Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
qedexe yan derbend - tirşik
qedexe yan derbend
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Bûye sebeba nîqaşekê di navbêra 2 evdileyan de li ser twitterê.

abdullah kiran: Ev e 7-8 sal ez di asta Master û Doktorayê de dersên Kurdî didim. Her kî ku di şûna peyva “derbend” de “qedexe”, binivîse, henek tune, ezê dilê wî/wê bihêlim

abdullah keskin: Çima gelo?
Hema ê min pêşin dilê min bihêle* ev tişt bi zorê nabin, min bikujin jî nikarim bêjim “derbend”.
Te mamosteyê “öz-Türkçe”cî anîn bîra min, te bigota “îmkan” 0 didan, berevajî wan ên din jî te bigota “olanak” wan jî 0 dida.


Here lînkê



29.01.2020 20:19 ~20:20 | cinorek

2. Şopînerekî camêr gotiye:
Mamosta, niha te ji me ra peyva "qedexe"yê derbend kir? *
Here lînkê

J'nûvre îroj min peyva derbend bihîst dîse jî Peyva "derbend", ji ya "qedexe" spehîtir disekinê. Lê mixabin qedexe di serê me de cih girtiye.



29.01.2020 23:18 ~23:50 | gumgumok

3. Mijara ku vê pirsê tîne bîra min e: Heta neka li ku bû ev peyva hanê?



29.01.2020 23:41 | xabûrî

4. Abdullah Kiran kî ye nizanim, ez wî nas nakim. Gotiye niza çend sal in ez niza dersa kurdî didim falan û bêvan. Klasîk Kompleksa 'ezçibêjimrasteçimkîmindersdaye' xwe bi vê gotina kelavajî dayiye der.
Aniha lazim e em bipirsin Derbend çi ye. Ji peyvên der û bend'ê hatiye dariştin ku ev her du peyv jî bi eslê xwe bi farisî ne. Ev her du peyv jî di kurdî de hene. Peyva derî'yê bixwe ji der hatiye dariştin. Der çi ye? Der bihurîn e yanî tiştê ku tu jê dibiburî derî jî pê ve peywendîdar e. Meriv dema ji odeyekî derbasî odeyekî dî dibe ji deriyê dibuhure. Bend jî pêgirtin e. Yanî tiştê ku pê digire, asê dike. Peyva bendavê jî ji vê Manê tê. Yanî bendav li ser çem an rûbarekê ava dibe û nahêle av jê derbas be.
Aniha hûn her du peyvan li hev bînin. ka bêjim tir li kû das li kû? Çi peywendiya qedexeyî û derbendê bi hev ve heye?
Derbend di dema dewleta osmanîyan de ji bo parastina bazirganîyê, ewlehiya herêmên xeternak û bi rîsk hatine avakirin. Yanî armanca derbendê ew e ku ewlehiya xelkê pêk bîne
Em bêjin ku di edebîyata kurdî de û di zimanê kurdî de ji bo maneya 'qedexe'yê hatiye bi kar anîn. Hîngê em çima peyva qedexeyê bi kar neyênin? Û tu kî yî? Tu qibleyê zimanê kurdî yî? Ahmedê Xanî û Melayê Cizîrî û feqîyê Teyran û Mehmed uzun û erebê Şemo û Celadet Bedirxan hwd... Bi fikrên te yên ultrazanîstî û ronî û muhteşem dest bi nivîsîn û lêkolîn û geşkirina zimanê kurdî kirine? Hi?
Yav di Kurdistanê de çima kes heddê xwe nizane? Ezê her bibêjim qedexe qedexe û qedexe!

Ne şeş sal tu çil sal jî mamostetiyê bikî qesîda te betal e. Yeaq?



30.01.2020 01:33 ~01:37 | ferhenga şikestî

5. Qedexe berbalav bûye. Ne hewceyî kelavajîkan e. Kîmyaya ziman her peyvê û her tiştî di nava xwe de nahebîne



30.01.2020 21:59 ~22:00 | oceancr

6. nîqaşa ku xendekî derandiye holê li twitterê. * *



30.01.2020 22:27 | xwelî li ser

7. , 15:13
Derbend
Peyva derbend di etîmolojiyê da ji wateya memnû' bêtir ji bo wateya serbestê nêzîk e.
Der: derve/zittê hundir
Bend: sînor
Derbend jî dibe derê sînor,ew tiştê ku di hundirê sînor da be dibe memnû',yên ku li derve bimînin dibin serbest.



31.01.2020 01:51 | dilbirîn h.k

8. Li wîkîferhengê qala vê peyva nepeyitandî/çêkirî/beraveêtî nîqaş hatine kirin. mînakên ku hatine dayîn jî yek jî ne manaya qedexeyê ye û bi ser de cureyên wan jî tevlihev in... Here lînkê

hiş ev e: min kir hûn nenirxînin û rexne nekin, tenê bipejirînin, qebûl bikin, bi kar bînin û huş bin. tew mêrik ew ê puan jê bibe ji kesên qedexeyê bi kar anîne. heke bê serê min, ez ê heqê xwe helal nekim bi ser de ez ê ji xweda bixwazim di qirika wî de bimîne.

kemalîst û îslamîstên tirkan nema, ev derket serê me.



02.02.2020 16:34 ~16:35 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» qedexeya kurdî a di o ses turkiye'yê de
» yannîs kambîsîs

Kategoriyên mijarê:: nuce nuce nuce
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî