Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


28 mijar û 33 peyam
lawikên kurd yê guhar dixin guhê xwe - tirşik
lawikên kurd yê guhar dixin guhê xwe

Navê mijarê ya ewil ev bû:lawikên kurd yê gûhar dixin gûhê xwe
(9) (8) (11)
di mijarê de bigere

1. Lawikên li bajarê weke amed û mêrdînê weke nêremo têne binav kirin

Gelemperî lawikên ji kurdistanê dertên û derin bajarê romê ji bo xwe bişibênin çepgirê tirka gûhareke tenê dixin gûhekî xwe
Dema vedigerin kurdistanê jî ji gûhê xwe derdixin

Gûhertin: rastnivîs



2020.02.01-19:47 ~2020.02.03 22:36]| tîrêj zana 21

2. Xortên ku Li gorî pîr û kalên me, eware ne.



2020.02.01-20:04 | gumgumok

3. Ez jî carna dixim gohê xwe ku li nava kurdistanê û tew bi ser de li bajarê ku tiştê wer bi tundî li hember derdikevin. Sedem ne mîna ku hevalê me anîye ziman e. Mînak Ez ne tatêlekî çepgirê tirkame. Belkî nav de yê wiha hebin jî lê dîsa nihertinên xweş jî li ser vê rewşe heye.

Û çanda me de jî cih digire. Min gelek zarê lawîn yê piçûk û di goh de guhar dîtine. Gelempêrî ji bo zarok çavînokî nebin wa dikin.

Lê ya rast ez li ba malbatê nikarim wa bikim. Ji ber ku jimara yê xweş nanêre zêde ye. Lê guhar dîsa jî ne şerm e ne eyb e.



2020.02.01-20:36 | rizgarm

4. Tîrêj Zana 21 te ev lêkolîna xwe li kû kiriye yan te ji kê pirsiye ku tu tespîtên wilo ehmeqane dikî?



2020.02.01-22:00 | yusiv hemed

5. (bnr: peyamên tirşikvanên xama)



2020.02.01-23:15 | tîrêj zana 21

6. Ez bixwe nakarbînim lê kurdên dikarbînin pirr in , Ji wan hin kes ji bo ku bişibin tirkan hin kes jî ji bo ku hez dikin bikartînin.

Bi rastî kesekî ku bixweza ji bo armanca şibandina tirkan bike guhê xwe , pirr eletewş dibin.



2020.02.02-13:40 | brzn

7. min di dema zanîngehê de dixist guhên xwe. wê demê li min dihat, kêfa min pê dihat. ji xwe por jî dirêj bûn. mêrên pordirêj/113482 şukir ne li bajarek kurdan bûm an na dê navên min derketaya nêremo. haho, mêrek mîna min û .... xwedê neke * Her wiha qûnçavkaniyek gotiye bo şibandina çepgirên tirkan û çi... kesên cepheyî j'min re gotibû, tu çima guhar dixî guhên xwe, eyb e, ne edetê gelê me ye. min jî gotibû, pardon me baby, who are you?



2020.02.02-13:53 ~13:55]| biruya hayao miyazaki

8. ên ku gelo çi ferqa wan ji ên tirk hene gelo meraq dikim.
yanê gûhara mêran, ne bawer im di çanda tu miletî de hebe. herkesî nû elîmî ye. bixwaze dikare dawê jî li xwe ke. bela xwe ji xelkê berdin yaw.



2020.02.02-23:57 | brusk56

9. Minê guhar bixistiba guhê xwe û bi vî awayî biçûma li hemberê bavê xwe gelek meraq dikim wê bavê min çawa bi min binêre? Wê awirên wî tenê şûna sed dijûn û nifîran bin *



2020.02.03-07:25 | kajav

10. min dil heye ku ez jî guharê bixim guhê xwe. min du du-sê caran yên meqletîz ceribandin û yên derdora min jî gelek ecibandin lê nizanim bi dilê min nebû. ez ê demekî guharên meqletîz bi kar bînim û ku kêfa min jê re were ez ê guhê xwe qul bikim.



2020.02.03-10:50 | xelîl

11. bi min pir balkêş in .
û ku porê wan jî dirêj be vuhuu temam e .



2020.06.30-18:59 | rojhhh

12. Heke li min bê ez jî dikarim bixim guhê xwe. Lêbelê ne li mala Bavo *
û kî çi dixwaze dikare bixe guhê xwe heyra. Çi ketiye kî?



2020.08.16-00:04 ~00:05]| xwelî li ser

dengdanên dawîn (Yên Din..)
taybetmendîyên xortê kurd yên ku teze xebatê tên [4]
Li gundê me çend sal ewil hevalek çûbû li Çorlu ya Tekirdağ ê xebitî b...
navên mehan bi kurdî [1]
Bi xêra stranên li ser roja yekê gulanê û (vbnr: bist û yekê a...
oxxxymiron [1]
Stranbêjekî Rûsî ê hip-hopê ye, navê wî yê heq (vbnr: Miron Ya...
fraşokeretî [3]
di zerdeştiyê de encama herî dawîn a piştî jiyanê. piştî qiyametê (vbn...
ahûra mazda [2]
di zerdeştiyê de rewanê herî mezin, yê her tişt afirandiye. kurdan ber...
belki ev jî bala te bikişînin
» lawikên kurd yê guhar dixin guhê xwe
» kurdiya mereşê
» yekîtiya niştimanî ya kurdistanê
» guhartina nîckan
» guhertina dnsyan
» xwe li nezanînê danîn

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî