin çend peyvên kurdî biaxivin!!



17.01.2020 15:35 | bayê kurdo

5. Şaredarîya mezin a stenbolê seba ku kontenjan têrê nekir û teleb zêde bû li Uskudarê jî qursa Kurdî vekir.
Qeyda qursa Kurdî a İSMEKê bibin. Serlêdan çiqas zêde be qurs jî tên vekirin.



18.01.2020 10:36 | cinorek

6. Mi bi xwe jî di hesaba ya civakî de parve kir lê divê bibejim ku em kurd bi belavkirina vê nûçeyê, qedexeya perwerdeya bi zimanê dayikê meşrû dikin. Projeyeke dewleta dagirker e u dewlet ji me re dibeje em nahelin hûn di dibistanan de bi zimanê xwe perwerdeya xwe bikin lê hek we bivê herin zimanê xwe di qûrsa da fêr bibin.



18.01.2020 13:35 | yusiv hemed

7. Divê yên li Stenbolê dijîn serî lê bidin ku heta pergal bixetime û herwiha gelek mamosteyên kurdî jî bibin xwedî kar. Bi hezaran mirov bi milyonan mirov daxwazên xwe yên meşrû bbînin ziman



18.01.2020 16:54 | oceancr

8. Gelek Kurd ji Kursên rêxistinên kurdan çavetirsî bûne. Ji ber ku ti kes naxwazê ji kar û mektep û malbata xwe veqetê. Lê dersên ji destê şaredariya chp ne wilo ne. Bê tirs dikarê herê van dersan. J'bo vê yekê ev kurs girîng in.



18.01.2020 22:46 | gumgumok

9. ne qebûlkirina qedexeya zimanê kurdî ye di dibîstanan de ye. berevajî vê, çiqas daxwaz zêde be ji bo qursên wisa, wê di raya giştî ya tirkiyê de ewqas zêde were qebûlkirin, daxwazên kurdan yên ji bo ziman û çanda wan.
ji ber ku kurd li zimanê xwe zêde xwedî dernakevin, tirkan bihêlin wê derê, di nav kurdan de jî daxwaza perwerdeya bi kurdî zêde ne ji dil tê xwestin.
loma bila hebin, bila zêdetir bên xwestin û bila zêdetir jî werin vekirin.



19.01.2020 12:19 | simurg56

10. şaredarîya bajarê mezin ya stenbolê li mamosteyên zimanê kurdî (kurmancî û zazakî) digere. ên ku dixwazin beşdar bin dive heta roja 13.07.2021 serî lê din.

nûçe: Here lînkê



12.07.2021 07:30 | cinorek

13. Îro dest pê kiriye. Lê kontenjanên şaredariyê ji ber ku kêm mane, biryardane ku dê mamosteên kurdî bigrin û qûrsan hêj bêhtit mezin bikin.. Here lînkê

Ev yek cihê xweşiyê ye ku eleqeya ziman bêhtirî kontenjanên veqetandine çê bûye. Lê dîsa jî ev hejmar kêm e. Li cihekî wek stenbol, bi milyonan kurd lê dijîn, 200 kes muracaat kirine. Kontenjanên ku şaredariyê veqetandibû 124 bûye. Lazime bi hezaran serî lêdan hebin ku mecbûr bimînin li her derê kursan vekin û bizanin ku kurd mafê zimanê xwe dixwazin.



09.10.2021 22:27 | tîrêj zana 21

14. îro lê warqilîm ku dê li Uskudar û Beyogluyê jî du qursên nû yên kurdî saz bikin. wellehîn li gor ewqasî serîlêdanên hindik şaredarî çi jê tê texsîr nake. Here lînkê



12.10.2021 14:49 | asîmanê sêwî

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» qursên kurdî yên şaredarîya bajarê mezin ya stenbolê
» kurdî nizanim
» yên ku telefona xwe di destê xwe de digerînin
» bajarê qralî
» mezinahî

Kategoriyên mijarê:: ziman cand ziman cand ziman cand kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî