Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
xatirxwestin - tirşik
xatirxwestin
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. navê helbesteka şairê austuryayî erich fried e.. ji aliyê şairê kurd tengezar marînî ve ji elmanî ji bo kurmancî hatiye wergerandin..



''Tiştê baş

Niha difire

Devera ku ne herdem

Hemî derbasî

Dema bihurî dibe,

Lê her roj derdikeve

Mîna çûna hetavê

Bo rojava''



19.09.2013 06:28 | endazer

2. bi tirkÎ veda.. dema yek bi mêvanî diçe derekî û paşê dike ku ji wir veqete yanî cuda bibe vê yekê dike, yanî xatirên xwe dixwaze.. wek nimÛne; ji lezûbezê min nekarî ez xatirê xwe jî ji wan bixwazim.. camêran ev du sê roj bûn ez di nav çavên wan de bûm û vêca ew qasî jî qedrê min girtin.. xem nake, pey nekeve loo..



24.11.2013 01:35 | endazer

3. Mijara ku buyera xatirxwestina heso û nazê anî bîra min. Heso gotibû çi? Bi xwesteka xwe ya kesertijî û îronîk!

...

Lê lê Nazê, tu bi xatirê Xwedê bikî

Tu hatî xatîrê xwe ji min dixwazî

Tu giyayê binê min teze bike

Birîndaro bila serê xwe deyne razê

..



24.11.2013 02:02 | ceso

4. Navê strana Mem Ararat e.



28.08.2016 01:41 | biaqila malê

5. Xwestineke dawî ye. Ya rastî xatirxwestin, Hinekî weke wasiyetê ye.
Berî veqetînê, mirovê li ser rê, daxwaziyeke talî dikê: xatir/ xatira/ hatira , hinekî qedr û qîmet dixwaze. Da ku bi dilekî xweş û paqij werin bîra hev.

Belê, hinekî weke wasiyetê ye. Piştî her xatirxwestinê, îhtîmala "bixêrhatina" mirinê heye. J'bo vê heqîqetê mirovekî xirab jî xatirxwestinê vala navegerîne û "oxira xêrê" ji rêwî re dixwaze, dilê wî xweş dike. Ya rastî xatirxwestin, hinekî weke "lev helalkirinê" ye.

Helbet, her rêwî , dixwaze bi hatirayeke xweş, bi dilekî paqij, bi hêviyeke pîroz dûr bikeve.

Û Wesselam...



06.01.2018 02:46 ~02:53 | gumgumok


dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» xatirxwestin

Kategoriyên mijarê:: jiyan wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî