Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    16 mijar û 34 peyam
    girê miraza - tirşik
    girê miraza
    (4) (0) (7)
    di mijarê de bigere

    1. yekemîn navenda peresînê ango yekemîn perestgeha ku tê zanîn e. li rihayê ye. di sala 1995an de bi xebata klaus schmidtê elman, derketîye holê. berî wî jî xeat li ser hatine kirin lê nehatîye fêhmkirin û nehatîye kifşkirin. cara ewil berî nêzikî 32 salan, xwedîyê axê di nav zevîyê xwe de peykerek dîtiye û ji mûzeyê re biriye lê guh nedane mêrik.

    tê de kevirên gelekî mezin yên bi teşeya tîpa t'yê hene. ya herî giran nêzikî 40 ton e. dîroka navendê gelek kevin e. behsa nêzikî 12.000 salan tê kirin. ku bi vê temena xwe, ji pîramîdên misrê 7.500 sal, ji stonehengea îngîlîstanê 7.000 sal kevintir e. ji ber vê yekê keşfek gelek girîng e ji bo dîroka mirovatîyê.

    li gorî nirxandinan, mirovên wê demê nêçîrvan-berhevker in. ev navend jî ji bo wan cihekî pîroz e. li ser kevirên tîk hatî danîn, wêneyên heywanan û sembolên cûrbecûr hene.

    di eslê xwe de tenê ne yek navend e. li wê derdorê bi qasê 20 heb navendên wisa hatine tespîkirin lê hê piranîya wan nehatine derxistin.

    di lêkolînên de fiçîyên bîrayê jî hatine dîtin. yanî heye ku mirovan ne ji bo nên lê ji bo bîrayê dest bi cotkarîyê kiribin. dîsa li gorî gotinan, mirov ne ji bo cotkarîyê lê ji bo ku nêzikî perestgehê bin, dev ji koçberîyê berdane. tabî ev vê gavê teorî ne lê namzet in ku gelek zanyarîyên di derbarê dîroka mirovatîyê de, biguherîne.

    aniha bûhayê têketina navendê 36 ye.



    2020.01.22-21:51 | simurg56

    2. Dêvla vivya navê mîjar biba kurmancî çêtir e. Navê göbekli tepe bi kurmancî " girêmiraza" ye



    2020.01.22-22:01 | umed

    3. (bnr: girê miraza)
    Wek hemî cîh û welatên kurdan navê girê miraza jî guhertin. Bi navê xwe yê orjînal bi wateya xweş e.

    Gir: girik, tepe
    Miraz: mirad, daxwaz, xwestek



    2020.01.22-22:49 | kajav

    4. bi tirkî jê re gotine gobeklitepe.
    ez dijminê tirkî ninûm lê ew nav pir 'itici' xûye dike.
    kurdiya xwe xweştir e.

    gir: girik, tepe
    miraz: mirad, daxwaz, xwestek
    (sipasî ji bo kajav)



    2020.01.23-08:11 ~08:13]| cinorek

    5. Doh mi li mala xwe kurikek ji venetoya îtalyayê hewand. Camêr bi motora xwe li dinyê digere. Me behsa wir kir û go ez çûme wêdê jî lê teorîyeke min a din heye. Mi go ka hele çi ye, gote mi "ew der ne perestgeh e yusiv abê, wek oktoberfesta elmanan xelkê wir rûniştine cem hev û xwarine vexwarine, li kêfa xwe nerîne. Mi jî go wele keko nizanim ji ber ku neçûme wir lê çêdibe ku tişkî wilo be. Lê dûra gotina "kiçindan teorî uydurmak" hate bîra mi.



    2020.01.23-10:27 | yusiv hemed

    6. Ji alîyê pel tv videoyek hatîye çêkirin












    2020.01.23-20:51 | tîrêj zana 21

    7. agîd yazar nivîsek hêja li ser nivîsandiye

    Girêmiraza, mejiyê mirovan bi pirsên bê bersiv dagirtiye. Herkes ji hevdu dipirse û pirsên xwe bi pirseke din dibersivîne. Bi vî awayî gidîşa pirsan mezintir dibe, lê bersiv zîro! Di vê xalê de ez jî dixwazim pirseke ji wan pirsên dînan bipirsim û hinekî din mejî tevlihev bikim: Gelo hinek kesan ji şarsitaniyeke ezmanî ango fezayiyan hatin xwe nîşanî niştecihên li derdora Girêmiraza dan û piştî hingê wan mirovan dest bi avakirina van perestegehên hanê kirin? Mejî tam bû çeqilmast, ne wilo? Heta mejiyê meriv baş tevlihev nebe, zelal jî nabe! Binêrin. Bi rêya empatiyeke gelekî pêşketî, encax meriv dikane hinekî miraz û mexsedên wan însanên hanê yên 12 hezar sal beriya niha hinekî fam bikin. Heke ne ji bo armanceke pir, pir, pir, pir û pirrrrr mezin be, gelo kî dikanîbû wan mirovên hingê yên nîvkovî wanî wan organîze bike, bi wan kevir bi keviran bide birîn û kevirên 30 ton giraniya wan e, biterişîne û her wiha têêê nizanim ji ku bîne û bi awayekî estetîk li Girêmiraza biçikîne? Binêrin! Heta vê derê me hevdu bi pirsên

    bê bersiv hilajot. Her çend me hewl da em pirseke xwe bibersivînin jî, ew bersiv jî bû zir-pirsek û derket pêşberî me.

    Pirsên me di derheqê çi de bû? Helbet di derheqaê avakirina perestgehên Girêmiraza de bû. De vêca piştî hezar û pênçsed salî, bi destê heman kesan, sernuxwumandina van perestgehan jî, ew çend giloka pirsan mezintir dike. Avakirina van perestgehan derdek, sernuxwumandina wan jî derdên di ser derdan re ye!…

    Ajalên li ser stûnên çikandî

    Em pirsên xwe yên li jor ku bersivê li xwe vediguhezîne pirsê, li wir bihêlin û em werin li ser rewşa Girêmiraza ya niha ya berbiçav:

    Tevahiya rolyefên li ser kêlber ên çikandî, meriv matmayî dihêlin. Lewra temamên wan rolyefan, bi sêwirandineke hostane hatine niqirandin. Lê çar heb rolyef henin, lêkolîner herî pir li ser wan disekinin. Çaxa meriv nirxandinên li ser van rolyefan tên kirin dixwîne, bi rastî jî meriv vediheje û di bîreke bê binî de wer dibe. Ez dixwazim hema di ser re qala van her çar rolyefan bikim.

    Yek: Kevirekî qul î bi çember e. Du:Teyrê Sîsalk, ango Teyrê Keçel ê laşxwur e. Sisê: Teyrê Dodo ye. Çar: Jinek e ku çeqê xwe ji hev vekirî ne û zaroka xwe tîne dinyayê.

    Ev rolyefên hanê, gelekî eşkere ye ku bi mebesteke taybet hatine sêwirandin.

    Em werin ser sêwirandina rolyefa jina zaroka xwe tîne dinyayê: Ev sêwirandin a hanê, yekser girêdana xwe bi navê “Girêmiraza” re heye.

    Du sal berê ez çûbûm ser Girêmiraza. Kalemêrek li ber devê derî bû. Ji qerta di hustuyê wî de diyar bû ku ew berpirsiyarek e. Gava ez nêzîkî kalemêr bûm, min têderxist ku ew Mahmûd Yildiz e. Mahmûd Yildiz, ew kesê xwediyê wê zeviya ku perestgehên Girêmiraza di nav de hatibû dîtin bi xwe ye. Mahmûd Yildiz, rîspiyekî ji wan rîspiyên ji dem û dewranên berê, ku meriv digot qey ji nav çîrokek mîtolojîk pekiyaye û derketiye pêşberî min.

    Mîna ez nêzîkî kesek ji wan kesên mabedên Girêmiraza avakiriye, nêzîkî wî bûm. Dema apê Mahmûd Yildiz pirsên min dibersivandin, ez geh diçûm 12 hezar sal beriya niha, geh jî vedegeriyam wê kêlîka ez tê de bûm. Hesteke pir cuda bû.

    Apê Mahmûd Yildiz digot: “Ji ewila ewil ve darek tûyê li serê vî girî hebûye. Ew dar û derdora wê, cihê ziyaretê bû. Lê rojek tê ew dar hişk dibe. Hingê xalê bavê min radibe di dewsa wê darê de, dareke din a tûyê diçîne. Lê ev dar jî li ber hişkbûnê ye. Hema hema emrê vê darê jî nêzîkî sed salî ye. Dema berê, debara me tenê li ser sewalvaniyê bû. Pezên me jî pir bûn. Her sal kalikê min pezek li bin vê dara tûyê ya li ser Girêmiraza serjê dikir û xwarin datanî. Wekî din jî ji herêmê xelk ji bo şîfayê bibînin, an jî ji bo zarokên wan çêbibin, wan jî pez serjê dikirin, xwarin datanîn û ji xwe re li ber xwedê digeriyan…”

    Hemû gewdeyê min seraping bûye cotek guh û ji bo sêra wê kêlîka bi raz xera nebe, ez qet napeyivim û hema hew ez ji xwe re li apê Mahmûd guhdarî dikim. Apê Mahmûd pêde diçe û peyvên xwe, nola hebikên morîkên tizbiya di destê xwe de berdide ser hev:

    “Tu wer e ji xwe re li îşê xwedê binêre! Çend metre fireyî darê, hêkelê jineke ku zaroka xwe diwelidand derket.”

    Ez di cihê xwe de sar cemidîbûm. Careke din ez ditûriskîm û diçim 12 hezar sal beriya niha. Gotinên apê Mahmûd di guhê min de dizinge û olan dide; dara tûyê ya ziyaretê, dua, jinên zarokên wan çênabin, hêkelê jineke ku ketiye li ber gede… Na, na! Teqez ez di xewnekê de me! Ji bo ez vê xewna xwe baş bi ruh bînim û ji we re vebêjim, divê dîsa ez bi trûskandinê vegerim vê kêlîka me ya niha.


    Here lînkê



    2020.06.02-01:26 ~22:24]| afa

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    dema pere dirêjî ajokar dikî û dibêjî xwendekarek [1]
    Çiqas bikevim dolmîşê û pere dirêjî ajokar bikim û bibêjim xwendekarek...
    berê nanê sêlê belî nîne [1]
    Biwêja hem wateya (bnr: nanê sêlê) ye, ji bû kesên du alî ;carê li alî...
    Êzîdî kî ne [1]
    Travmayekin di hişê minde, dema ez zarokbûm qet ji bîra min na...
    ciwanên gay [3]
    kirindeyên ku dikin hev, ciwanên ga, ciwanên qûnde,.. Pirahî ji bû kêf...
    mihemed pêxember [11]
    bi ihtîmalek xurt şîzofrene, ger ne şîzofren be sixtekarek mezine. şîz...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » girêdank

    Kategoriyên mijarê:: nuce geruturistik hunerpeykersazi nuce geruturistik hunerpeykersazi nuce geruturistik hunerpeykersazi
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî