1. cûreyek ji vîrûsan e. ji malbata coronaviridae ye. ji vîrûsên bi RNA ne. nifşek ji wan vê dawîyê nifşek jê, bûye sedema şewbê. li çînê destpê kir û niha li welatên din belav dibe. heta niha tenê ji bo çînê wek problem tê dîtin lê belî nabe. belkî bibe problemek gerdûnî jî. ne surprîz e ku li çînê derketîye, çimkî hemû heywan bi hemû awayan tê xwarin li vî welatî. ewil li bajarê wan ya bi navê wuhan derketiye. li wir jî zêdetir li derdora xebatkarên bazara mehsûlên deryayî, peyda bûye. ku li vî bazarî her cûre ajalên deryayî tên firotin. yên qedexe jî tê de. |
|
2020.01.25-22:35 |
simurg56
![]() |
2. Li bajarê ku ez niha dijim, li seûl a koreya başûr jî li 2 kesan peyda bûye. |
|
2020.01.25-22:48 |
cinorek
![]() |
3. Tirsa min ew e ku ev Vîrûsa korona qira mirovahîyê bîne.Nizam çima wisa difikirim.Niha va ji bajêr derketîye û gihiştîye welatan.Mînak DYA (emrîka) |
|
2020.01.26-00:10 |
brzn
![]() |
4. Min îsal xwe aşî jî kiribû lê fêde nekir. Ji ber ku ev mîratên vîrûsan bi mutasyonan şîfreya xwe ya genetîk diguherînin. nêzîkê deh rojan ez xistim nav livînan. Jixwe ez behsa nermojan û janbir û bi tonan çayêya kesk û leymûn nakim. Laşê min disincirî, berê sibehê ez bi kuxikê şîyar dibûm û xew li min diherimî kuro. Bi roj jî dev ji poz û firnikan berde heta bi guhên min dixetimîn. Lê şikr min berê xwe da xêrê ez î baş im elawekîl |
|
2020.01.26-00:31 |
oceancr
![]() |
5. Helbet wê carekê vîruseke wisa, rojekê belav bê û ne kemî 100.000.000'î mirov wê mirin. Eynî weke pandemîya înfluenza 1918'ê. |
|
2020.01.26-18:43 ~2020.03.14 00:04]|
gumgumok
![]() |
6. Li gor factcheck û politicfact 10 hezar kes mirin e.Lê ev raste ne rast e hê nehatîye erê kirin.Qasî ku tê gotin. |
|
2020.01.29-10:47 |
brzn
![]() |
7. Nizanim çime ji min re wek grîba mirîşk û xenzîran tê. di rastî de ev grîp qasî behskirinê bixeter e gelo? nizanim. piştî çend rojan behskirina grîp wê dawî be. hêvî dikim. |
|
2020.01.29-12:39 |
kajav
![]() |
8. îro serkerên tirka balafirek şiyande wuhanê bo ku tirkên li karantînayê bênê tirkîyê. law di karantînayê de ne tê wan bênê çi?! |
|
2020.01.30-22:33 |
xwelî li ser
![]() |
9. Daxuyaniya who : |
|
2020.01.31-00:18 |
gumgumok
![]() |
10. Ez bawerim ev vîrûs û filanbêvan li me kurdan têhsîr nake. |
|
2020.01.31-00:39 |
lawkegoyi
![]() |
11. (bnr: gelheya gerdûnê 7 milyar e) |
|
2020.01.31-00:50 ~2020.03.02 12:31]|
tîrêj zana 21
![]() |
13. Vîruseke nû ye. Ji famîleya SARSÊ ye. Li Çînê bi hezaran nexweş ketin û sed heb zêdetir pê mirin. Gihîştî her deverên Çînê û şanzdeh dewletê din. Dibe ku gihîştibe Tirkîyê jî, negihîştibe jî li hemana ye. Ji bo pirsgirêkê tevdîr divê. Anha dermanê vê nexweşiyê tune ye. Tedawî ya semptomatîk he ye. Yanî êşa can kêm dikin, sistî û xewarî û behalî kêm dikin mîna nexweşîna sermayê. |
|
2020.01.31-14:06 ~14:09]|
apê mihyedîn
![]() |
14. (bnr: vîrûsa korona) |
|
2020.01.31-19:30 |
cinorek
![]() |
15. hejmara miriyan gihiştiye 563an û yên nexweş jî gihiştiye 28 hezaran. û herwiha ev vîrus di zarokekî nûçêbûyî de jî hatiye dîtin. |
|
2020.02.06-11:50 |
xelîl
![]() |
16. Li gor hin kesan wek şerra bîyolojîk tê binav kirin jî.Bi rastî bawerîya min jî diçe li ser wî aliyê ku ev şerreke bîyolojîk be.Ji bo ku êdî dewletên mezin ditirsin ku şerrên çekan bikin ji bo wî Şerrên sîber / bîyolojîk hwd. didomînin ji bo ku hêzên xwe bidin erê kirin. ![]() |
|
2020.02.06-17:50 ~19:05]|
brzn
![]() |
17. Bi hisabê îro (2020.02.08) Hejmara kuştiyên vîrusa Corona ku li Çînê li bajarê Wuhan derket û li seranserê cîhanê belav bû, gihişte 724 kesan. |
|
2020.02.08-09:33 |
cinorek
![]() |
18. li gorî hinekan ne hêja ye ku mirov ewqas jê bitirsin. dema mirov li hejmara mirîyan jî binêre, ne hejmarek ewqas zêde ye ku ji bo dinyayê an jî çînê tehtîd be. lê ji ber ku agahî ne zelal in, heye ku ji tirsa me jî zêdetir talûke hebe. |
|
2020.02.09-15:11 ~15:12]|
simurg56
![]() |
19. Gorê amarên ten aşkire kirin êdî hijmara kesên nexwaşiyê derbas dikin ji yên nû nexweş dikevin zêdetir e. ![]() Ez dibêjim derdora 10.000 kesên bimirin lê ew e paş çend mehan bi temamî wenda bibe. Lêbelê ziyanek pir xirab da welatên asyayê; koreya başûr, japonya û of course çîn. |
|
2020.02.19-03:32 |
cinorek
![]() |
20. nexweşiya ku bi min tê fişal kirin. ji xwe mirovên pîr, ên xwedî nexweşiyên giran, bi sermayekî dibin pnomonî û dikarin jê bimirin. |
|
2020.02.19-14:31 |
brusk56
![]() |
21. giha ye wan'ê. ji xwe terciha favorî a bobelatan vê dawiyê wan e. |
|
2020.02.23-23:29 |
brusk56
![]() |
23. Vîrûsa ku bandora wê li çînê kêm dibe lê li cîhanê zêdetir dibe. Gelek welatên ji xeynî çînê hejmara miriyan çiqas diçe zêdetir û gurtir dibin. |
|
2020.02.23-23:41 |
xelîl
![]() |
24. serok erkanê çînê Si cinping gotiye ev vîrûs hê tiştek tevlihev e. |
|
2020.02.24-00:35 ~00:37]|
brzn
![]() |
25. Çend rojan berê Li wir (li koreya başûr) jineka ku ew nexwaşiya lê hebû beşdarê perestîşên kilîsê bûybû. |
|
2020.02.25-13:17 ~13:19]|
cinorek
![]() |
26. îhtîmalek mezin êdî li tirkiyê ye jî. li wanê behsa 3 nexweşan hat kirin lê paşê gotin di wan de vîrûs nehatîye dîtin. lê ji ber ku li îranê heye, îhtîmal pir zêde ye ku gihabe tirkiyê jî. |
|
2020.02.25-19:46 |
simurg56
![]() |
27. vîrûsa korona çi ye ? |
|
2020.02.28-00:17 |
brzn
![]() |
28. Li silêmaniyê 4 kesan de test pozîtîf derketiye û 3 zilam û jinek de vîrûs hatiye dîtin.Ew kesan qasek ewil ji îranê hatine. |
|
2020.03.01-22:10 |
brzn
![]() |
29. vîrusa ku meriv dide mereqkirin ku çawa heta niha xwe negihandiye tirkiyê. * |
|
2020.03.02-10:53 |
xelîl
![]() |
30. vîrusa ku gihiştiye 70 welatan û nêzê 90 hezar mirov ji vê vîrûsê nexweş ketine. û heta niha 3 hezaran zêdetir mirov mirine. |
|
2020.03.03-09:22 |
xelîl
![]() |
31. Li gor agahîyên ku tên li îranê 23 parlementer bi vî nexweşîyê ketine.Hevaleke rojhilatî heye ,dibêje ev nexweşî wê bibe dawîya wan.Ji bo ku xwedê wisa dixwaze. |
|
2020.03.03-14:30 |
brzn
![]() |
32. Bijîşkên rojhilatî bi govenda xwe amede bûne ji bo vîrûsa korona. |
|
2020.03.03-22:48 |
cinorek
![]() |
33. li ser vê vîrûsê zêde gotegot hene. boşûbelaş, zana, textor filan bêvan... her kesek tiştek dibêje. yên boşûbelaş siktir ke lê mirov ji zanayan jî bawer nake. û van kerên li tirkÎyê her henekê xwe bi vê vîrûsê dikin. her ku di twitterê de dikevim tag a vîrûsa korona, aciz dibim xebera dikime wan û derdikevim. miletek ev qas çawa dibe yaw!?!? xwezî vîrûsa kerona heba û van kera bikuşta. . |
|
2020.03.04-14:47 ~14:55]|
xwelî li ser
![]() |
34. Wezîrê tendirûstiyê yê romê mikur hat ku yek kes bi vê nexweşiyê ketiye. Ev kes hatiye karantîna kirin herwiha kesên têkiliya wan bi vî zilamî bûne jî hatine dorpêç kirin. |
|
2020.03.11-17:21 |
tîrêj zana 21
![]() |
35. heta demeke dirêj rojeva cîhanê û kurdan dê ev be. |
|
2020.03.11-18:47 |
lehî baranyan
|
37. Em ne koronayê em tirsa bimrin |
|
2020.03.12-14:17 |
dilreş
![]() |
38. nexweşê/a duyemin jî peyda bûye li tirkiyê. kifş e ku van rojan wê jimar nexweşan zêde bibe jiber wextê kurkbûna vîrûsê hêdî hêdî diqede. |
|
2020.03.13-11:20 |
xelîl
![]() |
39. û herwiha li tirkiyê hinek pêşgirî ji bo belavnebûna vîrûsê hatine kirin. |
|
2020.03.13-11:28 ~2020.03.18 09:56]|
xelîl
![]() |
40. û herwiha jî aliyê partiyên kurdan ve li bakur pîrozbahiyên newrozê ya 2020an hatin betalkirin. |
|
2020.03.13-11:30 |
xelîl
![]() |
41. zûbizû guh nadim tiştên fîşalkirî. ji xeterên bi ihtimaleka piçûk zûbizû natirsim. lê belê ev yek zirava min qetand. ne jiber ku ji bo xwe ditirsim. zirava min qetya jiber ku min di jiyana xwe da tişteka weha nedîtîye. û min bawer nedikir ku heya mirinê bûyereka wisa çêbibe û ez bi çavê xwe bibînim. |
|
2020.03.14-02:03 |
mirovekirind
![]() |
42. Li Tirkiyê Hejmara nexweşan bûye 18. |
|
2020.03.16-08:43 |
xelîl
![]() |
43. Vîrûseke êdî psîkolojiya me xirab kiriye. Xwedê me jê biparêze çi bêjim wa em nikarin xwe biparêzin. |
|
2020.03.16-10:56 |
xabûrî
![]() |
44. Bûye sedema paqijiyê. Ji her derê bêhna qolanya û sabûnê tê. Hingî min destê xwe şûştibû îro min tiliya xwe danî ser mekînê, şûna tiliya min nedixwend, şûna tiliya min jê çûbû. Bi saya wê emê 3 hefta bêhna xwe bidin. De xwudê ji min û wê re mezin e. |
|
2020.03.16-13:50 |
tîrêj zana 21
![]() |
45. Ew çi bu li me qe wimî? Pirî mala xera kirîye. înca bi rastî xelayî tê. |
|
2020.03.16-21:44 |
hêdî kurro hêdî ma qey xelaye
![]() |
46. xetereyek gelek gelek mezin e. îdîayek virt û vala ye. erê her roj ji ber pehînên hêstiran jî bi sedan kes dimirin lê mesele ne ew e. 1- ev vîrûs gelek lez belav dibe. 2- eger em ji bo nexweşekî, hemû derfetên nexwşxaneyê bi kar bînin jî, îhtîmala mirina nexweş %3 fîlan e. 3- dema vîrûs li milyonan belav bû, wê sîstema nexwexaneyan hilweşe û wê rêjeya mirinê belkî bibe %10 an jî 20. li ser rûyê dinyayê tu dewletek tune ku di senaryoyekî wisa de bikare xizmeta tendûrîstiyê bide hemû welatîyên xwe . wê demê dibe ku 100 mîlyon mirov jî bimirin. li navçeya ku ez lê me, nifûs 250.000 e lê li nexweşxaneyê tenê 10 cîhazên bo piştgirîya nefesê hene. eger di heftîyekê de 1000 nexweşên bi zature werin, wê %99ê wan nekarin bikevin van cîhazan û vêca ew û şensê xwe. ev li alîyekê. ji aliyê din ve: dema ev cîhaz tije bûn (ku dikarin dikarin di nava nîv saetan de tije bibin), dema we qezayek kir, hûn ê nekarin emelîyat bibin ji ber ku wê anestezî nekare we razîne. wê nexweşên kanserê û nexweşên din yên giran, wê hemû vêxwedî bimînin. wê bi hezaran kes jî wisa bimirin. welhasil, esas xwedîyê vê îdîayê divê hişê xwe bide serê xwe. |
|
2020.03.17-20:55 |
simurg56
![]() |
47. Mîjarên derbarê vîrûsa korona de weşanên bi zimanê kurdî heta niha 6 rûpel cîh li ser google girtiye. Here lînkê |
|
2020.03.17-23:46 ~23:48]|
brzn
![]() |
48. wezîrê tenduristiyê a tirkîyê gotiye kesa yekem ji ber vîrûsa koronayê giyana xwe ji dest da. |
|
2020.03.18-00:12 ~15:30]|
brzn
![]() |
49. Rewşa nexweşiyê li Tirkiyê: |
|
2020.03.18-11:19 |
xelîl
![]() |
50. Çiqa dibihure mirî û nexweş zêde dibin. Ya herî dawî min xwend digo 2 kes mirine ,198 jî pê ketine. Her kes ketiye hundirê xwe û dikan filan jî girtîne. Rewş ber bi nebaşiyê de dere. Ji mala xwe derneyên, haj xwe hebin. |
|
2020.03.19-14:06 |
tîrêj zana 21
![]() |
51. vîrûsa ku bûye sedema nederkatina gel ji derve. xwe parastina herî baş mal de mayîn e, heta ku dermanê vê vîrûsê hat afirandin..başûr û rojava derketina derve qedexe bûye.hejmara mirîyên rojhilat û îrane herroj zêde dibe.derîyen sînor hatine girtin.balafirxane naşixulin.li cîhanê de kurbanîyen herî zêde îtalî ne.tê gotin wî welatî 3500 derbasbûyî ye.hejmarên mirîyên îtalî ê çîn ê derbasbûye.jı bo xwe,ji bo malbata xwe,jı bo netewê xwe divê gere mirov xwe biparêze. |
|
2020.03.19-21:35 |
golikvan
![]() |
52. (bnr: korona derew e) |
|
2020.03.19-22:47 |
dilreş
![]() |
53. Van rojan ji ber vîrûsa koronayê kitêba (bnr: albert camus) ya bi navê (bnr: the plauge) an jî bi wergera tirkî (bnr: veba) cardin ketîye rojeva dinyayê, ya xwendevanan û nivîskaran. |
|
2020.03.20-03:15 ~03:16]|
lehî baranyan
|
54. mixabin li tirkiyê ji hemû dewletên din leztir belav dibe. |
|
2020.03.20-07:09 |
simurg56
![]() |
55. (bnr: pandemî) |
|
2020.03.20-09:25 |
xelîl
![]() |
58. (bnr: vîrûsa koronayê) |
|
2020.03.20-15:38 |
giyanstêr
![]() |
59. Vîrûsa ku bi lez û bez belav dibe.li gor agahiyên min bi dest xistine hejmara kesên pê ketine li romê gihaştiye hezara.wer dixuye dê hîn jî bêhtir bibe. Hikumat hêdî hêdî hejmarê bilind dike. Dernekevin derve, yên ciwan dibêjin bi me nagire û dertên, law ma bi we nagire îja hûnê werin malê dêbavê xwe, kal û pîrên xwe pê bixin.heşê xwe bi serê xwe din, li malika xwe rûnên. |
|
2020.03.21-00:44 |
tîrêj zana 21
![]() |
60. bi sedan kes pê ketine û aşkereye ku wê gelek kes jê bimirin li tirkiyê, ji riyê nezan û bêaqilan da tiştên xirab tên serê meriv, ji ber vê yekê baştire qederekî mirov li mala xwe bisekine û dernekeve derva. |
|
2020.03.22-07:58 |
afa
![]() |
61. Kesik min bawer nekir, digotin fikra te tirt û wala an ji tespîtek peradayîye. |
|
2020.03.22-11:11 ~11:13]|
dilreş
![]() |
63. Li romê hejmara miriya gihaştiye 21 a, hejmara kesên pê ketine jî bûye 987. Li gor pispora kesên pê ketine 10 qatê vê hejmarê ye. |
|
2020.03.22-13:12 |
tîrêj zana 21
![]() |
64. Haya nivîskarê ku ev mîjar vekiriye dibe ku nizanibe mijarek wiha jixwe heye |
|
2020.03.22-18:03 |
brzn
![]() |
65. korona nîne, çewt e, tenê tirk wisa dinivisînin, navê wê yê rastî (bnr: coronavirus) e |
|
2020.03.23-05:37 |
afa
![]() |
66. Ka korona hebu, qayyum ji bo çiye? |
|
2020.03.24-00:05 |
dilreş
![]() |
67. Hûn tirkî aciz dibin, lê belê îngilîzî aciz nabin '' em çima corona binivîsin? '' |
|
2020.03.24-00:08 |
dilreş
![]() |
68. malpera worldometers rewşa dawî ya vîrûsa koranayê bo hemÛ welatan parwe dike. Here lînkê |
|
2020.03.24-02:19 |
cinorek
![]() |
69. ji rûyê vê vîrûsê heta niha hejmarên yê ku mirine 20 hezarî derbasî bûye,hejmara yê kû tuşî vê vîrûsê bûyîne jî nêzî nîv mîlyon kesin!!! |
|
2020.03.25-23:05 |
golikvan
![]() |
70. bobeletek pir mezin e. |
|
2020.03.26-00:23 |
brusk56
![]() |
71. Agir bi dinyayê xistiye. Ez jî di nêv de. Îroj şûnde têkiliyê min wê zêdetir be. Mijarek wek pêşniyara jî hebe wê xweştir be. |
|
2020.03.26-22:15 |
rizgarm
![]() |
72. Wê bibe sedema krîzek global û di sîstema navneteweyî de guherînên girîng bi xwe re bîne. Reaksiyonên ku dewletên mezin didin dê piştî pandemîyê cihê wan ên nû di nav vê sîstemê de kifş bike. |
|
2020.03.26-23:02 ~23:05]|
xelîl
![]() |
74. Hîna destpekê de malik li tenduristvanan şewitandiye. Li çavderiya domdar dişixulim em jî dikevin nav "nexweşxaneyên pandemiyê". Çar nexweşên bi vê şikê heye me test ji wan şand lê ev sê roj e hê encam nehatine. Em newêrin herin mala xwe. Ger encam pozîtîf derkeve wê ji me jî ornek bistînin û bişînin. Hê tu semptom li cem min tuneye lê dixwazim tomografiyek pişikê bidim kişandin û nizanim beyî semptoman heftak bes e an na. Loma min biryar daye du-sê rojên din jî bisekinim. Belkî heta wê çaxê encamên nexweşan jî were û em zanibin çi li pêşiya me ye. |
|
2020.03.27-14:20 |
biaqila malê
![]() |
75. bobelateke mezin e... |
|
2020.03.27-14:44 ~14:47]|
ferhenga şikestî
![]() |
76. Bobelateke mezine ku hêj gelê me girîngiya wê fêm nekiriye. Hêj li navçeya me weke ku tiştek tune be hemu dikan, kargeh vekiri ne. Bazar bidev re ye. %80 gelheya welat çi jî bikin dê pê bikevin. Ev rastiya vê şohbê ye, lê ya gring heta ji dest mirov bê divê xwe biparêze û xwe ji der û dorê xwe xalî bike. Da ku dereng bi vê nexweşiyê bikeve. An jî xwe di nava %20 î de bihêle.Çi qa dereng pê bikevin ew qas baş e. Ji ber heke hemu kes carekî de pê bikeve pergala tendirustiyê dê neçar bimîne û bikumuşe. Û bila guh nedin vanê dibêjin simaq, biyok, hinguv hwd. Derman e. Her carê yek dertê dibêje peyamger hatiye xewna min û dermanê wê ji min re gotiye. Ese ese guh nedin van sixtekaran. |
|
2020.03.27-23:07 |
tîrêj zana 21
![]() |
77. Dirana min diêşe dibêjim ji ber corona ye, serê min diêşe dibêjim ji ber corona ye, piçek xwe bêhal hest dikim dibêjim aha ez mirim.. heke ne ji ber vîrûsê be jî, em ji ber psîkolojî ya xwe ya xera bimirin elawekîl. |
|
2020.03.28-17:29 |
roz
![]() |
78. Her roj vîdyo û parveyên derbarê koronayê de her diçe zêde û balkêş dibin.Xwedê Kurdan biparêze. |
|
2020.03.28-22:42 |
brzn
![]() |
79. Navê tevahiya vîrûsên "covid-19, sars û mers"ê ye. |
|
2020.03.29-05:14 ~05:20]|
mansûr
![]() |
80. vayroza Koronayê pir xeter e. Lê mixabin kes ji vê yekê ne agahdar e. Neagahdariya kesan jî ji bo aboriya wan e. Nexweşî wê gelekî belav bibe. Bi xwe parastina kesane pêşî li vê nexweşiyê nayê girtin. Xuya ye dewletên li ser rûyê cîhanê giş kapîtalîzmê diparêzin. Nikarin heyvekê bacê ji gelê xwe nestênin an jî standina bacê heyvekê paşve bixin. Dîsa çareseriya herî girîng xwe parastin e û mayina maldeye. |
|
2020.03.29-14:17 |
zanyarêbêdiran
![]() |
81. Hejmara nexweşên li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê gihiştiye 10 hezaran û hejmara miriyan jî gihiştiye 131an. |
|
2020.03.30-01:20 |
xelîl
![]() |
82. vîrûsa ku îtalya, îspanya, amerîqa û fransa daye pey xwe rapêç kiriye diçe |
|
2020.03.31-11:02 ~11:03]|
bûtîmar
![]() |
83. Virûsa ku Tirkîye ji bo pera kampanya çêkirî ye. |
|
2020.03.31-19:03 |
dilreş
![]() |
84. Her tişt li alîkî dibêjin ji ber ku piştî belavbûnê vê vîrusê xelk li malên xwe ne, qirêjîya hewayê jî gelkî daketiye. Dinya jî ji xwe re bêhnek girt |
|
2020.03.31-19:36 |
bedirxan
![]() |
85. Niha li romê hejmara kesên pê ketine gihaştiye 15679 a, hejmara miriya jî bûye 277. |
|
2020.04.01-19:56 |
tîrêj zana 21
![]() |
86. rêjeya berbelavbûnê pir zû bilind dibe. hikûmeta tirk naxwaze (nikare) barê qedexekirina derketina kolanan hilgire û budçeyek bo pêwîstîyên gelê xebatkar terxan bike. Herkes diçe kar lewma korona wek ba belav dibe. Heger Çîn ji xwe re bikin mînak rêbazên wan bên sepandin û qasî heyvekê derketin mînîmîze bikin wê ev bela ji stûyê me vebe. Lê vê dewletê çi karek qenç kirye da ji vê qrîza global rûspî derbikeve. hêj wek parsekan pere ji milet dixwaze. Çi dewletek pîsek, rezîl û xwînmije. |
|
2020.04.01-20:36 |
hespêsor
![]() |
87. belavbûna wî pirr pirr hêsan e bo ku gel vî yekê fêhm nake.Bi rastî min jî fêhm nedikir , lê piştê dîtina tûşbûna kesên navdar ku şewbayê ketine min fêhm kir, ev pirr hêsan belav dibe.Ji bo ku li ser tiştan ve digire û zû zû jî pûç nabe.mînak li ser tiştên plastîkî heta 72 saetan disekine.Kesên ku li derva devê wan vekirî digerin , ew kesên ku fêhm nakin e. |
|
2020.04.01-20:53 ~20:54]|
brzn
![]() |
88. Ez bawer kena bi eno halê xwu do nêweşî hemî ca de vila bo. şarê ma qet aqilê xwu nêgêno serê xwu. şîret zî ên rî feyde keno! homagirteynî nêzanî vîrûs çî yo, feqîrê homayî nêzanî xwupawitiş çî yo. |
|
2020.04.01-21:09 |
kajav
![]() |
89. mixabin bûye sedema mirina xoceyê me yê pir pir hêja, prof. dr. cemil taşcioglu. |
|
2020.04.01-21:14 |
simurg56
![]() |
90. hewce ye ku derketina kuçe û kolana qedexe bibe |
|
2020.04.04-18:21 |
afa
![]() |
91. li dinyayê hejmara mirovên ku jiber vê vîrûsê nexweş ketine bûye 1.1 milyon û yên mirine bûye 60 hezar. |
|
2020.04.04-19:33 |
xelîl
![]() |
92. Esselamu Aleykum |
|
2020.04.04-21:07 |
rûbar
![]() |
93. Vîrûsa ku bûye pêlîstok bo hemû hişmendiyan. Her hişmendiyek sedema hatina vê nexweşiyê bi awayekî bi xwe ve girê dide. Bisilman dibêjin, ev nexweşî bo ceza kirin û bal kişandina xeteriyê mirovan ji aliyê xwuda ve hatiye şandin. Komunîst dibêjin, bi vê nexweşiyê, rewşa pergala kapîtalîst derketiyê holê û bi vê pergalê jiyan nameşe, divê dewletên kapîtalîst heşê xwe bi serê xwe din û li sosyalîzmê vegerin. |
|
2020.04.04-23:31 |
tîrêj zana 21
![]() |
94. Here lînkê |
|
2020.04.05-02:45 ~2020.04.13 01:37]|
afa
![]() |
95. rewşek pir nexweş e xweda alîkarê me be bi taybetî yên ku bê dewlet * |
|
2020.04.05-05:30 ~2020.04.06 05:22]|
de facto hozan
![]() |
96. Bi xêra vê vîrûsê carina xwe weke dîstopyayekî de hîs dikim ev demeke her çi qas min xwe zêde îzole nekiriye jî ji gelek tiştan. |
|
2020.04.06-04:18 |
endazer
![]() |
97. Vîrûsa ku kifş e di vê meha avrêlê de wê berbilavtir û geştir bibe. Sîstema navneteweyî wê çiqas û heta kengê li ber xwe bide nizanim lê ezmûnekê mezin dide niha. |
|
2020.04.06-05:06 |
xelîl
![]() |
99. vÎrÛsa ku neçalakbÛna bijîşkên tirşikÊ berçav kiriye. mixabin bijÎşkên tirşikê di vê ezmûnê de di polê de man. bi qasî ku ji dest wan dihat raya giştî û tirşikvana agahdar nekirin. herwiha kesÊn dibÊjin korona derew eji baş serwext nekirin e. her çend hewl dane çend agahiyan bidin jÎ bi ya min ev agahî û hewldan kêm û lawaz mane. ji xwe derketina kesÊn ku ji vÊ vÎrÛsê bawer nakin jÎ vÊ idayÊ piştras dike. |
|
2020.04.07-17:02 |
tîrêj zana 21
![]() |
100. jiyana hemû kesî guherand. ji zarokê 1 salî heta, zilam an jî jina 80 salî, jiyana herkesî giherand. |
|
2020.04.07-19:58 |
brusk56
![]() |
101. li îtalîa êdî xelq di malê xwe de dimrin , meytê wan dibe berete . |
|
2020.04.08-02:05 |
shwinsherm
![]() |
102. Hejmara nexweşan li dinyayê bûye 1.7 milyon û li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê bûye 52 hezar. |
|
2020.04.11-23:41 |
xelîl
![]() |
103. Ev vîrus bûye toqa nehletê ketiye sitiyê mirovan, ez bawerim pirahiya mirova pê ketiye û derbaskirine jiber ev nexweşîn 2-3 meh zêdeye heye dema nû derket taxê qewlî bavê teyar me jî para xwe û zarokên xwe bir malê û me qedand. dema li çînê ev mîqrob derket eynî wan roja serê min keliya,heraret rakir, serê min êşiya pozê min bû çemê nîlê gewriya min bû çola sehrayê û her kuxtek zirtek pêre, laşê min wekî qeşa antartîqayê dikim nakim germ nabim roja ewil wiha didomiya min lîmon û çay û nehna ter û hingivê sexte di cîhê şekirda kire qedehek çayê êdî çewa têde bi cî bû nizanim min vexwor nîv seetek derbas bû limin girankir ez bûm wekî miriyek birêde here bûm term min dev ji kar berda ez çûm malê nizanim çewa çûm malê û çewa bû şeveq jixwe ev nexweşîn li alîkî êşa diran li alîkî û ez jî li alîkî ez bawerim eleqeya vê nexweşînê û diran jî bihevre heye werhasil piştî nixamtinek baş ez şeveqê piçek başbûm min çû pakêtek hebên kedewê a bi navê (bnr: katarin) ev pir başbû ez bûm wekî bizmar vê carê min li nexweşînê girankir lê jiber çixarê û jiber vê seqemê ava min derxistibû êdî kuxikek ziwa her dikuxim qirka min diêşê dengê min bû wekî dîkê qîlqîlo, bu bire bira min bi taybetî bi şev dengê min qelew dibû heftekî wiha domiya hefta dudiya û sisiya jî bi hişê xwe natim edî hêdî hêdî başbûm |
|
2020.04.12-00:02 |
telebê hz mêdî
![]() |
104. şewba hê li tirkiyê giringiya wê nehatî fêm kirin e. |
|
2020.04.12-01:21 |
brusk56
![]() |
105. Her kes tiştekî dibêje ji wê vîrusê.Bê gûman sedama wê jî heye.ew sedem çi ye?hinek dibêjin yek Hechecîkan xwar mir û ew vîrus belav bû. Hinek jî dibêjin ew vîrûs destê însana hatîye amedekirin.Her du jî çikasî rast e jî, xwarina Hechecîkan çava belav bû min pir meraq kir. Çinê |
|
2020.04.12-01:36 |
dilreş
![]() |
106. ev vîdeo nîşan dide gava ku vîrus digihîje meriv, çi dibe, çawa dibe, çi tê serê meriv |
|
2020.04.13-03:31 |
afa
![]() |
107. vîrûsa ku derfet daye herkesî ku propagandaya bawerîyê xwe bike. |
|
2020.04.13-07:54 |
simurg56
![]() |
108. Malbata koronayê hatî ye ew vîrûs lê medya me tirsekî mezin xistî ye dilê me û wek fîlmên Hollywoodê de ji mere par ve kiriye. |
|
2020.04.13-09:43 ~09:44]|
dilreş
![]() |
109. Dermanê wî tînere, tînera selolozîk wekî hun zanin an nizanin tiner qat qat ji qolonyayê bi tesîre xwe pê desenfekte(biparêzin) bikin. Jiber ez çapkarê cila me dinava tînerêde emrê min derbas bûye min gelek caran kişandiye jî (di pozê xwede) ez tînerê baş nasdikim nava dilê meriv paqij dike, devû pozê meriv vedike kezebameriv dişo hênikdike.. ez di dawiya emrê wede we nekim muptezel û muptelayê tînerê : ) |
|
2020.04.13-12:24 |
telebê hz mêdî
![]() |
110. tîner dermanê wîye kesin belavbikin Kesên bi tînerê îtibar nabin jiwanre reçeteyek din binivîsim |
|
2020.04.13-16:08 ~16:09]|
telebê hz mêdî
![]() |
111. di serî de ez vê bêjim, ne vîrûsek sentetîk e. Bi timamî xwezayî ye û ji familyaya vîrûsekê ye. Ne pêwîste teorîyên komployê ne yanî. hêjmara sedane ya kuştinê ya covid-19yê ne biqasî sars-cov û mers-covê ye lê têgerîya wê ji ya van herdu pismamên wê zêdetir e. ji ber wê yekê kaosa ku xistî cîhanê ji ya herduyên dî zêdetir e. ji destî gelekê digihêje mirov ji ber wê yekê destê xwe her gav bişon. têgihiştina min a li ser vê quzzulqurtê evqas e. tiştek bala min kişandî hinek tixtorên pêşnîyarên ji bo ku mirov ji stresa wê dur bikeve kirî ye. mînak tixtorê tirk ê li emerîkayê dijî mehmet oz gotîbû ''ji bo ku hûn ji stresa coronayê dûr bikevin hûn dikarin seks bikin'' gelo xoce tû baş dibêjî lê hûn him dûrîya civakî dixwazin him jî dibêjin ji bo ku ji stresê dûr bikevin li hev şa bibin. ma em bikutin vîrusê dqn :/ |
|
2020.04.13-16:38 |
soryazyus
![]() |
112. (bnr: eser çetîn) bijîşkekî ji dêrika çiyayê mazî ye û di derheqê koronayê de agahî û bersivên kurdî dide. Gelek bala min kişand. Agahiyên ne pir cûda ye lê li ser tora civakî bi kurdiyek resen vîdyo û peyama parve dike. Wê bala we jî bikêşîne* |
|
2020.04.15-15:42 |
rizgarm
![]() |
113. Hejmara mirovên ji ber vê vîrûsê nexweş ketine bûye 3.2 milyon û hejmara miriyan jî bûye 213 hezar. ![]() |
|
2020.05.02-02:53 |
xelîl
![]() |
115. nexweşe koronavîrûsê ya nû ye. ew vîrûs, vîrûsê rna ye. cara pêşîn li wuhan da derket. |
|
2020.05.02-19:56 |
vîta
![]() |
116. a ku heta niha bûye sedema 247,033 mirovan. |
|
2020.05.03-21:12 |
brusk56
![]() |
117. Li welatên weke brezîlya, ekvator, hindîstan, meksika, hwd. hijmara mirîyan her ku tere pir dibe. |
|
2020.05.03-21:50 |
cinorek
![]() |
118. vîrûsa ku vaye bi qasê heftiyekê ye, leza belavbûna wê hindik bûye, bi taybetî li ewropa. |
|
2020.05.10-23:23 |
brusk56
![]() |
119. hejmara nexweşên vê nexweşiyê 4 milyonan û ya miriyan jî 280 hezaran bihurandine. her çiqas hejmara nexweşan li dewletên pêşketî û yên ewilîn ji nexweşiyê para xwe hildan kêm bibe jî li dewletên nepêşketî û feqîr yên gelek qerebalix in de berbilavtir û bihêztir dibe. kifş e bandora nexweşiyê di wan welatan de wê bibandortir û xirabtir bibe. |
|
2020.05.11-00:53 |
xelîl
![]() |
120. va çenda di nav kurdan de dîsa mewlûd û nanê fitarê didomin, bû çend cara gazî min jî dikin, ez dibêjim tiştê hun dikin ne rast e, dibêjin "tiştê ku xwedê nivîsandibe wê bibe". |
|
2020.05.11-01:04 |
afa
![]() |
121. Vîrûsa li amedê dîsa har bûye. Li gor nexşeya bajarên bi vîrûsê ketine li romê û bakûrê kurdistanê amed yekem bajêr e. Ji ber bilindbûna hejmara kesên tûşbûyî walîtiya bajêr, ji îro pê de derketina derva ya bê maske qedexe kiriye. Divê heçiyê derkete derve û li cihê girtî maske bidin ber devê xwe. |
|
2020.06.10-00:16 |
tîrêj zana 21
![]() |
122. No,virûs kewt hemî cay miyan,tenya nêkawt cayêko ez tey dî gureyêna,belki minji xeyri ney virûsî çend roji xorê rekwtê keyidê xo dê goştariya sarêdê xo bikerdê |
|
2020.06.10-00:53 |
zimistanî
![]() |
123. ev çi xezeb bû li ser me barîya ya Reb |
|
2020.06.10-02:18 |
şev
![]() |
124. Hinek jî bidome emê tev ji berdevk/maske an goh bel bibin an jî kol bibin, li farqînê meriv dertê derve tu dibêjî qey êvara e'ydêye, li restoranta dinihêrî dibêjî mirov hatine nanê fitariyê jixwe qehwexana nepirsin dibê qey diçin tewafa kabeyê.. û kêm kes maske bikar tînin îro ez û hevalek li du çerxa bi motor siwarin me sparişan dibir ez li pişt siwarim maske li binê çena mine em çûn nuqteya kontrolê parêzer got maske yê xwe bidin ber devê xwe hê derbas bibin, hevalê min jî maskeyê xwe hinda kirûbû hingê got bide ber devê xwe hê derbas bibe ew jî tirsiya ku bibêje tune a ku min dît ji cêba xwe bone derxist da serê xwe * û bi rê ket parêzer jî keniya got xwedê te çibike min gazîkir mingot em diçin dermanxanê emê bistînin û dermanxaneya çi halê çi.. ev vîrûs mirova kiriye qeşmer û hiştiye hevalek jî maskeyê sipî di ser yê reşde daye ber devû pozê xwe dibêje ezê herim bira min xelat bikin jiber min du maske daye ber devê xwe * dibê ma çima qey wê timî ceza bidin? Mingot welleh tu rast û baş dibêjî.. |
|
2020.06.10-22:19 |
shorbevan
![]() |
125. Li Amedê her ku diçe zêde dibe.. |
|
2020.06.10-23:18 |
xeletnivîs
![]() |
126. di rojekî da 300 kes pê ketine. |
|
2020.06.11-03:08 |
bûtîmar
![]() |
127. Nexweşên coronayê li ba me ji van astan derbas dibin: Ji gumanbaran nimûneya dev û poz digrin, tomografiya wan dikşînin. Heke nimûne erênî lê tomografî paqij derkeve li ba me dimîne, heke herdû jî lihevhatiyê coronayê be dişînin navendê. |
|
2020.06.22-16:46 ~16:48]|
rizgarm
![]() |
129. Îro çu bum ATM'ê pere bikşînim, herkes nav xwe di 3-4 gav dihêle.Maske jî devê min deye û wê germa havînê bêhna min diçikîne. Ez hîn dora ATM'ê me. Hema 10 dk sekinîm. |
|
2020.06.24-00:04 ~00:11]|
dilreş
![]() |
130. Devlet ji bo wê vîrusê, dergetina dereve bê maske qedexe kir. |
|
2020.06.26-00:45 |
dilreş
![]() |
131. Ew vîrûs Çînê an çihekî din belav nebûye.Berê naw mîrovan debu. Medya û Medyaya Civakî her cikasî mirovan ditirsin e ji dibeje ew korona '' nû'' ye. Devên xwe dibêjin. Sedama wê yekê ez nizanim lê ew derevek mezin e. |
|
2020.06.26-00:50 |
dilreş
![]() |
132. Naqede, her roj canê hinekan distîne, hê tu çare û derman jê re xuya nake |
|
2020.08.29-20:21 |
afa
![]() |
133. kompanyaya elmanÎ pfizerê doh ragihand ku dermanê wan çêkirî encama 90% serkeftî tide. |
|
2020.11.10-06:02 |
cinorek
![]() |
134. sernavê ku di tirşikê de neketiye rojeva min lê meheke sax ji ber wê di karantînayê de mam. di wê dewrê de min gilî û gazincan kir, kuro ez çima demokrat im û ez çima bi mentiqî tev didim hema çêra li wuhaniyan, çîniyan bike û rehet bibe. bi rastî jî xelk bi vê riyê bara psîkolojiyên xwe sivik dikin. lê ji min nehat mîna rastgirên fehmkoran tev bidim. her wiha. ji wê hez nakim û nebûya peyveke biyanî û ji ber wê qertafên mêbûnê hilnegiriya min ê wê wekî tiştekî nêr xeyal bikira. hemû pîsîtî ji serê mêran derdikeve, ev jî girêdayî vî meselê ye qey. min xwest çi bibêjim, niha çi dibêjim nizanim. bi xairê te sernav, ne tu vîrûsa kumik ser bariyayo!* |
|
2020.11.11-02:05 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
135. her çiqas nûçeyên dîtina aşiya koronayê belav bibe jî belavbûna aşiyê bixwe dê salek zêdetir bigire. lewma bi taybetî dewletê paşdemayî û yên pêşdikevin di bin talûkeyê de ne. |
|
2020.11.24-01:59 |
xelîl
![]() |
136. mîkroorganîzmaya ku wê sala 2021an jî biherimîne. li b akur rewş hîç ne baş e. di gelek nexweşxaneyan de ji bo nexweşên giran cî nemaye. vê biharê hemû nexweş dihatin razandin lê dîsa jî evqas problema cih çênebûbû lê vê gavê tenê nexweşên navînî û giran tên razandin, dîsa jî cih min peyda nabe gelek deran. eger wisa dewam bike, wê gelek nexweşên ku dikaribûn bijîn, wê ji ber kêmasîya tedawîyê bimirin. |
|
2020.11.30-22:32 |
simurg56
![]() |
137. Nexweşiya ku min jî bihurand mixabin. Zêde giran nebû: hinek tayê û serêşê bi min girt û hertim bê hal û bê qîdûm bûm. sê rojan dewam kir lê piştî wê tiştek nema. Diho karantîna xelas û îro derketim derve. |
|
2020.11.30-22:43 |
xelîl
![]() |
138. Virusa ku derziya wê hê nehatiya pêşxistin e. Derzîya herî zû li dora 4 salan hatiya pêşxistin. Vêca wê çawa çê bibe nizanim. |
|
2020.12.01-21:20 |
hueyn
![]() |
139. de ka dereke dî nema çûn ji çînê derzî anîn! emanet li xwe nedin. xwedê zane çiye. |
|
2020.12.02-16:29 |
xwelî li ser
![]() |
140. Virusa go li brîtanyayê şiklekê wê î nû hatiye dîtin e go ji ya dî zûtir belav dibe. |
|
2020.12.15-00:19 |
hueyn
![]() |
141. vîrusa ku bi mûtasyona xwe hê nû di çapemeniya tirka de bûye rojev. berî 6 roja min nivîsîbû. navê mutasyona nû ya koronayê VUI – 202012/01 e. |
|
2020.12.21-19:53 |
hueyn
![]() |
143. Vîrûs mûtasyon derbas bike çîye ne be çiye? Em dîsa maske deynin ser pozê xwe, dîsa derketina derve qedexe bikin.Hêvî dikim ew bela zêdetir serê me ne êşînî..! |
|
2020.12.22-01:59 ~02:05]|
dilreş
![]() |
otoasîmîlasyon [1] |
|
![]() |
meral daniş beştaş [1] |
![]() |
taveheyv [1] |
![]() |
yekemîn civîna nivîskarên tirşikê a onlîne [1] |
waar tv [1] |