116. Vîrûsa li amedê dîsa har bûye. Li gor nexşeya bajarên bi vîrûsê ketine li romê û bakûrê kurdistanê amed yekem bajêr e. Ji ber bilindbûna hejmara kesên tûşbûyî walîtiya bajêr, ji îro pê de derketina derva ya bê maske qedexe kiriye. Divê heçiyê derkete derve û li cihê girtî maske bidin ber devê xwe. |
|
10.06.2020 00:16 |
tîrêj zana 21
|
117. No,virûs kewt hemî cay miyan,tenya nêkawt cayêko ez tey dî gureyêna,belki minji xeyri ney virûsî çend roji xorê rekwtê keyidê xo dê goştariya sarêdê xo bikerdê |
|
10.06.2020 00:53 |
zimistanî
|
118. ev çi xezeb bû li ser me barîya ya Reb |
|
10.06.2020 02:18 |
şev
|
119. Hinek jî bidome emê tev ji berdevk/maske an goh bel bibin an jî kol bibin, li farqînê meriv dertê derve tu dibêjî qey êvara e'ydêye, li restoranta dinihêrî dibêjî mirov hatine nanê fitariyê jixwe qehwexana nepirsin dibê qey diçin tewafa kabeyê.. û kêm kes maske bikar tînin îro ez û hevalek li du çerxa bi motor siwarin me sparişan dibir ez li pişt siwarim maske li binê çena mine em çûn nuqteya kontrolê parêzer got maske yê xwe bidin ber devê xwe hê derbas bibin, hevalê min jî maskeyê xwe hinda kirûbû hingê got bide ber devê xwe hê derbas bibe ew jî tirsiya ku bibêje tune a ku min dît ji cêba xwe bone derxist da serê xwe * û bi rê ket parêzer jî keniya got xwedê te çibike min gazîkir mingot em diçin dermanxanê emê bistînin û dermanxaneya çi halê çi.. ev vîrûs mirova kiriye qeşmer û hiştiye hevalek jî maskeyê sipî di ser yê reşde daye ber devû pozê xwe dibêje ezê herim bira min xelat bikin jiber min du maske daye ber devê xwe * dibê ma çima qey wê timî ceza bidin? Mingot welleh tu rast û baş dibêjî.. |
|
10.06.2020 22:19 |
shorbevan
|
120. Li Amedê her ku diçe zêde dibe.. |
|
10.06.2020 23:18 |
xeletnivîs
|
121. di rojekî da 300 kes pê ketine. |
|
11.06.2020 03:08 |
bûtîmar
|
122. Nexweşên coronayê li ba me ji van astan derbas dibin: Ji gumanbaran nimûneya dev û poz digrin, tomografiya wan dikşînin. Heke nimûne erênî lê tomografî paqij derkeve li ba me dimîne, heke herdû jî lihevhatiyê coronayê be dişînin navendê. |
|
22.06.2020 16:46 ~16:48 |
rizgarm
|
123. Îro çu bum ATM'ê pere bikşînim, herkes nav xwe di 3-4 gav dihêle.Maske jî devê min deye û wê germa havînê bêhna min diçikîne. Ez hîn dora ATM'ê me. Hema 10 dk sekinîm. |
|
24.06.2020 00:04 ~00:11 |
dilreş
|
124. Devlet ji bo wê vîrusê, dergetina dereve bê maske qedexe kir. |
|
26.06.2020 00:45 |
dilreş
|
125. Ew vîrûs Çînê an çihekî din belav nebûye.Berê naw mîrovan debu. Medya û Medyaya Civakî her cikasî mirovan ditirsin e ji dibeje ew korona '' nû'' ye. Devên xwe dibêjin. Sedama wê yekê ez nizanim lê ew derevek mezin e. |
|
26.06.2020 00:50 |
dilreş
|
126. Naqede, her roj canê hinekan distîne, hê tu çare û derman jê re xuya nake |
|
29.08.2020 20:21 |
afa
|
127. kompanyaya elmanÎ pfizerê doh ragihand ku dermanê wan çêkirî encama 90% serkeftî tide. |
|
10.11.2020 06:02 |
cinorek
|
128. sernavê ku di tirşikê de neketiye rojeva min lê meheke sax ji ber wê di karantînayê de mam. di wê dewrê de min gilî û gazincan kir, kuro ez çima demokrat im û ez çima bi mentiqî tev didim hema çêra li wuhaniyan, çîniyan bike û rehet bibe. bi rastî jî xelk bi vê riyê bara psîkolojiyên xwe sivik dikin. lê ji min nehat mîna rastgirên fehmkoran tev bidim. her wiha. ji wê hez nakim û nebûya peyveke biyanî û ji ber wê qertafên mêbûnê hilnegiriya min ê wê wekî tiştekî nêr xeyal bikira. hemû pîsîtî ji serê mêran derdikeve, ev jî girêdayî vî meselê ye qey. min xwest çi bibêjim, niha çi dibêjim nizanim. bi xairê te sernav, ne tu vîrûsa kumik ser bariyayo!* |
|
11.11.2020 02:05 |
biruya hayao miyazaki
|
129. her çiqas nûçeyên dîtina aşiya koronayê belav bibe jî belavbûna aşiyê bixwe dê salek zêdetir bigire. lewma bi taybetî dewletê paşdemayî û yên pêşdikevin di bin talûkeyê de ne. |
|
24.11.2020 01:59 |
xelîl
|
130. mîkroorganîzmaya ku wê sala 2021an jî biherimîne. li b akur rewş hîç ne baş e. di gelek nexweşxaneyan de ji bo nexweşên giran cî nemaye. vê biharê hemû nexweş dihatin razandin lê dîsa jî evqas problema cih çênebûbû lê vê gavê tenê nexweşên navînî û giran tên razandin, dîsa jî cih min peyda nabe gelek deran. eger wisa dewam bike, wê gelek nexweşên ku dikaribûn bijîn, wê ji ber kêmasîya tedawîyê bimirin. |
|
30.11.2020 22:32 |
simurg56
|
131. Nexweşiya ku min jî bihurand mixabin. Zêde giran nebû: hinek tayê û serêşê bi min girt û hertim bê hal û bê qîdûm bûm. sê rojan dewam kir lê piştî wê tiştek nema. Diho karantîna xelas û îro derketim derve. |
|
30.11.2020 22:43 |
xelîl
|
132. Virusa ku derziya wê hê nehatiya pêşxistin e. Derzîya herî zû li dora 4 salan hatiya pêşxistin. Vêca wê çawa çê bibe nizanim. |
|
01.12.2020 21:20 |
hueyn
|
133. de ka dereke dî nema çûn ji çînê derzî anîn! emanet li xwe nedin. xwedê zane çiye. |
|
02.12.2020 16:29 |
xwelî li ser
|
134. Virusa go li brîtanyayê şiklekê wê î nû hatiye dîtin e go ji ya dî zûtir belav dibe. |
|
15.12.2020 00:19 |
hueyn
|
tirşik v3.0 [2] |
|
tehdîdên kurdî [3] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
tirşik agahdarî [1] |
|
horhorik [2] |