Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
nimêja îniyê - tirşik
nimêja îniyê
(9) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. nimêja ku misilman roja îniyê dikin.. li ser her mêrekê misilman ên bîrewer û gihiştî ferz e.. çend şert û şirûtên vê nimêjê hene behskirin û ravekirina wan jî bila behra hevalên dî be..

li cizîrê jê re dibêjin xulbe/xutbe.. wek;

melê bang da, qey tu naçÎ xulbê?

de zû bike, wext nema, tê ji xulbê bimînî..

tu gihayî xulbê?



04.04.2014 14:21 | endazer

2. (bnr: xutbe)



04.04.2014 14:21 | endazer

3. di berê de xulbe wek civîneka olî yan jî civakî dihate pêkanîn lê niha tenê çend gotinên ola desthilatdaran tên gotin û propagandaYên hukûmetê tê kirin. ji ber vê yekê gellek bawermend naxwazin nimêja xulbê li mizgeftan bikin û berê xwe didin qadên sivîl ango qadên bêdewlet.



04.04.2014 15:50 | renas

4. nimêja ku eger li amedê bim heta ji destê min tê diçim li mizgefta mezin dikim..



23.05.2014 12:09 | endazer

5. nimêja ku dema diaya ji bo parastina dewleta tirk tê kirin, jê re nabêjim amîn.

li tirkiyê çûna nimêja îniyê ferz e an na, nizanim welleh.

nimêjek bifikirin ku mûmîn ji diayên hev re nabêjin amîn.



30.05.2014 20:53 | simurg56

6. ji ber wan xudbeyên Dîyanetê ên kirêt, a xilbê di deqqa dawîn de diçim mizgeftê, nimêja xwe ya ferz dikim û dertêm.



31.05.2014 02:32 | seydayê_peyvan

7. nimêja ku du sal berê min dînê tevhîd qebul kir û min dest berda. ev du salên pişt meleyên dîyanetê bejna xwe natevînîm. berîyê de ez her hefte diçûm xwedê gunê min efû bike înş. yên ku hê diçin ji xwedê rîya rast nîşanî wan bide înş.



31.05.2014 12:23 | resençiyayî

8. nimêja ku ji ber ku carinan di xew de dimînim nikarim herimê..

neyse du an sê hefte berê, li mizgefta mezin a amedê, melayeke meşhûr heye bi weza xwe meşhûr e û bi qasê ku ez zanim bi ya metna ku diyanet ji wan re rêdike nake, dema derdikeve ser mînberê çi te bîra wê dibêje.. lê hema bêje her hefte her heman seremonî.. birayên me yên misilman yên li sûrî û misir û îraq û afrîka û nizanim kîjan kunc û kuncala dinyayê zilmê dibînin, eger em xurt bûna û yek bûna me dikarî em wan ji destê zilmê xilas bikin filan.. axirê rojekî di nav weza xwe de go binêrin, xwudê serokwezîrekî misilman û hikûmeteka ehlê îman daye me, divê em qîmetê vê lutf û kerema ku xwudê bi me re kiriye bizanibin, qenebe di meseleyên îslamî de divê em piştgiriyê bidin serokwezîrê xwe filan.. axirê ji nav cimaetê tibabek rabûn di ber niçniÇê re mizgeft terk kirin, piştî wezê jî dîsa tibabek mirov li melê kom bûn gazindê xwe jê kirin..

dîsa hefteya borî heman melayî piştî wezê di nav duaya xwe de digo ya rebbî tu me ji îdeolojiyên wekê sosyalîzm û komûnîzmê ê ku bêdînî û xwudênenasiyê li ser xelkê ferz dikin biparêzî.. *



31.05.2014 13:01 | endazer

9. (bnr: îniya sivîl)



31.05.2014 13:01 | endazer

10. nimêja ku êdî ger ne li taxeke kurdan bim û bizanim wê mela di weza xwe de gûyek nexwe û gotinên faşîst nebêje, naçimê.

wextekê tevgera îniya sivîl hebû, xwezî dom bikira û li hemê taxên kurdan belav bibûya.



15.01.2016 20:44 | simurg56

11. limêja li bajarên tirkîyê diayên wan û wehzên wan eve allah vatanımızı ve milletimizi korusun..teröristlerin bin belasını versin, fırsat vermesin.. tabî kurdên meyî ji wanre terorîst tê gotin diçin limijê ew jî dibêjin amîn amîn..neçin nedin dû wan muşrîka gunehê we ji minre neçin! fetwaka wiha heye: tirsa merivî can û mal û namûsa xwe ji dest bide ku hebe ne ferze.. niha rewşek wisa derxistine holê van misilmana(şiî/sunî).. min wiha jî bihîstibû edî rast ne rast ez nizanim "li cîhekî zilm hebe/ bindestbe lêmêja înîyê ne ferze" werhasil hûn diçin naçin bi kêfa xwene şikir ji xwedêre va ez demek dirêj çêbû naçimê carna bavê min min bizorê dişand carna xwedênegravî diçûm.. carna jî ez diçûm înternetê seetek dimam * paşê ez diçûm bavê min digot ka min te li camîyê nedît kuro.. min jî digot ez çûm camiyek din(camiya ecem).. werhasil min carna birayê xwe dixapand min digot tu nehatibûy camîyê wî jî heftê sondî dixwar digot ez çûme dîsa min digot ne vir be wehzê mele çibûn? wî jî digot, dema bavê min bigota tu nehatî filan û bêvan min jî digot wehzê mele wiha bûn* teze bawerdikir û bi vî awhayî em bê bela ji hev difilitîn * carna jî min digot ji sê hefteya meriv du hefte neçe jî tişt nabe.. werhasil jibû neçûma min dikaribû sed teqleyan baveta.. *



16.01.2016 00:30 | shorbevan

12. mijara gotara îro, birayên me yên mezlûm yên li helebê bûn ;)
êdî mirov dikare hesasiyetên desthilatdariya dewleta tirk ji gotarên nimêja îniyê bişopîne.
bi tirkî dibêjin kötü komşu insanı mal sahibi yapar (cîranên cirnexweş dibin sebeb ku mirov ji xwe re xaniyekî bikire an çêke). zû de ye dilê min li ser heye, ji xwe re çend mûrîdan bibînim û pyramid scheme ango cemaetekî ava bikim. piştî van gotaran û peyamên li jêr mijara îslama rast dilê min bêtir lê germ bû.
hêvî dikim di vê projeyê de jî wekê fikr û projeyên min ên din tu kes pêşiyê ji min nestîne ango nede pêşiya min.



09.12.2016 23:15 ~23:42 | endazer

13. nimêja 2 rekat e. lê li gorî rîwayetê dibêjin li herêmekê kîjan ceme'et pêşiyê dest bi mêja îniyê bike a wan qebûl dibe. ji ber wê şafiî piştî mêja îniyê li mêja nîvro jî dikin da ku kêmasî nemîne.

berê ez carinan diçûmê lê piştî xutba li antalya, dikarim bibêjim qet neçûmê. carinan dibêjim hindik maye ez ji dîn bikevim :s



09.12.2016 23:38 | berxweda

14. ferza wê xutbeya wê ye. 2 ruk'et û nimêja 4 rik'et, kîjan girîng e an ne girîng e; mesele ne ev in. her roja înê misilman ji bo arîşeyên di navbera xwe û xwe û alemê de safî bikin an li ser guftûgoyan bikin dîwana xwe kom dikin. lê îro gelekî ji vê armancê dûr ketîye. tê bîra min wê hefteyê çiyayên kurdistanê dişewitîn, leşkera agir berdabû gelek devera; xutbe li ser hefteya daristanabû. heçku kenê xwe'l me dikirin.



10.12.2016 12:05 | xendekî

15. (bnr: nimêja înê)
Nimêja ku bi xêra xiyanet işleri başkanligi, îda ferzbûna wê di van camiyên diyanet işleri başkanligi de nemaye.
J'ber ku divê nimêj j'bo xwidê bê, ne j'bo menfî'etê bê.
Divê ti fê'l û siyaseta viroker di xuybê de cih negirê.
Divê bîd'at di wê camiyê de nebin.
Divê di wê camiyê de j'bo qetla misilmanan ehd an jî dua neyên kirin..
Îda ol û camî û diyanet bûye hevsarê dewletê. Misilmanan pê tên zemtkirin.

Yên ku diçin xutbeyên diyanetê,. Xwidê qebûl bikê. Yên naçin jî, bila nimêja xwe li xaniyê xwe bikin. Xwidê yan wan jî qebûl bikê.



12.01.2020 00:34 | gumgumok

16. Ji bo misilmanên îro, hebûn û tunebûna wa ye, heger neçin nimêja înê mîna Xirîstiyanan tu dibe qey têne afaroz kirin, ewqasî ji bo wan giring e. Lê wekî din tu dibê qey nimêjên her penç dema li ser wan ne ferzin.



20.01.2020 23:40 | merwano

17. Heyran wele baş e ku mirov here lê mela di weazan de qala 23nîsanê û 3o agustosê bike hîletê mirov jê diçe



21.01.2020 20:05 | oceancr

18. Nimêja ku heya 3 sal berê jî bê navber, bêyî ku carek jî jê nuqsanî hebe li ser hev diçûm. Ji xwe demekî feqî, demekî xwendekarê quranê û demekî muezinê camiyê bûm ku ne pêkan bû neçûma xutbê. Lê ta wê roja mela derket ser mînbera şerîf û dest bi xwendina kaxiza ji hikûmata enqerayê hatibû kir. Her tim melê me bi erebî dest bi xutbê dikir, paşê hinek bi tirkî we`z û nesîheta dikir û piştre tavêt xeta kurmancî û heya jê dihat dirêj dikir. Lê nizanim êdî hinek segbavên li qirûş û eferimê xwe digerin wî gilî kirin an çend memûrên dihatin xwe di qozîka camiyê de diqurnisandin li cem miftî giliya wî kirin. Ji wê rojê şûnde melayê me xwe avêt bextê tirkî û terka kurmanciya şêrîn kir. Êdî xutbê bi temamî bi tirkî dixwend. Vêca ewjî ne bese behsa cejnên hikûmatê dikir, nifiran li me kurdan dikir, propogandaya hikûmatê dikir. Rojekê ji roja înê dîsa melê me mîkrofona xwe eyar kir, cibbê xwe li xwe kir, şaşika xwe li serê xwe şidand û yek bi yek pêlikên mînberê derket. Destê xwe avêt berîka cibbê xwe yê hundir û fermana ji enqera şewitî hatibû derxist. Min dî bû zîke zîka mîkrofonê û mela fermanê li ser miletê dixwand. Behsa "ecdadê me" mihemedê mala osmaniya dikir ku bê çawa stenbol "feth" kiriye. Min dî behsa mezinahiya miletê tirk dike. Hew min nedît firêmê mele hew zevt kir û bi şid pêde diçe. Ma tê bêjî behsa " terorîstan" nekir, ma tê bêjî behsa "terorîstên binxetê" nekir. Ma tê bêjî bo lingê leşkeran li efrînê li keviran nekeve dua nekir. Her cara dirêj dikir cimaet ji xutbê radibûn û diçûn. Lê gava herî dawî behsa efrînê kir êdî kêr gihaşt hestû. Cimaetê xwe gijî mela kir û wî ji xutbê daxist. Êdî derfet nemabû ku ew mela li pêş cimaeta me nimêj bike. Mele ji camiyê hat aforozkirin ta melayek din ji camiya me re hat şandin. Çend hefte camî bê mela ma.

Aha sofîtî û çûyina xutba min jî piştî vê meseleyê qediya. Min ji xwe ra fitû derxist ku li pey melê sîstemê nimêj nabe.



13.12.2021 13:10 | tîrêj zana 21

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» nimêja îniyê

Kategoriyên mijarê:: oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî