Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
gelo gerdûn sîmulasyon e - tirşik
gelo gerdûn sîmulasyon e

Navê mijarê ya ewil ev bû:gelo sîmulasyon e gerdûn ?
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Fikra ku ji alîyê çend feylesofa hatîye gotin
Cara dawî jî ji alîyê karsaz elon musk
Ve hatîye rojevê
Li gor vê hişmendîyê hemû gerdûn û alem lîstika kesên xwedî şaristanîyeke bilind e

Dibêjin ku dema teknolojî pêş bikeve dê sîmulasyonên biçuk ji alîyê mirovan jî dê karibe were çêkirin

Fîlmeke bi navê 13. Beş (13. Kat) li ser vê hişmendîyê hatibû kişandin


Here lînkê



02.02.2020 12:30 ~2021.01.11 00:36 | tîrêj zana 21

2. fikra ku her diçe bi min mantiqtir tê. îhtîmaleke mezin em di nava lîstikekê an di laboratûvara hinekan de kobay in. heke ev fikr rast be dê hemû tişt wateyekî qezenc bikin. xwuda, peyamber, ol, perasan, feza hwd. hemû dê werin fêm kirin.

heke ev gerdûn bernameyeke kombersa kesên ji me jîrtir û pêşdeçûyî be, divê ew kes jî di kombersa hin kesên ji wan jîrtir û pêşdeçûyîtir bin. weke tê zanîn niha em jî bernameyên kombersa çê dikin û di lîstika de lîstikvana kontrol dikin an tişta bi wan didin kirin. weke mînak lîstika gta, kesê nebihîstibe tuneye. di lîstikê de serleheng heye û di bin kontrola bikarhênerê lîstikê de ye. mirovên ji bilî serleheng otomotîk tevdigerin li gor nivîsbariyê. dema ev serleheng û fîgurên din tevdigerin, gelo dizanin ku di lîstika kesekî de fîgurin? an dê çawa fêm bikin ku ew di nava sîmûlasyonê de ne?

heke ev fikr an dozîne rast be, nexwe xwuda jî endezyar an avakarê bernameyê ye. piştî ku sîmulasyon(gerdûn) hat sazkirin, mirov di gerdûnê de xwe bi tenê û bêarmanc hês kirin. ji bo armancekî ji xwe re bibînin ol afirandin. li gor olê jî jiyana piştî mirinê afirandin. paşê ji bo mirov xwe zû negihênin wê jiyanê jî xwekuştinê qedexe kirin. dûvre jiyana piştî mirinê jî dabeş kirin du beşa; bihuşt û dojeh. li gor kiryarê mirovan wan bi van herdu beşa xelat an ceza kirin. paşê mirovek bi navê brahîm rabû ji xwe re fikirî. ji ber olên berya wî hebûn ji wî re bi mantiq nedihat. li gor hişmendiya wî tiştên li ber çava û pîştî wextekî ji holê radibin nikarin bibin xwuda an afrîner. ji ber wê rabû berê xwe da asîman û çav li stêrka ket û got "xwudawend ev e", lê piştî bû sibe û stêrk wenda bû got "na ev nikare bibe xwudawend". heman tişt bo heyvê jî çê bû. paşê çav li rojê ket û got "eve ji gişa mezintir û hêztir e, nexwe divê ev xwudawend be". lê pîştî ku bû êvar û roj çû ava, got nexêr tiştê zaîl bibe nikare bibe xwudawend û talî biryarek da û got; "divê xwudawend xuya neke û ne li ber çava be. ew hertim li sêrdar be û qet zaîl nebe". belê ev biryar bû destpêka olên brahîmî. paşê brahîm rabû û got "ez peyamberim. xwudawend bi riya min peyama raguhêzîne we". kesê jî negot peyam çawa li te bar dibin? kesê peyamê ji tere tîne kesek çawaye? ji nav ewqas mirov de çima tu? di nava jiyana gerdûnê ya milyara sal çima ev kêlî? bo çi em hatine afirandin? ...

kesên bi fîzîk û kîmyayê eleqedar dizanin. her elektron xwudî hejmara spîne. ev hejmar 1/2 an -1/2 ye. yanê elektron yan di aliyê demjimêrê dizîvire an berovajî wê. li gor ceribandinê zanistî elektron haj xwe hene. tevgerên xwe li gor nêrîna mirovan rêkdixe. yanê dema mirovek li elektronê sêr bike hayê wê jê çêdibe û li gor wê berê zîvirandina xwe diguherîne. ev yek di lîstika gta ya ku me li jor behs kir jî bi heman şêweyî ye. dema serlehengê lîstikê berê xwe bide kêderê lîstikê ew der dixebite û cihe li pişt serleheng dimîne jî disekine. yanê dema bikarhêner berê mişkoka xwe dide ku, ew der dilive.

axir, hêj gelek tiştan dixwazim bibêjim lê hemû di serê min de bela vela ne. nikarim wan têxim rêzekî û wan li vir binivîsim. lewra ez zêde pêde herim heye ku bernamesaz min "ban" bike* wer hasil em di kombersa hinekande fîgur an lîstikvan in. lê evêya baş dizanim bikarhêner ji kurda qet hez nekiriye û neheqî li wan kiriye.



nîşe: heke bikarhênerê min vê nivîse dixwîne; ka êvarî dêmjimêr 10 a de were axurê me yê jêrîn karekî min bi te heye.*



21.05.2020 16:47 | tîrêj zana 21

3. Heke hetanî niha we sêr nekiribe bi vî awayî truman show fîlmeke serkeftî ye.



22.05.2020 00:08 | mîr

4. Simîlasyone û lîstikeke, û bêguman allah lidarxistiye û wê demek bi dawî bibe û ji xwedêre you win! ji şeytan û kafiranre you lost an kîrê we we di ber serê bavê hevkim : )

Bêhtir dixwazim binivîsim lê ne bawerim ji wera rawe bikim bi we bidim bawerkirin, lê dikarim bibêjim xwedê heye demek xwedênenasbûm min wî û hebûna wî dît êdî em hev nasdikim merhebatiya me heye bêgumanbin.



23.05.2020 00:08 | telebê hz mêdî

5. pirseke badilhewa ye.
kesên ku vê tiştê diparêzin dibe ku zehv fîlman seyr dikin.
ji ber ku ti hêz nikare smîlasyoneke aha demezirîne.

Û
(bnr: teqîna mezin)
(bnr: big bang)



23.05.2020 00:22 ~00:30 | bûtîmar

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» gelo ev mirov çi dibêje
» gerdûna efsûnkariyê

Kategoriyên mijarê:: komputerprogram tirsik jiyan komputerprogram tirsik jiyan komputerprogram tirsik jiyan kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî