97. li îtalîa êdî xelq di malê xwe de dimrin , meytê wan dibe berete . |
|
08.04.2020 02:05 |
shwinsherm
|
98. Hejmara nexweşan li dinyayê bûye 1.7 milyon û li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê bûye 52 hezar. |
|
11.04.2020 23:41 |
xelîl
|
99. Ev vîrus bûye toqa nehletê ketiye sitiyê mirovan, ez bawerim pirahiya mirova pê ketiye û derbaskirine jiber ev nexweşîn 2-3 meh zêdeye heye dema nû derket taxê qewlî bavê teyar me jî para xwe û zarokên xwe bir malê û me qedand. dema li çînê ev mîqrob derket eynî wan roja serê min keliya,heraret rakir, serê min êşiya pozê min bû çemê nîlê gewriya min bû çola sehrayê û her kuxtek zirtek pêre, laşê min wekî qeşa antartîqayê dikim nakim germ nabim roja ewil wiha didomiya min lîmon û çay û nehna ter û hingivê sexte di cîhê şekirda kire qedehek çayê êdî çewa têde bi cî bû nizanim min vexwor nîv seetek derbas bû limin girankir ez bûm wekî miriyek birêde here bûm term min dev ji kar berda ez çûm malê nizanim çewa çûm malê û çewa bû şeveq jixwe ev nexweşîn li alîkî êşa diran li alîkî û ez jî li alîkî ez bawerim eleqeya vê nexweşînê û diran jî bihevre heye werhasil piştî nixamtinek baş ez şeveqê piçek başbûm min çû pakêtek hebên kedewê a bi navê (bnr: katarin) ev pir başbû ez bûm wekî bizmar vê carê min li nexweşînê girankir lê jiber çixarê û jiber vê seqemê ava min derxistibû êdî kuxikek ziwa her dikuxim qirka min diêşê dengê min bû wekî dîkê qîlqîlo, bu bire bira min bi taybetî bi şev dengê min qelew dibû heftekî wiha domiya hefta dudiya û sisiya jî bi hişê xwe natim edî hêdî hêdî başbûm |
|
12.04.2020 00:02 |
telebê hz mêdî
|
100. şewba hê li tirkiyê giringiya wê nehatî fêm kirin e. |
|
12.04.2020 01:21 |
brusk56
|
101. Her kes tiştekî dibêje ji wê vîrusê.Bê gûman sedama wê jî heye.ew sedem çi ye?hinek dibêjin yek Hechecîkan xwar mir û ew vîrus belav bû. Hinek jî dibêjin ew vîrûs destê însana hatîye amedekirin.Her du jî çikasî rast e jî, xwarina Hechecîkan çava belav bû min pir meraq kir. Çinê |
|
12.04.2020 01:36 |
dilreş
|
102. ev vîdeo nîşan dide gava ku vîrus digihîje meriv, çi dibe, çawa dibe, çi tê serê meriv |
|
13.04.2020 03:31 |
afa
|
103. vîrûsa ku derfet daye herkesî ku propagandaya bawerîyê xwe bike. |
|
13.04.2020 07:54 |
simurg56
|
104. Malbata koronayê hatî ye ew vîrûs lê medya me tirsekî mezin xistî ye dilê me û wek fîlmên Hollywoodê de ji mere par ve kiriye. |
|
13.04.2020 09:43 ~09:44 |
dilreş
|
105. Dermanê wî tînere, tînera selolozîk wekî hun zanin an nizanin tiner qat qat ji qolonyayê bi tesîre xwe pê desenfekte(biparêzin) bikin. Jiber ez çapkarê cila me dinava tînerêde emrê min derbas bûye min gelek caran kişandiye jî (di pozê xwede) ez tînerê baş nasdikim nava dilê meriv paqij dike, devû pozê meriv vedike kezebameriv dişo hênikdike.. ez di dawiya emrê wede we nekim muptezel û muptelayê tînerê : ) |
|
13.04.2020 12:24 |
telebê hz mêdî
|
106. tîner dermanê wîye kesin belavbikin Kesên bi tînerê îtibar nabin jiwanre reçeteyek din binivîsim |
|
13.04.2020 16:08 ~16:09 |
telebê hz mêdî
|
107. di serî de ez vê bêjim, ne vîrûsek sentetîk e. Bi timamî xwezayî ye û ji familyaya vîrûsekê ye. Ne pêwîste teorîyên komployê ne yanî. hêjmara sedane ya kuştinê ya covid-19yê ne biqasî sars-cov û mers-covê ye lê têgerîya wê ji ya van herdu pismamên wê zêdetir e. ji ber wê yekê kaosa ku xistî cîhanê ji ya herduyên dî zêdetir e. ji destî gelekê digihêje mirov ji ber wê yekê destê xwe her gav bişon. têgihiştina min a li ser vê quzzulqurtê evqas e. tiştek bala min kişandî hinek tixtorên pêşnîyarên ji bo ku mirov ji stresa wê dur bikeve kirî ye. mînak tixtorê tirk ê li emerîkayê dijî mehmet oz gotîbû ''ji bo ku hûn ji stresa coronayê dûr bikevin hûn dikarin seks bikin'' gelo xoce tû baş dibêjî lê hûn him dûrîya civakî dixwazin him jî dibêjin ji bo ku ji stresê dûr bikevin li hev şa bibin. ma em bikutin vîrusê dqn :/ |
|
13.04.2020 16:38 |
soryazyus
|
108. (bnr: eser çetîn) bijîşkekî ji dêrika çiyayê mazî ye û di derheqê koronayê de agahî û bersivên kurdî dide. Gelek bala min kişand. Agahiyên ne pir cûda ye lê li ser tora civakî bi kurdiyek resen vîdyo û peyama parve dike. Wê bala we jî bikêşîne* |
|
15.04.2020 15:42 |
rizgarm
|
109. Hejmara mirovên ji ber vê vîrûsê nexweş ketine bûye 3.2 milyon û hejmara miriyan jî bûye 213 hezar. |
|
02.05.2020 02:53 |
xelîl
|
110. nexweşe koronavîrûsê ya nû ye. ew vîrûs, vîrûsê rna ye. cara pêşîn li wuhan da derket. |
|
02.05.2020 19:56 |
vîta
|
111. a ku heta niha bûye sedema 247,033 mirovan. |
|
03.05.2020 21:12 |
brusk56
|
112. Li welatên weke brezîlya, ekvator, hindîstan, meksika, hwd. hijmara mirîyan her ku tere pir dibe. |
|
03.05.2020 21:50 |
cinorek
|
113. vîrûsa ku vaye bi qasê heftiyekê ye, leza belavbûna wê hindik bûye, bi taybetî li ewropa. |
|
10.05.2020 23:23 |
brusk56
|
114. hejmara nexweşên vê nexweşiyê 4 milyonan û ya miriyan jî 280 hezaran bihurandine. her çiqas hejmara nexweşan li dewletên pêşketî û yên ewilîn ji nexweşiyê para xwe hildan kêm bibe jî li dewletên nepêşketî û feqîr yên gelek qerebalix in de berbilavtir û bihêztir dibe. kifş e bandora nexweşiyê di wan welatan de wê bibandortir û xirabtir bibe. |
|
11.05.2020 00:53 |
xelîl
|
115. va çenda di nav kurdan de dîsa mewlûd û nanê fitarê didomin, bû çend cara gazî min jî dikin, ez dibêjim tiştê hun dikin ne rast e, dibêjin "tiştê ku xwedê nivîsandibe wê bibe". |
|
11.05.2020 01:04 |
afa
|
îy yo hee [2] |
|
fuckîro rebeno [2] |
|
horhorik [1] |
|
memikên herî xweşik [1] |
|
canon [2] |