1. cûreyek ji vîrûsan e. ji malbata coronaviridae ye. ji vîrûsên bi RNA ne. nifşek ji wan vê dawîyê nifşek jê, bûye sedema şewbê. li çînê destpê kir û niha li welatên din belav dibe. heta niha tenê ji bo çînê wek problem tê dîtin lê belî nabe. belkî bibe problemek gerdûnî jî. ne surprîz e ku li çînê derketîye, çimkî hemû heywan bi hemû awayan tê xwarin li vî welatî. ewil li bajarê wan ya bi navê wuhan derketiye. li wir jî zêdetir li derdora xebatkarên bazara mehsûlên deryayî, peyda bûye. ku li vî bazarî her cûre ajalên deryayî tên firotin. yên qedexe jî tê de. |
|
25.01.2020 22:35 |
simurg56
![]() |
2. Li bajarê ku ez niha dijim, li seûl a koreya başûr jî li 2 kesan peyda bûye. |
|
25.01.2020 22:48 |
cinorek
![]() |
3. Tirsa min ew e ku ev Vîrûsa korona qira mirovahîyê bîne.Nizam çima wisa difikirim.Niha va ji bajêr derketîye û gihiştîye welatan.Mînak DYA (emrîka) |
|
26.01.2020 00:10 |
brzn
![]() |
4. Min îsal xwe aşî jî kiribû lê fêde nekir. Ji ber ku ev mîratên vîrûsan bi mutasyonan şîfreya xwe ya genetîk diguherînin. nêzîkê deh rojan ez xistim nav livînan. Jixwe ez behsa nermojan û janbir û bi tonan çayêya kesk û leymûn nakim. Laşê min disincirî, berê sibehê ez bi kuxikê şîyar dibûm û xew li min diherimî kuro. Bi roj jî dev ji poz û firnikan berde heta bi guhên min dixetimîn. Lê şikr min berê xwe da xêrê ez î baş im elawekîl |
|
26.01.2020 00:31 |
oceancr
![]() |
5. Helbet wê carekê vîruseke wisa, rojekê belav bê û ne kemî 100.000.000'î mirov wê mirin. Eynî weke pandemîya înfluenza 1918'ê. |
|
26.01.2020 18:43 ~2020.03.14 00:04 |
gumgumok
![]() |
6. Li gor factcheck û politicfact 10 hezar kes mirin e.Lê ev raste ne rast e hê nehatîye erê kirin.Qasî ku tê gotin. |
|
29.01.2020 10:47 |
brzn
![]() |
7. Nizanim çime ji min re wek grîba mirîşk û xenzîran tê. di rastî de ev grîp qasî behskirinê bixeter e gelo? nizanim. piştî çend rojan behskirina grîp wê dawî be. hêvî dikim. |
|
29.01.2020 12:39 |
kajav
![]() |
8. îro serkerên tirka balafirek şiyande wuhanê bo ku tirkên li karantînayê bênê tirkîyê. law di karantînayê de ne tê wan bênê çi?! |
|
30.01.2020 22:33 |
xwelî li ser
![]() |
9. Daxuyaniya who : |
|
31.01.2020 00:18 |
gumgumok
![]() |
10. Ez bawerim ev vîrûs û filanbêvan li me kurdan têhsîr nake. |
|
31.01.2020 00:39 |
lawkegoyi
![]() |
11. (bnr: gelheya gerdûnê 7 milyar e) |
|
31.01.2020 00:50 ~2020.03.02 12:31 |
tîrêj zana 21
![]() |
12. Vîruseke nû ye. Ji famîleya SARSÊ ye. Li Çînê bi hezaran nexweş ketin û sed heb zêdetir pê mirin. Gihîştî her deverên Çînê û şanzdeh dewletê din. Dibe ku gihîştibe Tirkîyê jî, negihîştibe jî li hemana ye. Ji bo pirsgirêkê tevdîr divê. Anha dermanê vê nexweşiyê tune ye. Tedawî ya semptomatîk he ye. Yanî êşa can kêm dikin, sistî û xewarî û behalî kêm dikin mîna nexweşîna sermayê. |
|
31.01.2020 14:06 ~14:09 |
apê mihyedîn
![]() |
13. (bnr: vîrûsa korona) |
|
31.01.2020 19:30 |
cinorek
![]() |
14. hejmara miriyan gihiştiye 563an û yên nexweş jî gihiştiye 28 hezaran. û herwiha ev vîrus di zarokekî nûçêbûyî de jî hatiye dîtin. |
|
06.02.2020 11:50 |
xelîl
![]() |
15. Li gor hin kesan wek şerra bîyolojîk tê binav kirin jî.Bi rastî bawerîya min jî diçe li ser wî aliyê ku ev şerreke bîyolojîk be.Ji bo ku êdî dewletên mezin ditirsin ku şerrên çekan bikin ji bo wî Şerrên sîber / bîyolojîk hwd. didomînin ji bo ku hêzên xwe bidin erê kirin. |
|
06.02.2020 17:50 ~19:05 |
brzn
![]() |
16. Bi hisabê îro (2020.02.08) Hejmara kuştiyên vîrusa Corona ku li Çînê li bajarê Wuhan derket û li seranserê cîhanê belav bû, gihişte 724 kesan. |
|
08.02.2020 09:33 |
cinorek
![]() |
17. li gorî hinekan ne hêja ye ku mirov ewqas jê bitirsin. dema mirov li hejmara mirîyan jî binêre, ne hejmarek ewqas zêde ye ku ji bo dinyayê an jî çînê tehtîd be. lê ji ber ku agahî ne zelal in, heye ku ji tirsa me jî zêdetir talûke hebe. |
|
09.02.2020 15:11 ~15:12 |
simurg56
![]() |
18. Gorê amarên ten aşkire kirin êdî hijmara kesên nexwaşiyê derbas dikin ji yên nû nexweş dikevin zêdetir e. |
|
19.02.2020 03:32 |
cinorek
![]() |
19. nexweşiya ku bi min tê fişal kirin. ji xwe mirovên pîr, ên xwedî nexweşiyên giran, bi sermayekî dibin pnomonî û dikarin jê bimirin. |
|
19.02.2020 14:31 |
brusk56
![]() |
![]() |
rojnivîska tirşikvanan [1] |
![]() |
tirşik mobîl [1] |
![]() |
newroz [1] |
![]() |
newroz [1] |
![]() |
turkcealtyazi.org [1] |