Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 22 peyam
vîrûsa koronayê - tirşik
vîrûsa koronayê

Navê mijarê ya ewil ev bû:vîrûsa korona
(27) (4) (8)
di mijarê de bigere

58. Kesik min bawer nekir, digotin fikra te tirt û wala an ji tespîtek peradayîye.
Werin kerem bikin wî zilamê guhdar bikin.
https://www.facebook.com/314483922066046/posts/1608740532640372/?extid=GaGFK3h5HW5XRJsD&d=null&vh=e



22.03.2020 11:11 ~11:13 | dilreş

59. (bnr: covid-19)



22.03.2020 12:12 | bûtîmar

60. Li romê hejmara miriya gihaştiye 21 a, hejmara kesên pê ketine jî bûye 987. Li gor pispora kesên pê ketine 10 qatê vê hejmarê ye.



22.03.2020 13:12 | tîrêj zana 21

61. Haya nivîskarê ku ev mîjar vekiriye dibe ku nizanibe mijarek wiha jixwe heye
(bnr: vîrûsa koronayê)



22.03.2020 18:03 | brzn

62. korona nîne, çewt e, tenê tirk wisa dinivisînin, navê wê yê rastî (bnr: coronavirus) e



23.03.2020 05:37 | afa

63. Ka korona hebu, qayyum ji bo çiye?



24.03.2020 00:05 | dilreş

64. Hûn tirkî aciz dibin, lê belê îngilîzî aciz nabin '' em çima corona binivîsin? ''
Bila em ș'yê jî bikin sh
Bila em ç' yê jî bikin ch
Ji ber ku tipên tirkî jî hene.
Ma na be?
Birêz @afa



24.03.2020 00:08 | dilreş

65. malpera worldometers rewşa dawî ya vîrûsa koranayê bo hemÛ welatan parwe dike. Here lînkê
di nav lîsta wan de welatên ne-serbixwe mina saint lucia, cayman islands, palestine jî hene. lê kurdistan tinne ye.
dive navê kurdistanê (başûr) jî êdî di lîstên wisa de her tim hebe. bi wê sayê dinyayê zêdetir hînê navê kurdistanê bibe.



24.03.2020 02:19 | cinorek

66. ji rûyê vê vîrûsê heta niha hejmarên yê ku mirine 20 hezarî derbasî bûye,hejmara yê kû tuşî vê vîrûsê bûyîne jî nêzî nîv mîlyon kesin!!!
xwedayê dilovan me hemû mirovên cîhanê biparêze.



25.03.2020 23:05 | golikvan

67. bobeletek pir mezin e.
heta xelas bû wê bi xwe re bi sedhezaran mirov bibe. wisa xûya dike.
dawiyek hêwilnak li benda dinyayê ye.



26.03.2020 00:23 | brusk56

68. Agir bi dinyayê xistiye. Ez jî di nêv de. Îroj şûnde têkiliyê min wê zêdetir be. Mijarek wek pêşniyara jî hebe wê xweştir be.



26.03.2020 22:15 | rizgarm

69. Wê bibe sedema krîzek global û di sîstema navneteweyî de guherînên girîng bi xwe re bîne. Reaksiyonên ku dewletên mezin didin dê piştî pandemîyê cihê wan ên nû di nav vê sîstemê de kifş bike.

Û herwiha ev nexweşî qelsiyên di nav pergala birêvebirina dewletan û hikumetan de jî derxistin holê. Û wê ev jî bibe sedema jêpirsînên bideng ên ji aliyê girseyên mezin ve. Yek ji van jêpirsînan jî ew e ku heta niha çima bi milyaran serwet ji bo tiştên leşkerî hatiye xerckirin lê ji bo teknolojî û kapasîteya pergala tenduristiyê zêdetir pere nehatiye dayîn.

Li vir bill gates di sala 2015an de di axaftineka xwe ya tedê de li ser mijara xetereya pandemiyek cihanî diaxife û qala qelsbûn û nebesbûna sîstema tenduristiyê ya navneteweyî dike û dibêje sibe dusibe pandemiyek biqewime wê bi mîlyonan însan bimirin. Lê tu kesî guhdarî gotina vî camêrî nekiriye mixabin.





26.03.2020 23:02 ~23:05 | xelîl

70. Hîna destpekê de malik li tenduristvanan şewitandiye. Li çavderiya domdar dişixulim em jî dikevin nav "nexweşxaneyên pandemiyê". Çar nexweşên bi vê şikê heye me test ji wan şand lê ev sê roj e hê encam nehatine. Em newêrin herin mala xwe. Ger encam pozîtîf derkeve wê ji me jî ornek bistînin û bişînin. Hê tu semptom li cem min tuneye lê dixwazim tomografiyek pişikê bidim kişandin û nizanim beyî semptoman heftak bes e an na. Loma min biryar daye du-sê rojên din jî bisekinim. Belkî heta wê çaxê encamên nexweşan jî were û em zanibin çi li pêşiya me ye.



27.03.2020 14:20 | biaqila malê

71. bobelateke mezin e...
li gorî îstatîstîka daneberhevdana îtalya û tirkiyê rewşa tirkiyê ji îtalyayê xirabtir e.
di roja 16an a eşkerbûna covîdê de li îtalyayê 1701 nexweş û 41 mirî hebûn li tirkiyeyê jî 3629 nexweş û 75 jî mirî hene mixabin.
doktorên wek canan karatay, oytun erbaş û yavuz dîzdar ji vir heta du sê hefta beriya niha jî derdiketin televîzyonan û digotin li tirkiyê ti tişt bi me nayê. bi taybetî oytun gotibû di kişwera behra spî de yanî li derdora behra spî de dê ev vîrus zêde belav nebe. lê me dît ku li îtalyayê hejmara mirîyan ji çînê jî zêdetir e û her roj bi sedan mirov dimirin. mixabin oytun gelek populer bû. hama bêje mîna popstarekî ji qanaleke radibû hê qûna wî ziwa nebûyî diçû qanaleke dî loma tesîra gotinên wî yên derê zanîstî li ser civakê çêbû. gere dîplomaya her sê doktaran jî ji wan bên girtin û nema karibin doktoriyê bikin. hê jî civata me bi pirranî hay ji giringiya vê vîrusê nîn in.
ez bawer im li kurdistanê gelheya nexweşan dê bigihêje sed hezarî.

dewleta tirkiyê jî hem ji ber aboriya xwe ya qels hem jî ji ber rêlibergirtina sistbûna desthilatdariya akpyê hê jî pêngavên sereke neavêtine sed mixabin belkî heta saleke dî bi milyonan welatî li ber vê nexweşiyê bikevin.
ez jî xanima min jî em di sektora tenduristiyê de dixebitin ji loma ez halê hazir nezaniya xelkê her roj dibînim. xeber nakeve serê wan, ji bo ku serê wan diêşe tên doktoran, li ber mala min bazar heye heftaya borî min lê nêrî heta devê derî însan hebûn.



27.03.2020 14:44 ~14:47 | ferhenga şikestî

72. Bobelateke mezine ku hêj gelê me girîngiya wê fêm nekiriye. Hêj li navçeya me weke ku tiştek tune be hemu dikan, kargeh vekiri ne. Bazar bidev re ye. %80 gelheya welat çi jî bikin dê pê bikevin. Ev rastiya vê şohbê ye, lê ya gring heta ji dest mirov bê divê xwe biparêze û xwe ji der û dorê xwe xalî bike. Da ku dereng bi vê nexweşiyê bikeve. An jî xwe di nava %20 î de bihêle.Çi qa dereng pê bikevin ew qas baş e. Ji ber heke hemu kes carekî de pê bikeve pergala tendirustiyê dê neçar bimîne û bikumuşe. Û bila guh nedin vanê dibêjin simaq, biyok, hinguv hwd. Derman e. Her carê yek dertê dibêje peyamger hatiye xewna min û dermanê wê ji min re gotiye. Ese ese guh nedin van sixtekaran.



27.03.2020 23:07 | tîrêj zana 21

73. Dirana min diêşe dibêjim ji ber corona ye, serê min diêşe dibêjim ji ber corona ye, piçek xwe bêhal hest dikim dibêjim aha ez mirim.. heke ne ji ber vîrûsê be jî, em ji ber psîkolojî ya xwe ya xera bimirin elawekîl.



28.03.2020 17:29 | roz

74. Her roj vîdyo û parveyên derbarê koronayê de her diçe zêde û balkêş dibin.Xwedê Kurdan biparêze.



28.03.2020 22:42 | brzn

75. Navê tevahiya vîrûsên "covid-19, sars û mers"ê ye.



29.03.2020 05:14 ~05:20 | mansûr

76. vayroza Koronayê pir xeter e. Lê mixabin kes ji vê yekê ne agahdar e. Neagahdariya kesan jî ji bo aboriya wan e. Nexweşî wê gelekî belav bibe. Bi xwe parastina kesane pêşî li vê nexweşiyê nayê girtin. Xuya ye dewletên li ser rûyê cîhanê giş kapîtalîzmê diparêzin. Nikarin heyvekê bacê ji gelê xwe nestênin an jî standina bacê heyvekê paşve bixin. Dîsa çareseriya herî girîng xwe parastin e û mayina maldeye.



29.03.2020 14:17 | zanyarêbêdiran

dengdanên dawîn (yên din..)
îy yo hee [1]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
fuckîro rebeno [1]
ez jî nizanim çi ye. min tirşikê dixwend .hema ji nişka ve hat min wek...
nexweşiya mirovê vî wextî [2]
Pirsgirêkek din: her kes di bubble-ê xwe de dijî. Tenê mijarên hilbija...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Xwîna-Pak Ji te re dibêjim, Tu yî tu! Erê hem jî gelek baş dizanim...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
belki ev jî bala te bikişînin
» vîrûsa rombertik

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi zanistitenduristi zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî