135. vîrusa ku bi mûtasyona xwe hê nû di çapemeniya tirka de bûye rojev. berî 6 roja min nivîsîbû. navê mutasyona nû ya koronayê VUI – 202012/01 e. |
|
21.12.2020 19:53 |
hueyn
|
136. Vîrûs mûtasyon derbas bike çîye ne be çiye? Em dîsa maske deynin ser pozê xwe, dîsa derketina derve qedexe bikin.Hêvî dikim ew bela zêdetir serê me ne êşînî..! |
|
22.12.2020 01:59 ~02:05 |
dilreş
|
137. çend teorîyên komployê jî bi xwera hanî. |
|
19.03.2021 02:42 |
doesntmatter
|
138. Îro min bi xwe testa lezdar çêkir. Mînakgirtina ji gewrikan dilê min xeland, ya nav poz jî ez dam ber bênijînên ser hevdu. Yeaq. |
|
01.11.2021 12:41 |
biruya hayao miyazaki
|
139. Heya min zêde jê nebû lê bi vê nexweşîyê ketime. Biharê de ji bêhna xwe aciz bûm. Wek bêhna sîr û pîvaza ji min dihat. Ev bûyer heta Tebaxê domiya. Ji bêhn û tehma goştê ajalan aciz dibûm. Heman bêhn ji wan dihat. Pişt re heta du heftiya min qet bêhn nedikir. Herwiha tehm jî nedihat. Çûm nexweşxanê lê pcr negatîf bû. Welhasil piştî çend heftiya baş bûm. Ew bêhn tehm kêm bûbû. Lê va mehek e dîsa heman bêhn û tehmê distînim. |
|
03.11.2021 19:11 ~19:11 |
xwelî li ser
|
tirşik v3.0 [1] |
|
tehdîdên kurdî [2] |
|
horhorik [2] |
|
toksîkolojî [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |