Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
koma wergera fîlman ya tirşikê - tirşik
koma wergera fîlman ya tirşikê
(71) (0) (36)
di mijarê de bigere

1. koma ku wê her heftî fîlmekî bîyanî wergerîne kurdî. paşê wê ew fîlm ji alîyê herkesî ve were temaşekirin û li tirşikê were şîrovekirin.
wergera fîlman wê her heftî ji alîyê endamek din ve were kirin. li gorî hejmara endamên komê, wê 2 an jî 3 mehan carekê dor were her endamî.
fîlm wê piranî ji wergera wan ya tirkî, werin kirin. yanî ji bo wergerê ne şert e ku mirov îngîlîzî, fransî û hwd. bizane. lê tabî bizane û fîlmê rasterast ji zimanê orjînal wergerîne, çêtir e.

vê gavê 7 endamên komê hene. heçî tirşikvanê ku dixwaze tevlî bibe, dikare li vir binivîse an jî bi min re bikeve têkilîyê. lê kesê ku dixwaze bibe werger, divê bikare zimanek standart bi kar bîne û li gorî rêzimanê wergerîne. loma ji kerema xwe re, yên ku ji xwe bawer in, bila bibin endam.

her heftî fîlma wergerandî wê li vir were îlankirin. em ê binnivîsa wê li beşa fîlman ya tirşikê bar bikin û ji bo daxistina fîlmê jî lînkek parve bikin. (lînka torrentê)

ji bo wergerandinê, wê her endam ji xwe re fîlmek hilbijêre. lê em ê hewl bidin ku fîlmek ku endamên komê temaşe nekirine, be. piştî endamên komê temam bûn û herkesî fîlma xwe dîyar kir, heye ku em lîsteyê ji niha ve li vir parve bikin da ku di vê navberê de kes li wan fîlman temaşe nekin bi tirkî.

niha di beşa fîlman ya tirşikê de 55 fîlmên wergerandî hene. ku kom mezin bibe û domdar be, em dikarin vê arşîvê gelek mezintir bikin.

ser xêrê be!



02.02.2020 09:38 | simurg56

2. Bixêr be , hizrek û hewldanek gelek baş.Ez ji aliyê rêziman ve ne baş im lê dibe ku bikaribim bi kurdîyeke standart wergera bikim.Piştê temaşekirina fîlmeke bi werger , ezê biryara xwe bidim ji bo alikarîyê.

arşîveke fîlmên bi zimanê kurdî hebe wê baştir be.



02.02.2020 10:31 | brzn

3. Ser xêrê be bi dilê xweşî be heke çêbibe rastî dê pir baş be
min heya niha werger nekirîye ez nizanim dê çawa çê dibe ? û çi derfet pêwîstin? û di çiqas wext de fîlmek tête wergerandin? piştî ku ez vana hîn bibim ez dê biryara xwe bidim



02.02.2020 11:35 | tîrêj zana 21

4. hun her hebin, tişteki gelek girîng e, hêviya min ewe ku ev xebat berdewam be, serkeftin



02.02.2020 18:31 | afa

5. koma ku ez ê jî tê de bixebitim.

min beriya çend salan wergara çend fîlman kiribû. ne karek zehmet e.
lê bi min divê mirov teqez serî de li fîlm temaşe bike û dû re binnivîsan wergerîne. an na mirov dikare bi xeletî wateya hevokan bigûherîne.



03.02.2020 00:17 | brusk56

6. Pîroz be û serkeftin ji bo endamên komê.



03.02.2020 22:39 | xabûrî

7. îro dest bi weşandina wergerên xwe kir.
fîlma los lunes al sol, ji aliyê min ve hat wergerandin û binnivîsa wê li tirşikê hat barkirin.
ji bo zêdetir agahîyan binêrin: los lunes al sol/117264

êdî êvara her roja înîyê, wê wergera fîlmekê li vir were weşandin. yanî em dikarin bêjin ku êdî êvara înîyê, êvara fîlmên bi kurdî ye.

ji me werger; ji tirşikvanan jî temaşekirin û şîrovekirin...



07.02.2020 18:17 ~18:17 | simurg56

8. Filîmên hîn jî ez nizanim dê çawa temaşe bikim e
Ez kîjan lînkê ditikînim tiştên tewşo mewşo dertên û dikim nakim fîlm venabe an go danayê
Gelo emê çawa temaşe bikin?

(bnr: îmana me çikîya)

(bnr: amdîn lînk ver)



07.02.2020 18:23 ~18:46 | tîrêj zana 21


10. vê heftîyê fîlma kingdom of heaven wergerandîye.
fîlm ji alîyê xendekî ve hat wergerandin.
agahîya zêdetir: kingdom of heaven/117442



15.02.2020 22:59 ~22:59 | simurg56

11. Merheba hevalên hêja ez jî dixwazim tevlî koma wergerê bibim. Gelo dibe?



16.02.2020 23:47 | bêrîvan

12. Ewilîn wêneya profilê ya komê ji aliyê gulêê ve hatiye dîzayn kirin. Ser xêrê. *

Here lînkê



17.02.2020 00:01 | xelîl

13. di heftîya sêyemîn de fîlma the wind rises ji alîyê gumgumok ve hat wergerandin.

binnivîs ji rûpela fîlmê dikare were peydakirin;

rûpela fîlmê: Here lînkê
binnivîsê ji vir daxînin: Here lînkê
ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê : Here lînkê

Here lînkê



22.02.2020 21:46 ~21:45 | simurg56

14. Merheba,
Gelo ez çewa karim bibim wergêrê komê?



24.02.2020 17:30 | saqîsiwarîyo

15. di hefîtya çaremîn de fîlma enemy at the gates hat wergerandin:
fîlm ji alîyê xelîl ve hat wergerandin.
hejmara fîlmên bi binnivîsên kurdî, bû 59.

hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê
an jî:

binnivîsa fîlmê: Here lînkê
ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê
Here lînkê


me ji bo fîlmê her wiha versîyonek hêdî ya binnivîsê jî amade kir: di vê versîyonê de heta binnivîsa di rêzê de neyê, binnivîsa berê li ser ekranê dimîne. bi saya vê yekê kesên ku nikarin bi lez kurdî bixwînin, wê bikarin demek gelek dirêjtir binnivîsan li ser ekranê bibînin.
ji bo kesên ku nû dest bi temaşekirina bi kurdî dikin, ez dibêm wê baş be.

binnivîsa hêdî: Here lînkê



28.02.2020 19:21 ~19:21 | simurg56

16. koma ez xebata wan pîroz dikim. film ji zimanê hatî çêkirin bêt wergerandin baştir e.

belkî kesên dî jî pergî vê pirsgirêkê bên lewma ezê li vir binivîsim: çend car min hewlda min nekarî seyr bikim. lînka daxistina fîlm navebe, di dosya hatî daxistin de tenê qod derdikevin. binnivîs jî wek dosyayek vala tê daxistin. jixwe gelek ji torrentan fehm nakim.



28.02.2020 19:48 | hespêsor

17. îro 5emîn fîlma xwe weşand: grand budapest hotel/118091 (wergêra heftîyê: berxweda)



fîlm wek xebatek ya koma wergera fîlman ya tirşikê ji alîyê berxweda ve, li kurdî hat wergerandin.

hejmara fîlmên bi binnivîsên kurdî, bû 60.

hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê

an jî, dîrekt ji vir daxin:

binnivîsa fîlmê: Here lînkê
ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê

Here lînkê


têbinî: me ji bo fîlmê her wiha versîyonek hêdî ya binnivîsê jî amade kir: di vê versîyonê de heta binnivîsa di rêzê de neyê, binnivîsa berê li ser ekranê dimîne. bi saya vê yekê kesên ku nikarin bi lez kurdî bixwînin, wê bikarin demek gelek dirêjtir binnivîsan li ser ekranê bibînin.
ji bo kesên ku nû dest bi temaşekirina bi kurdî dikin, ez dibêm wê baş be.

binnivîsa hêdî: Here lînkê



09.03.2020 22:12 ~22:12 | simurg56


19. koma ku heta niha 6 fîlm wergerandine.
fîlmam şeşemîn: upgrade/118223



fîlm wek xebatek ya koma wergera fîlman ya tirşikê ji alîyê brusk56 ve, li kurdî hat wergerandin.

hejmara fîlmên bi binnivîsên kurdî, bû 61.

hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê

an jî, dîrekt ji vir daxin:

binnivîsa fîlmê: Here lînkê
ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê

Here lînkê


têbinî: me ji bo fîlmê her wiha versîyonek hêdî ya binnivîsê jî amade kir: di vê versîyonê de heta binnivîsa di rêzê de neyê, binnivîsa berê li ser ekranê dimîne. bi saya vê yekê kesên ku nikarin bi lez kurdî bixwînin, wê bikarin demek gelek dirêjtir binnivîsan li ser ekranê bibînin.
ji bo kesên ku nû dest bi temaşekirina bi kurdî dikin, ez dibêm wê baş be.

binnivîsa hêdî: Here lînkê

temaşekirina fîlman bi binnivîsa kurdî/118142




16.03.2020 08:24 ~2020.03.20 18:11 | xelîl

20. koma ku heta niha 7 fîlm wergerandine.
fîlma heftemîn: mad max: fury road/118391


fîlm wek xebatek ya koma wergera fîlman ya tirşikê ji alîyê ceso ve, li kurdî hat wergerandin.

hejmara fîlmên bi binnivîsên kurdî, bû 62.

hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê

an jî, dîrekt ji vir daxin:

binnivîsa fîlmê: Here lînkê
ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê

Here lînkê


têbinî-1: me ji bo fîlmê her wiha versîyonek hêdî ya binnivîsê jî amade kir: di vê versîyonê de heta binnivîsa di rêzê de neyê, binnivîsa berê li ser ekranê dimîne. bi saya vê yekê kesên ku nikarin bi lez kurdî bixwînin, wê bikarin demek gelek dirêjtir binnivîsan li ser ekranê bibînin.
ji bo kesên ku nû dest bi temaşekirina bi kurdî dikin, ez dibêm wê baş be.

binnivîsa hêdî: Here lînkê

têbinî-2: temaşekirina fîlman bi binnivîsa kurdî/118142



20.03.2020 18:20 ~2020.03.29 11:52 | simurg56

21. Komeke karekî pîroz dike. Mixabin hîna min filmên wan temaşe nekiriye lê neyta min heye ji bo temaşekirina.



20.03.2020 18:52 | xabûrî

23. koma endeme wê me. û di van rojên divê însan li malê bimîne de ketime dora fîlman û fîlman bi kurdî temaşe dikim.



22.03.2020 14:38 | berxweda

24. Koma ku bi awayekî çalak xebatên xwe didomîne.

fîlmên ku heta niha hatine wergerandin:

1 - los lunes al sol (2002) - los lunes al sol/117264

2 - kingdom of heaven (2005) - kingdom of heaven/117442

3 - the wind rises (2013) - the wind rises/117666

4 - enemy at the gates (2001) - enemy at the gates/117855

5 - grand budapest hotel (2014) - grand budapest hotel/118091

6 - upgrade (2018) - upgrade/118223

7 - mad max fury road (2015) - mad max: fury road/118391

8 - dawn of the dead (2004) - dawn of the dead/118631

9 - parasite (2019) - parasite/119098

10 - Stalkter (1979) - stalker/119954

11 - Blade Runner (1982) - blade runner/119952

12 - My neighboor totoro (2007) - my neighbor totoro/119956

13 - The prophet (2014) - the prophet/120529

14 - stranger than paradise (1984) - stranger than paradise/120528

15 - the lord of the rings: the fellowship of the ring (2001) - the lord of the rings: the fellowship of the ring/120527

têbinî: ji bo agahiyên binnivîsê bitikîne milê rastî.

têbinî 2: wê ev lîste were rojanekirin.


û herwiha: temaşekirina fîlman bi binnivîsa kurdî




28.03.2020 14:32 ~2020.04.20 23:24 | xelîl

25. Çay dagirke kaka, em ê destpê bikin.



28.03.2020 17:54 | roz

26. koma ku heta niha 8 fîlm wergerandine.
fîlma heftemîn: dawn of the dead/118631


fîlmek di derbarê şewba vîrûsekî de ye. di van rojên şewba vîrûsa koronayê de, di bin karantînayê de, mirov dikare temaşe bike.

fîlm ji wek xebata koma wergera fîlman ya tirşikê, li kurdî hat wergerandin. wergera fîlmê ji alîyê min ve hate kirin.
min berî niha jî dîsa fîlmek bi vê konseptê wergerandibû kurdî, ku fîlmek efsane ye: Here lînkê

hejmara fîlmên bi binnivîsên kurdî, bû 63.

hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê

an jî, dîrekt ji vir daxin:

binnivîsa fîlmê: Here lînkê
ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê

Here lînkê


têbinî-1: me ji bo fîlmê her wiha versîyonek hêdî ya binnivîsê jî amade kir: di vê versîyonê de heta binnivîsa di rêzê de neyê, binnivîsa berê li ser ekranê dimîne. bi saya vê yekê kesên ku nikarin bi lez kurdî bixwînin, wê bikarin demek gelek dirêjtir binnivîsan li ser ekranê bibînin.
ji bo kesên ku nû dest bi temaşekirina bi kurdî dikin, ez dibêm wê baş be.

binnivîsa hêdî: Here lînkê

têbinî-2: temaşekirina fîlman bi binnivîsa kurdî/118142



29.03.2020 11:51 | simurg56

27. Gelî hevalên biqîmet silav û hurmet ji we hemiyan re. Va ez nû bûm endam û di tirşikê de ev jî peyama min a yeka ye. Zemanekî berê rûpelek wek awirek.com hebû ji bo fîlmên bi jêrnivîsa kurdî û min ji bo wan fîlm wergerandibû. Ez dikarim wê bişînim. Ka em çawa bikin?



31.03.2020 01:13 | bedirxan

28. koma ku heta niha 9 fîlm wergerandine. Werger ji alîyê azadixwaz ve hat kirin.
fîlma heftemîn: parasite/119098


Fîlm wek yek ji xebatên koma wergera fîlman ya tirşikê, li kurdî hat wergerandin. wergera fîlmê ji alîyê azadixwaz ve hate kirin.

hejmara fîlmên bi binnivîsên kurdî, bû 64.

hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê

an jî, dîrekt ji vir daxin:

binnivîsa fîlmê: Here lînkê
ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê

Here lînkê

têbinî-1: me ji bo fîlmê her wiha versîyonek hêdî ya binnivîsê jî amade kir: di vê versîyonê de heta binnivîsa di rêzê de neyê, binnivîsa berê li ser ekranê dimîne. bi saya vê yekê kesên ku nikarin bi lez kurdî bixwînin, wê bikarin demek gelek dirêjtir binnivîsan li ser ekranê bibînin.
ji bo kesên ku nû dest bi temaşekirina bi kurdî dikin, ez dibêm wê baş be.

binnivîsa hêdî: Here lînkê

têbinî-2: temaşekirina fîlman bi binnivîsa kurdî/118142



03.04.2020 21:28 ~21:28 | simurg56

29. koma ku vê heftîyê 3 fîlm bi hev re weşandiye:


stalker/119954 ji aliyê gulêê ve.
blade runner/119952 ji aliyê simurg56 ve.
my neighbor totoro/119956 ji aliyê biruya hayao miyazaki ve.

bi weşandina van fîlman, ev bû 12 fîlm ku vê komê wergerandin. hejmara fîlmên kurdî jî bûn 67.



11.04.2020 23:45 ~23:45 | simurg56

30. karên pirr baş ji bo kurdî dike, piştî ku hejmara fîlmên wergerandî hat heta astekî divê malpereke taybet ji bo temaşekirina fîlman ya online bê vekirin û kurd bikaribin fîlmên baş bi jêrnivîsên kurdî temaşe bikin. beriya niha bi navekî ku niha nayê bîra min malpereke wisa vebibû lê nekarî xwe zêde li ber bayê demê bigire û hat girtin.



11.04.2020 23:52 | endazer

31. malpera ku endazer li jor behs kiriye awirek.com e.

mixabin zêde li ber xwe neda.



12.04.2020 00:00 | xelîl

32. vê heftîyê dîsa 3 fîlm wergerandine kurdî.


the lord of the rings: the fellowship of the ring/120527 ji alîyê xendekî ve.
the prophet/120529 ji alîyê biruya hayao miyazaki ve.
stranger than paradise/120528 ji alîyê serbes ve.



17.04.2020 20:32 | simurg56

33.

ev fîlm a bi navê Les filles du soleil (Gîrls of the Sun) ji hêla tîma wergerên Tirşik.net’ê hatîye wergerandin gelo? Nehatibe jî, kesê dikare wergerîne heye?



23.04.2020 11:15 | ozjan xwenas

34. ez zor spasye xu ji we komera disinim. hun kare ki pir heja dikin. fîlma lotr, pir xwese bi kurdi.



23.04.2020 15:43 | tomcruise

35. @xwenas xwezan,
min bi yek kutek û heft bela fîlma Les filles du soleil (Girls of the Sun) û binnivîsa wê ya îngîlîzî peyda kir. îşelleh ez ê wergerînim kurdî. li bendê be.



23.04.2020 16:38 | simurg56

36. @simurg56 min jî di van rojên karatîna de dest bi wergera les filles du soleil (girls of the sun) kiribû, lê xuya ye tê bêrî min te wergerîne

(bnr: edît: Îngîlîzî ya min ne başe, ez hinekî ji paş ve têm)



23.04.2020 20:34 ~20:35 | merwano

37. Wergera fîlmê biyanî bi kurdî zêde dibe hey maşilleh. Başe başe, lê wergera fîlma bi dengî jî bibe pir başe.



23.04.2020 20:55 | zanyarêbêdiran

38. ji bo vê heftîyê dîsa 3 fîlm hatin wergerandin;

- fîlma the platform/121026 ji alîyê brusk56 ve hat wergerandin. (Van rojan fîlmek gelek popûler e. loma pêşwext hat weşandin)

- fîlma song of the sea/121027 ji alîyê biruya hayao miyazaki ve hat wergerandin. (Anîmasyonek xweş e.)

- fîlma girls of the sun/121025 (girls of the sun) ji alîyê simurg56 ve hat wergerandin. (fîlmek di derbarê êrîşa daîşê ya li ser şengalê de ye)



24.04.2020 17:34 | simurg56

39. fîlmên ku heta niha hatine wergerandin:

1 - los lunes al sol (2002)

2 - kingdom of heaven (2005)

3 - the wind rises (2013)

4 - enemy at the gates (2001)

5 - grand budapest hotel (2014)

6 - upgrade (2018)

7 - mad max: fury road (2015)

8 - dawn of the dead (2004)

9 - parasite (2019)

10 - stalker (1979)

11 - blade runner (1982)

12 - my neighbor totoro (2007)

13 - the prophet (2014)

14 - stranger than paradise (1984)

15 - the lord of the rings: the fellowship of the ring (2001)

16 - les filles du soleil (2018)

17 - the platform (2019)

18 - song of the sea (2014)



29.04.2020 17:19 ~17:20 | xelîl

40. koma ku meraq dikim fîlman ji zimanê wan ê orîjînal, resen werdigerînin an ji wergera wan a tirkî werdigerînin.



29.04.2020 18:39 | xeyda

41. Koma ku endamên wan çiqas dikarin ji zimanê resen werdigerînin. piraniya wan inglizî an jî zimanekî xêyn ji tirkiyê dizanin. lê carinan hinek ji wergerên tirkî anjî soranî sûd werdigirin. ji ber ku gelek qalib, biwêj an jî argoyên zimanên din bo kurmancî nehatine wergerandin û nayên zanîn.



29.04.2020 18:54 | xelîl

42. koma ku pir baş dixebite *
ji vê komê re, malperek lazim e ji bo ku wergeran bi fîlman biweşîne. zanim ne tiştek fermî ye lê ji bo ku ev werger bên bikaranîn ev yek lazim e. nexwe wê hindik werin bikaranîn.



30.04.2020 13:22 | brusk56

43. ji bo vê heftîyê dîsa 4 fîlm hatin wergerandin;

- fîlma dekalog/121482 ji alîyê berxweda ve hat wergerandin.

- fîlma extraction/121483 ji alîyê brzn ve hat wergerandin.

- fîlma long way north/121484 ji alîyê biruya hayao miyazaki ve hat wergerandin.

- fîlma no country for old men/121485 ji alîyê xelîl ve hat wergerandin.



30.04.2020 18:34 ~18:34 | simurg56

44. vê heftîyê dîsa 4 fîlm wergerandin. hejmara fîlman bû 81.

fîlma ferdinand/122648 ji aliyê biruya hayao miyazaki ve hat wergerandin.

fîlma fight club/122642 ji aliyê hespêsor ve hat wergerandin.

fîlma fahrenheit 451/122644 ji aliyê darînê daryo ve hat wergerandin.

fîlma frantz/122647 ji aliyê berîvan ve hat wergerandin.



07.05.2020 20:45 ~20:45 | simurg56

45. Ez jî dixwazim fîlmekî Fransizî ku ji zimanê orjînal wergerînim heke fîlm hebe ez ê wergerînim.



08.05.2020 00:22 | dilnaz

46. xwezî pêşiyê fîlmên di lîsteya 250 fîlmên baştirîn ya imdbyê de wergerandibûna wê ji bo tirşikê bibûya fors û reklameke temam û neşikandî!



08.05.2020 05:52 | endazer

47. vê heftîyê 3 fîlm wergerandîye;

- fîlma klaus/123488 ji alîyê biruya hayao miyazaki ve,

- fîlma moon/123489 ji alîyê brusk56 ve û

- fîlma a clockwork orange/123490 ji alîyê saqîsiwarîyo ve.

bi wan wergeran hejmara fîlmên kurdî bûn 84.



16.05.2020 11:00 ~11:00 | simurg56

48. vê heftîyê 5 fîlm wergerandîye;

- fîlma ponyo/123955 ji alîyê xwelî li ser ve,

- fîlma howl's moving castle/123954 ji alîyê biruya hayao miyazakî ve,

- fîlma the body/123953 ji alîyê cyaxares ve,

- fîlma john wick/123952 ji alîyê gumgumok ve û

- kurte-fîlma hotel chevalier/123956 ji alîyê jinajifilanhezdiket ve hat wergerandin.



bi wan wergeran hejmara fîlmên kurdî bûn 88.



23.05.2020 11:40 | simurg56

49. vê heftîyê 3 fîlm wergerandîye;

- fîlma spirited away/124574 ji alîyê biruya hayao miyazakî ve,

- fîlma 1917 1917/124573 ji alîyê xelîl ve,

- fîlma sweetheart/124572 ji alîyê simurg56 ve hat wergerandin.


bi wan wergeran hejmara fîlmên kurdî bûn 92.



02.06.2020 19:46 ~19:46 | simurg56

50. pirsekî min heye wan fîlmên ku hatîye wergerandin çima li youtube ê nayê weşandin. Erê hin fîlman de pirsgirek derdikeve ji sedema mafên parastin. Lê hemu filmande wî pirsgirek tuneye.
Ji bo minak listeya filmên ku hatîye wergerandin' de 2 film ku serê listeyê de ye(john wick û the body) tirkîya wan li youtube ê hatîye weşandin.

ji xwe malperên filma ya tirkan de piranîya fîlm û rêzefîlman tê weşandin. mafên parastin jî qet xema wan nîne.
ji xwe cameran ked didin wan filma wergerînin bira wan fîlman li youtube ê were weşandin û millet bi programan re xwe acîz nekin.



12.06.2020 21:32 | lonw karda

51. Koma ku ji roja pêşî heta îro bêsekin dixebite. Bi 4-5 kesan dest pê kiribûn. Îro ji 30 kesî bihûrtine.
Di demeke kin de, hemû fîlmên wergerandî , wê werin weşandin.
Malî ava (bnr: egerin.com).

Li ser YouTube'ê ji pirsgirêka telîfê heye. Heke em cend caran em mafên telîfê bixwin, îhtîmal e ku kanala YouTubê were astengkirin. Lê hevalên ku bixwazin biceribînin, bila li ser YouTubê biweşînin.



13.06.2020 00:55 | gumgumok

52. vê heftîyê 3 fîlm wergerandîye;

- fîlma the groundhog day/125110 ji alîyê de facto hozan ve,

- fîlma thugs of hindostan/125112 ji alîyê dildar botî ve,

- fîlma talk to her/125111 ji alîyê berîvan ve hat wergerandin.


bi wan wergeran hejmara fîlmên kurdî bûn 95.



14.06.2020 22:42 | simurg56

53. vê heftîyê rekorek şikand û 7 fîlman di yek carê de weşand.

hejmara fîlmên wergerandî, ji 100î derbas bûn û bû 102.

1- fîlma the lord of the rings: the two towers/125360 ji alîyê xendekî ve,
2- fîlma amour/125354 ji alîyê mansûr ve,
3- fîlma earth and blood/125355 ji aliyê brzn ve,
4- fîlma eyes wide shut/125356 ji alîyê ceso ve,
5- fîlma john wick: chapter 2/125357 ji alîyê gumgumok ve,
6- fîlma john wick: chapter 3 - parabellum/125358 ji alîyê rewşen ve û
7- fîlma the return/125359 ji alîyê gulêê ve hat wergerandin.


li ser navê tirşikê û hemû gelê kurd, wergêran pîroz dikim û dibêjim destên wan hemûyan sax bin. hêvî heye em rojekê ji 1.000 fîlman jî biborînin.



20.06.2020 00:18 ~00:19 | simurg56

54. Destê wan teva xweş be. Vê hefteyê 7 fîlm hatine vergerandin. Bi xêr û pîroz be.



20.06.2020 00:46 | kajav

55. vê heftîyê 5 fîlm weşandin.

hejmara fîlmên wergerandî bû 107.

1- fîlma the stoning of soraya m./126168 ji alîyê mihemedsewgî ve,
2- fîlma mandariinid/126167 ji alîyê ozjan xwnas ve,
3- fîlma don't breathe/126166 ji aliyê cyaxares ve,
4- fîlma hero/126165 ji alîyê dildar botî ve,
5- fîlma dragon blade/126164 ji alîyê dildar botî ve,



14.07.2020 19:58 | simurg56

56. xwezî fîlmên ku hatine wergerandin ser malparek kurdî bên weşandin.



16.07.2020 00:22 | golikvan

57. Li ser telegramê tê weşandin. Fermo..
Here lînkê



16.07.2020 11:09 | yûsiv

58. Kareli baş û hêja dikin lê carna ti tişt fêm nakim. Hinek profesyonelî divê. Serkeftin



16.07.2020 17:40 | zerê

59. vê heftîyê 3 fîlm weşandin.

hejmara fîlmên wergerandî bû 110.

1- fîlma the avengers/126386 ji alîyê rewşen ve,
2- fîlma shichinin no samurai/126384 ji alîyê xwelî li ser ve,
3- fîlma 2001: a space odyssey/126383 ji aliyê simurg56 ve li kurdî hat wergerandin.



24.07.2020 17:02 | simurg56

60. vê heftîyê 2 fîlm weşandin.

hejmara fîlmên wergerandî bû 112.

1- fîlma the fountain/126622 ji alîyê simurg56 ve,
2- fîlma when nietzsche wept/126623 ji alîyê okan ve, li kurdî hat wergerandin.



01.08.2020 22:21 | simurg56

61. vê heftîyê 3 fîlm weşandin.

hejmara fîlmên wergerandî bû 115.

1- fîlma the lord of the rings: the return of the king/126728 ji alîyê xendekî ve,
2- fîlma reservoir dogs/126729 ji alîyê ahûracik ve,
3- fîlma the kid/126730 ji alîyê yûsiv ve, li kurdî hat wergerandin.



07.08.2020 17:42 | simurg56

62. vê heftîyê 3 fîlm weşandin.

hejmara fîlmên wergerandî bû 117.

1- fîlma the seventh seal/127314 ji alîyê siwarêbizina ve,
2- fîlma eternity and a day/127313 ji alîyê xwelî li ser ve,
3- fîlma city lights/127312 ji alîyê yûsiv ve, li kurdî hat wergerandin.



24.09.2020 23:15 | simurg56

63. vê heftîyê 3 fîlm weşandin.

hejmara fîlmên wergerandî bû 117.

1- fîlma the pianist/128493 ji alîyê yûsiv ve,
2- fîlma life of pi/128492 ji alîyê xelîl ve,
3- fîlma dead man/128491 ji alîyê xelîl ve, li kurdî hat wergerandin.



28.11.2020 15:33 ~15:32 | simurg56

64. Koma ku ev bû du fîlmê wê darî dikim e. Min ev car fîlmê the matrix yê ku simurg wergerandibû darî kir. Fîlm min bi îngilîsî û bi tirkî darî kiribû. Vêca min ew bi binvîsa kurdî darî kir. Bi rastî min ferqa zimanê zikmakî dît. Belkî min deh care jî li fîlm darî kiribû lê ne weke vê carê. Dema min bi kurdî darî kir ew nuansê ku zû derbas dibin jî dihate fêmkirin. Fîlm ji xwe fîlmeke xweş e û li hev honandî ye. Senaryoya wê zû bi zû nayê fêmkirin. Lê min car caran rewşa civaka me tê dît. Weke mînak:

Di derekî fîlm de digo, "matrix pergalek e, neo. Ev pergal dijminê me ye. Lê dema têdeyî, tu çi dibînî? Karmend, parêzer, mamoste.... mirovên ku em dixwazin biparêzin. Lê heta ku azad nebin, parçeyek ji pergalê ne û ev wan dike dijminê me. Divê tu fêm bikî piraniya van mirovan ji bo jêderxistinê ne amade ne. Û hinek ji wan ewqas bê hêvî ne û girêdayî ne ku ji bo pergalê biparêzin, wê şer bikin. "

Teqez ev hevok bo civaka me derbasdar e. Lewra ger em bakûr weke matrix bifikirin, yên ku hatine li tirşikê bûne nivîskar kesên azad in. Simurg morfeus e. Tabî yek ji tirşikvana jî neo ye. Wekî ku di fîlm de jî gotiye,her kes ne amadeye bo ji pergalê derê. Hin kes hingî bê hêvî û girêdayî dewletê ne, bo parastina wê karin şer jî bikin. Loma jî yên ku hêj derneketine dijminê me ne. Birastî jî kurdên ku hay ji kurdbûna xwe tune ne, dijminê me ne. Girêdayî dewletê ne û tu hêviya wan ji kurda tune ne. Heya ku li dijî kesên weke me bo pergalê biparêzin, karin şer jî bikin. Her kesek jî bo hişyarkirinê ne amade ne. Ez vê yekê li derûdora xwe bi awayekî net dibînim.

Bo werger, bi zimanekî hêsan hatibû wergerandin. Dema min dixwend, heç wekî simurg li pêşberî min fîlm werdigerîne kurdî, bi min dihat. Lê gelek çewtiyên nivîsandîn û rêzimanî hebûn. Bawerim werger bi awayekî zû, ecele hatiye kirin û paşê jî nehatiye kontrol kirin an bi ber çava neketiye. Lê dîsa jî min bi zewq darî kir. Hezar spas ji bo cenabê wergêr.



11.12.2020 02:14 | tîrêj zana 21

65. her çiwas van hefteyên dawîn de hinek bêhna xwe vekirîbe jî, îsal karekî baş derxist holê. hêdî hêdî fîlmên ku berî avakirina vê komê hatine wergerandin jî, li ser hesaba telegramê tê weşandin.
weke mînak fîlma the matrix berî 12 salan hatibû wergerandin. wê demê di karê wergerê de hê nû bûm, loma tê de xeletîyên gramerê hene helbet. wext hebe û em van wergerên kevin jî hinekî kontrol/rast bikin wê baş e tabî.



12.12.2020 00:10 | simurg56

66. Koma ku êdî weke berî çalak nîn e. Belku van rojên qedexeyê dîsa dest bi wergerandinan bikin.

Divê kampanyayayek nû were lidarxistin. Ew kesên ku di kampanyaya dawî de hatin, her yekî bûn endamên domdar û hilberîner ên tirşikê. Li twîtter gelek ciwanên ku dixwazin ji xwe re cihek ewle û nas bibînin û tê de stara xwe bikin hene. Lê haya pirraniya wan jê tirşikê tune ye.

Diho ne pêr, hevaleke min a ku bi salan e me hevdû nedîtibû, bi saya serê wergereke fîlmê li ser twîtterê gihişte min û got ev bû demeke dirêj min ji bo binnivîsa kurdî peyam şandiya hesabê tirşikê ya twîtterê lê ti bersiv nehatiye. Ev jî kêmasiyek e.



12.12.2020 01:25 | xelîl

67. vê hefteyê 2 fîlm weşandin:

1- fîlma double life of veronique/128980 ji aliyê xelîl ve,
2- fîlma blade runner 2049/128979 ji alîyê simurg56 ve li kurdî hat wergerandin.



12.12.2020 15:29 ~15:46 | simurg56

68. vê hefteyê 2 fîlm weşandin:

1- fîlma the last samurai/129494 ji aliyê dildar botî ve,
2- fîlma beneath us/129495 ji alîyê cyaxares ve li kurdî hat wergerandin.



20.12.2020 14:36 | simurg56

69. 2 fîlmên ku vê heftîyê hatin weşandin:

1- fîlma dekalog/129658 ku ji aliyê berxweda ve hat wergerandin û
2- fîlma persona/129664 ku ji aliyê xelîl ve hat weşandin.



26.12.2020 13:02 | simurg56

70. Ez hêj nû ev çend roj e ez bi ser koma we ya telegramê vebûm. Ez jî ber wê kêf xweş im. karek pîroz e.



26.12.2020 23:43 | demsal

71. 2 fîlmên ku vê heftîyê hatin weşandin:

1- fîlma bird box/129986 ku ji aliyê azadixwaz ve hat wergerandin û
2- fîlma forrest gump/129987 ku ji aliyê gumgumok ve hat wergerandin..



07.01.2021 20:32 ~20:32 | simurg56

72. wergerên heftîyê:

1- fîlma earthlings/130165 ji aliyê xwelî li ser ve,
2- fîlma lars and the real girl/130166 ji aliyê keyomerd ve li kurdî hat wergerandin.



16.01.2021 12:11 ~12:11 | simurg56

73. Min koma wergera fîlman ya tirşikê dereng naskir va jî xemgîni ye ke jimin re. Ema jivir şûnve digihijînim her kesî.



17.01.2021 04:13 | yaqûp

74. wergerên heftîyê:

1- fîlma the head hunter/131786 ji aliyê cyaxares ve hat wergerandin.



14.03.2021 08:28 | simurg56

75. wergera heftîyê:

1- fîlma the alien/132265 ji aliyê simurg56 ve hat wergerandin.



18.04.2021 15:31 | simurg56

76. (bnr: aio search)



08.05.2021 22:52 | heval.js

77. Koma ko ez nikarim fîlmên ji destê wan hatîye wergerandin temaşa bikim. )':



09.05.2021 04:31 | pîroz

78. Koma ku fîlmên wergerandine li ser telegramê diweşine, kesên dixwazim temaşeyê fîlman bikin divê bibin aboneya kanalê:

kanala filmên bi kurdî ya telegramê: Here lînkê



09.05.2021 09:26 | xelîl

79. fîlma the kûsî jî dikarin bifirin/136920 ji aliyê keyomerd ve hat wergerandin.



26.09.2021 18:20 | simurg56

80. koma ku dixuye êdî kar nake. :/



11.12.2021 22:03 | pênûsa westiyayî

81. Min duhî di kanala YouTube'ê ya tirşikê de filma bi navê Kûsî Jî Difirin dît bi jêrnivîsa Kurdî bawer bikin ez pir hestdar bûm min pêşîyê de jî temaşe kiribû lê vê carê min bi zelalî fam kir. Ji nû ve temaşe kirinê bandorek mezin li ser min kir dibe hûn bawer nekin lê ez bi dilê xwe yê hişk jî kelogirî bûm ne tenê ji ber sahneyên hestdar gava min sahneyên normal jî temaşe dikirin dîsa hestdar bûm kîna dilê min de û hestên min yên nîjadperest dîsa vejîyan. Axir dixwazim bêjim ezê xwe bi çi awayî gehênim zêdetir filmên bi jêrnivîs ên Kurdî an jî yên bi dûblaja Kurdî? Li tirşikê fêr pir tiştan bûm hêviya min ew fêr gelektir tiştan bim.



21.10.2022 20:30 | bayê xerbî

82. niha di beşa fîlman de pirsgirêk heye, loma mirov nikare hemû bi rêzokekê lêkole. yên xwedî ajimera telegramê dikarin hemû bê kuflet temaşe bikin:
(bnr: kanala filmên bi kurdî ya telegramê)
an jî ev navnîşana komê ye:@filmenkurdi Here lînkê



21.10.2022 22:38 | biruya hayao miyazaki

83. koma ku piştî pandemiyê dev ji wergeriyê berda. demekê wilo bû ku her hefte kêmanî 3-4 binnivîs diketin destê simurg. ez bixwe jî êdî li xwe nabînim wergerînim. dibe ku ji ber karûbarên jiyanê jî be.

dîsa jî bi kedeke bêhempa fîlman wergerandin ev kom.



22.10.2022 15:52 | xelîl

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» koma çiya
» wergera binnivîsan
» tirşikê de îhtimala xwandina peyamên taybet

Kategoriyên mijarê:: sinema ziman sinema ziman sinema ziman kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî