Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
koma wergera fîlman ya tirşikê - tirşik
koma wergera fîlman ya tirşikê
(71) (0) (36)
di mijarê de bigere

40. Koma ku endamên wan çiqas dikarin ji zimanê resen werdigerînin. piraniya wan inglizî an jî zimanekî xêyn ji tirkiyê dizanin. lê carinan hinek ji wergerên tirkî anjî soranî sûd werdigirin. ji ber ku gelek qalib, biwêj an jî argoyên zimanên din bo kurmancî nehatine wergerandin û nayên zanîn.



29.04.2020 18:54 | xelîl

41. koma ku pir baş dixebite *
ji vê komê re, malperek lazim e ji bo ku wergeran bi fîlman biweşîne. zanim ne tiştek fermî ye lê ji bo ku ev werger bên bikaranîn ev yek lazim e. nexwe wê hindik werin bikaranîn.



30.04.2020 13:22 | brusk56

42. ji bo vê heftîyê dîsa 4 fîlm hatin wergerandin;

- fîlma dekalog/121482 ji alîyê berxweda ve hat wergerandin.

- fîlma extraction/121483 ji alîyê brzn ve hat wergerandin.

- fîlma long way north/121484 ji alîyê biruya hayao miyazaki ve hat wergerandin.

- fîlma no country for old men/121485 ji alîyê xelîl ve hat wergerandin.



30.04.2020 18:34 ~18:34 | simurg56

43. vê heftîyê dîsa 4 fîlm wergerandin. hejmara fîlman bû 81.

fîlma ferdinand/122648 ji aliyê biruya hayao miyazaki ve hat wergerandin.

fîlma fight club/122642 ji aliyê hespêsor ve hat wergerandin.

fîlma fahrenheit 451/122644 ji aliyê darînê daryo ve hat wergerandin.

fîlma frantz/122647 ji aliyê berîvan ve hat wergerandin.



07.05.2020 20:45 ~20:45 | simurg56

44. Ez jî dixwazim fîlmekî Fransizî ku ji zimanê orjînal wergerînim heke fîlm hebe ez ê wergerînim.



08.05.2020 00:22 | dilnaz

45. xwezî pêşiyê fîlmên di lîsteya 250 fîlmên baştirîn ya imdbyê de wergerandibûna wê ji bo tirşikê bibûya fors û reklameke temam û neşikandî!



08.05.2020 05:52 | endazer

46. vê heftîyê 3 fîlm wergerandîye;

- fîlma klaus/123488 ji alîyê biruya hayao miyazaki ve,

- fîlma moon/123489 ji alîyê brusk56 ve û

- fîlma a clockwork orange/123490 ji alîyê saqîsiwarîyo ve.

bi wan wergeran hejmara fîlmên kurdî bûn 84.



16.05.2020 11:00 ~11:00 | simurg56

47. vê heftîyê 5 fîlm wergerandîye;

- fîlma ponyo/123955 ji alîyê xwelî li ser ve,

- fîlma howl's moving castle/123954 ji alîyê biruya hayao miyazakî ve,

- fîlma the body/123953 ji alîyê cyaxares ve,

- fîlma john wick/123952 ji alîyê gumgumok ve û

- kurte-fîlma hotel chevalier/123956 ji alîyê jinajifilanhezdiket ve hat wergerandin.



bi wan wergeran hejmara fîlmên kurdî bûn 88.



23.05.2020 11:40 | simurg56

48. vê heftîyê 3 fîlm wergerandîye;

- fîlma spirited away/124574 ji alîyê biruya hayao miyazakî ve,

- fîlma 1917 1917/124573 ji alîyê xelîl ve,

- fîlma sweetheart/124572 ji alîyê simurg56 ve hat wergerandin.


bi wan wergeran hejmara fîlmên kurdî bûn 92.



02.06.2020 19:46 ~19:46 | simurg56

49. pirsekî min heye wan fîlmên ku hatîye wergerandin çima li youtube ê nayê weşandin. Erê hin fîlman de pirsgirek derdikeve ji sedema mafên parastin. Lê hemu filmande wî pirsgirek tuneye.
Ji bo minak listeya filmên ku hatîye wergerandin' de 2 film ku serê listeyê de ye(john wick û the body) tirkîya wan li youtube ê hatîye weşandin.

ji xwe malperên filma ya tirkan de piranîya fîlm û rêzefîlman tê weşandin. mafên parastin jî qet xema wan nîne.
ji xwe cameran ked didin wan filma wergerînin bira wan fîlman li youtube ê were weşandin û millet bi programan re xwe acîz nekin.



12.06.2020 21:32 | lonw karda

50. Koma ku ji roja pêşî heta îro bêsekin dixebite. Bi 4-5 kesan dest pê kiribûn. Îro ji 30 kesî bihûrtine.
Di demeke kin de, hemû fîlmên wergerandî , wê werin weşandin.
Malî ava (bnr: egerin.com).

Li ser YouTube'ê ji pirsgirêka telîfê heye. Heke em cend caran em mafên telîfê bixwin, îhtîmal e ku kanala YouTubê were astengkirin. Lê hevalên ku bixwazin biceribînin, bila li ser YouTubê biweşînin.



13.06.2020 00:55 | gumgumok

51. vê heftîyê 3 fîlm wergerandîye;

- fîlma the groundhog day/125110 ji alîyê de facto hozan ve,

- fîlma thugs of hindostan/125112 ji alîyê dildar botî ve,

- fîlma talk to her/125111 ji alîyê berîvan ve hat wergerandin.


bi wan wergeran hejmara fîlmên kurdî bûn 95.



14.06.2020 22:42 | simurg56

52. vê heftîyê rekorek şikand û 7 fîlman di yek carê de weşand.

hejmara fîlmên wergerandî, ji 100î derbas bûn û bû 102.

1- fîlma the lord of the rings: the two towers/125360 ji alîyê xendekî ve,
2- fîlma amour/125354 ji alîyê mansûr ve,
3- fîlma earth and blood/125355 ji aliyê brzn ve,
4- fîlma eyes wide shut/125356 ji alîyê ceso ve,
5- fîlma john wick: chapter 2/125357 ji alîyê gumgumok ve,
6- fîlma john wick: chapter 3 - parabellum/125358 ji alîyê rewşen ve û
7- fîlma the return/125359 ji alîyê gulêê ve hat wergerandin.


li ser navê tirşikê û hemû gelê kurd, wergêran pîroz dikim û dibêjim destên wan hemûyan sax bin. hêvî heye em rojekê ji 1.000 fîlman jî biborînin.



20.06.2020 00:18 ~00:19 | simurg56

53. Destê wan teva xweş be. Vê hefteyê 7 fîlm hatine vergerandin. Bi xêr û pîroz be.



20.06.2020 00:46 | kajav

54. vê heftîyê 5 fîlm weşandin.

hejmara fîlmên wergerandî bû 107.

1- fîlma the stoning of soraya m./126168 ji alîyê mihemedsewgî ve,
2- fîlma mandariinid/126167 ji alîyê ozjan xwnas ve,
3- fîlma don't breathe/126166 ji aliyê cyaxares ve,
4- fîlma hero/126165 ji alîyê dildar botî ve,
5- fîlma dragon blade/126164 ji alîyê dildar botî ve,



14.07.2020 19:58 | simurg56

55. xwezî fîlmên ku hatine wergerandin ser malparek kurdî bên weşandin.



16.07.2020 00:22 | golikvan

56. Li ser telegramê tê weşandin. Fermo..
Here lînkê



16.07.2020 11:09 | yûsiv

57. Kareli baş û hêja dikin lê carna ti tişt fêm nakim. Hinek profesyonelî divê. Serkeftin



16.07.2020 17:40 | zerê

58. vê heftîyê 3 fîlm weşandin.

hejmara fîlmên wergerandî bû 110.

1- fîlma the avengers/126386 ji alîyê rewşen ve,
2- fîlma shichinin no samurai/126384 ji alîyê xwelî li ser ve,
3- fîlma 2001: a space odyssey/126383 ji aliyê simurg56 ve li kurdî hat wergerandin.



24.07.2020 17:02 | simurg56

59. vê heftîyê 2 fîlm weşandin.

hejmara fîlmên wergerandî bû 112.

1- fîlma the fountain/126622 ji alîyê simurg56 ve,
2- fîlma when nietzsche wept/126623 ji alîyê okan ve, li kurdî hat wergerandin.



01.08.2020 22:21 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» koma mazlum
» wergera soranî ya tirşikê
» tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî

Kategoriyên mijarê:: sinema ziman sinema ziman sinema ziman kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî