Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
li otobusê gengeşîya min û keçikek bêedep - tirşik
li otobusê gengeşîya min û keçikek bêedep
(8) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. saetek berê qewimiye. Îro li Amedê siwarê otobusa wanê bûm bi sax û silamet. Cihê ku rûdinim li pişt min hîn min rûyê wî nedîtîye xuya ye keçikek heye. Ne keçik, keçikek bêedep bêterbîye. Lingê xwe dirêjî paldanka min kirîye. Pêlavê wê polê min qirêj dike xema wî nîne. Qirêjî belkî min ev qas be aciz nake ev rehetîya wî min dîn kir. Yaw dibe belkî tu cihê xwe de nerehet î, berê vî tiştê destûr bixwaze nabe?! Saetek wisa dewam kir sê çar caran botê wê polê min dixe. Bes zivîrîyam wê mêze kir fêm kirîyê dibê “çok mu geldi?” Min got mijar zêdehatine lingê te nîne ger tu cihê xwe de nerehet î vî tiştî dikî pêşî destûr bixwaze, ez botê te yê genî dibînim jixwe aciz dibim. Rûyê wê yê bi ken guherî wek ew mafdar e got: “ez tiştek dipirsim, xuya ye tu gengeşî dixwazî” (Hey min di..) hêrs bûm migot paldank yê min e, mahrema min e tu nikarî tiştekî wisa bikî... wekî qehpika pêşîya xwe meyzand.. ez dibêm qey mamoste bû. Heyf e, Bi vî halê xwe ders dide zarokan.

Edît: gelek hêrs bûbûm, niha baş im *. Ji ber vê dijûn hat jêkirin

Edît 2: jinik piştî vê bûyerê jî tevgerên xwe yê vê tiştî dewam dikir. Qet şerm jî nekir. Belkî ev cesaret ji axaftina min a Kirdkî digirt. Werhasil wan gotinên giran heq kiribe jî min dijûnên giran serast kir.



25.01.2020 16:36 ~20:48 | kajav

2. Dilê min ji van gotinên we yî gemarî hev ket. Ger şaşîyek hebe mirov dikare yekî hîşyar bike, an jî hêrsa xwe bi awayekî medenî bîne ziman. Lê tu van herdû kesan binêre; wê jinikê bi kutana diya wê yan jî bi kutanê wê ceza dikin û qaşo hêrsa xwe rewa nîşan didin. Li ser laşên jinan fanteziyên xwe yên qirêj nîşan didin. Ez bawer im, niha ev kes xwe, li her derî wek rewşenbîrekî didin nasîn. Nizanim em ê kengî ji vê zihniyeta pîs xilas bibin!



25.01.2020 20:30 | fatoş xanim

3. Li wir tişta be protesto kirin teng bûna otobusan e li tirkiyê (bakûr di nav de) .
Ji bo zêde tijî kirina rêwiyan mabêna paldankan pir teng çêdikin.
Min li welatên biyanî tew otobusên ewqes teng nedin.
Minak mirovên welatên asya pasifîk ji me piçûktir in. Lê di otobusên wan de ger tu bixwazî jî nikarî lingên xwe bigihijinî mirovê paldanga pêş.



25.01.2020 21:10 | cinorek

4. divê peyama li otobusê gengeşîya min û keçikek bêedep/116701 were rakirin.



25.01.2020 21:54 | mirovekirind

5. çawa te dît keçikê lingê xwe ber bi kursiyê te ve dirêj kiriye ya asayî û pêdivî eger ji vê rewşê aciz î divê lê bizivirrî û bêjî dikarî lingê xwe rakî, min aciz dikî. eger rakir ji xwe mesele namîne eger ranekir jî tu yê gazî muewîn bikî, karê muewîn ev e ji xwe wê meselê hel bike.
lê te çi kiriye demekî dirêj te xwe lê girtiye anku mohlet daye keçikê, keçikê jî dîtiye ku çi jî bike deng ji te nayê, ser xwe ve çûye, ji xwe re wek mafek dîtiye bêrêziya ku dike. yek jî eger lawik bûya tu yê ev qasî bisebr bibûyayî gelo?!
yek jî dibe ku mamosteyeke pir jêhatî û serkeftî jî be, mirov nizane, kesayeta mirov ne kefîl an eynika karê mirov e hemû deman, mrovên xirab an bêexlaq jî carina di karên xwe de pirr serkeftî ne. li şantiyeyê hostayeke me hebû di nav derewekî deh derew dikir lê bêyî wî kar nediçû serî.



27.01.2020 01:15 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» otobusên şaredariyan
» min îro çi xwend

Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî