Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
pêşniyarên qenalên youtubeê - tirşik
pêşniyarên qenalên youtubeê

Navê mijarê ya ewil ev bû:pêşniyarên qenalên youtube'ê
(8) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. di roja me ya îro de êdî qedrê rojnameyên matbû, pirtûk, kovar, televîzyon, hwd. ketine, roj bi roj bi saya teknolojîyê her tiştên ku mirov lê digere di telefonên biaqil û kompîteran de peyda dibin.
êdî ansîklopedîyên berê nemane, rojek dê were mirov dê bi pirtûkxaneya xwe ya e-pirtûkxane pesnê xwe bide, dê arşîva xwe ya e-pirtûkan nîşanî hevalên xwe bide.

zanyarî û agahî bi taybetî êdî li ser qenalên youtube'ê bi rêya hesabên cûr bi cûr ve tên weşandin, wekî pirtûkxane û dibistanekê erka xwe bicih tînin.
kurd jî her çiqas youtube'ê bikarbînin jî wekî gelek tiştên din em hê li paş mane, hem bi cûr bi cûrîya qenalan, hem bi çêkirin û pevxistana vîdyoyan, anîmasyon û grafîkan, hwd. qalîteya qenalên me hindik in. wekî min li jor jî gotî êdî tv hêdî hêdî erka xwe bi teknolojîyê wenda dike, şûna wê sepanên înternetê (bnr: netflix), (bnr: apple tv), (bnr: ted), (bnr: vimeo tv), (bnr: puhu tv), (bnr: blu tv) û hezarên din hatin avakirin.

ez ê li vir çend qenalên ku li ser youtube'ê dişopînim wekî pêşniyar ji we re bêjim. kerem bikin:

1- the school of life (dibistana jîyanê) : qenala ku herî zêde jê hez dikim ev e. vîdyoyên ku parve dikin tam li gorî navê qenalê ye, di derbarê jîyanê de tu çi bixwazî tu dikarî bi awayeke zanistî û infografîk, îllustrasyonên balkêş temaşe bikî; wekî mînak vîdyoyên "ji xwe nefret û anksîyete, tekêlîyeke standart, mirov dikarin biguherin?, kapîtalîzm vs sosyalîzm, di hilnijartina partnerî de şeş sedemên şaş ên te, çima dikevî depresyonê de?", hwd bi hezaran vîdyoyên di derbarê jîyanê de hene. zimanê qenalê îngilîzî ye.
Here lînkê
2- then & now (nexwe & niha): qeneleke din a ku gelek tiştan jê hinbûme ev e. qenal vîdyoyên li ser dîrokê, polîtîkayê û fîlozofîyê her hefte diweşîne. vîdyoyên li ser teorîyên fîlozofên wekî bourdieu, foucault, adorno, montaigne, benjamin hwd. vîdyoyên pirr baş çêkirine, kesên ku bixwazin destpêka teorîya van fîlozofan hîn bibe, rêyeke kêrhatî û hêja ye. wekî din li ser mijarên wekî romantizm, poetika, faşîzm, rexne, hwd. vîdyo hene. mirov dikare vê qenalê jî wekî dibistaneke bi kar bîne. zimanê qenalê ingîlizî ye.
Here lînkê
3- (bnr: barış özcan): belki ji di nav youtuber û qenalên tirkan de ya herî zêde tê nasîn ev qenal û mêrik e. qenala wî li ser çîrokên huner, dîzayn û teknolojîyê ye. qenal bi tirkî ye. vîdyoyên balkêş û kêrhatî diweşîne. herweha, pevxistin û axaftinên qenalê jî hewceye ku mirov bêje di asteke bilind e ye.
Here lînkê
4- pel film tv: qenaleke tvyê ya li ser youtube'ê weşane dike ye. bi cûr bi cûrîya xwe ya vîdyoyan balê dikişîne ser xwe. bi hunermendên kurd, dengbêjan, cih û warên kurdistanê, sînema, dîrok, hevpeyvînên kolanan vîdyoyên baş çêdikin. gelek caran li ser taştê (bnr: pel film tv) temaşe dikim. zimanê qenalê piranî kurmancî ye, yek-du bernameyan de zimanê tirkî jî heye. ez bawer im dê pêşerojê de bibe çavderîyek û arşîveke baş.
Here lînkê
5- kurdish heritage: qenala li ser kelepor û bajarên kurdistanê disekine ye. vîdyoyên cûda ji qenalên wekî kurdistan24 tv, rûdaw tv û ajansên cûda cûda digire û bi xwe pevxistana wan vîdyoyan çêdikin û parve dikin. ji bajarên her çar parçeyên kurdistanê didin nasîn, di vîdyoyan de binnivîsa îngilîzî bajaran hatine nasandin. zêdetirî li ser instagramê çalaktir in. vîdyoyên xwe li ser youtube'ê jî parve dikin. kesên ku bajarên kurdistanê yên hê nedîtî dikare li ser vê derê bibîne û ji bo pêşerojê ji xwe re bernameyeke ya gerê çêke. di vê vîdyoya xwe de ku ji saetekê dirêjtir e bajarên kurdistanê hemû dane nasandin.


6- hunergeha welat: qenala ku ji kurdistana rojavayê weşana xwe dike ye, piştî şerê sûrî û rojavayê qenal hate avakirin. qenal li qamişloyê ye. rewşenbîrên û stranbêjên li qamişloyê qenalê bi awayeke komûnal rêve dibin. piştî strana (bnr: şefîqê tembûrvan) edlayê û strana (bnr: şervano) qenal li temamê kurdistanê û bi taybetî li bakur zêdetir hate bihîstin. kesên wekî (bnr: şêro hinde), (bnr: mehmûd berazî), (bnr: ronîyê elî) piştgirîyê didin (bnr: hunergeha welat). hêja ye ku mirov bişopîne û piştgir be.
Here lînkê
7- asoya helbesta kurdî: ez bawer im gelek kesên di tirşikê de dinivîsinin hay ji (bnr: asoya helbesta kurdî) hene. qenal helbestên kurdî bi vîdyo, binnivîs û xwendina ji kesên cûda cûda û carna ji xwedîyê/a helbestê xwe diweşîne. li gel helbestan çend stranên dengbêjan jî parve kirine.
kêfa min jê re tê û çend caran şev qenalê vedikim û lîste qenalê ji destpêkê vedikim û diherike. qenal ji ber ku ji alîyê dilxwazan ve tê avakirin, qeyda hin xwendina helbestan ne profesyonel e, ji ber ku amûrên wan kesan jî nîne û îhtimaleke mezin bi telefona xwe dengê xwe qeyd dikin.
ger derfetên qenalê çêbe, pêşerojê de dikare îstasyoneke li diyarbekirê, wanê, mêrdînê û li stenbolê veke. an jî îstasyoneke (amûrên qeydê) yê qenalê hebe û dikare bigere û kesên bixwaze dengên wan û helbesta wan qeyd bike. helbet ev kareke ked û zeman dixwaze ye.
Here lînkê
8- roza sîerra: qenaleke di derbarê folklora kurdî de berhevkarîyê dike ye. qenal navê xwe ji berhavkara xwe (bnr: roza sîerra) digere. li çend gund û navçeyên kurdistana bakur gerîya ye û çîrokên folklorîk qeyd û berhev kirine. herweha li ser hesabê xwe yê blogspotê jî ev çîrok transkrîpte kirine. kesên ku bala wan li ser folklora kurdî hebe, dikarin bişopînin. herî dawî vîdyoyeke ji kurdistana başûr bi hunermend (bnr: seîd gabarî) re qeyd kir û parve kir. ger bi awayeke rêkûpêk berdewam bike, pêşerojê de dikare bibe arşîv û çavkanîyeke xurt.
Here lînkê
9- çeviri konuşmalar: qenaleke li ser wergera tirkî ya axaftina fîlozof, zanyar û nivîskarên navdar ên wekî albert camus, jean baudrillard, ayn rand, stefan zweig, tomas piketty, hwd. e. bi binnivîs û vîdyoyên kevn ên van navên tê'te naskirin mirov dikare bişopîne û jê wan û axaftinên wan ên berê haydar be.
Here lînkê
10- kexp: qenaleke non-profit e, mebesteke ya qenalê ya kar û qezencê nîne. qenal di stûdyoya xwe de hunermendên ji çar alîyên cîhanê dike mêvan û bi dengê wan ê zindî qeydan dike û li ser wir belav dike. weşana xwe ji seattle dike. gelek caran dema ez firaxan dişûm bi qenalê vedikim û hema kîjan bikeve ber destê min vedikim. kesên ku ji muzîkê û ji keşfkirina navên nû yên muzîkê hez bike dikarin bi rihetî bişopînin.
Here lînkê



03.02.2020 21:30 | lehî baranyan

2. ji xwe ji aliyê hînkirina zimanê kurdî de gelek qenalên youtubê hene.
û yên bixwazin dikarin li bin vê mijarê meyzênin:
pêşniyarên qenalên youtube'ê yê li ser zimanê kurdî
Here lînkê


ji xeynî van, peşniyarên min yên din ev in;

Li ser çand, huner û hwd. :

tirsik.net : Here lînkê

kurdolog beg : Here lînkê

pel film : Here lînkê

dersiminfo :Here lînkê

piya yapım : Here lînkê

marwila tv : Here lînkê

who are the kurds? : Here lînkê

Çil film : Here lînkê

asoya helbesta kurdî : Here lînkê

necat zivingî : Here lînkê

copy paste : Here lînkê

cinekurd : Here lînkê

bedel boseli : Here lînkê

ibrahim halil baran: Here lînkê

rizgar akan : Here lînkê

roza sierra: Here lînkê

koma kurdînûsan : Here lînkê

ezxeyîc : Here lînkê

kî ne em : Here lînkê

bîtlîsname : Here lînkê

pop kurd : Here lînkê

rewşan çeliker: Here lînkê

azad turan official : Here lînkê

Vîne, Blog, pekenok û hwd. :

resul bafeyî : Here lînkê

hestû tv : Here lînkê

denozer72: Here lînkê

ramazan gürbüz : Here lînkê

jiyan kara : Here lînkê

gulsumakê - gîska gerok : Here lînkê

lo dublaj :Here lînkê

tina os : Here lînkê

dara lalo: Here lînkê

gerok tv: Here lînkê

keyo Çalî : Here lînkê

bê henek : Here lînkê

veli erdem : Here lînkê

warvin tawfeeq : Here lînkê

abo chicho peshmerge : Here lînkê

asya dawid : Here lînkê

segvan hermesi : Here lînkê

Li ser Zanistî û hwd.

dr eser Çetin : Here lînkê

feza bi kurdî : Here lînkê

mesut alp : Here lînkê

Li ser xwarin û vexwarinên Kurda

xwarinên dayîka min : Here lînkê

gulê can ronahî : Here lînkê

kürtçe yemek tarifleri : Here lînkê

Ji bo zarokan

zarok tv : Here lînkê

kurdish fairy tales : Here lînkê

pilopilo tv : Here lînkê

cedirc bi kurdî : Here lînkê

axîn û arîn : Here lînkê

khalil ali : Here lînkê

Lîstikvanên Kurd (Pubg, Gta û hwd : )

arman ameer : Here lînkê

dado kurdish : Here lînkê

omko 99 : Here lînkê

jano gaming : Here lînkê

ari gaming : Here lînkê


jêrnivîs: bi telaq heta min ev berhev kirin qûn li min qeta, ji ber vê yekê çê dibê ku 1-2 lînk neşixulin, ji niha de biborin * ( an jî peyamekê bişîyênin, ez ê sererast bikim)



12.06.2020 15:55 ~16:33 | merwano

3. qenela cejna sezgin ku xebroşkan bi awayekî rewan û şîrîn vedibêje. Here lînkê



21.05.2021 14:39 | ezcan

4. (bnr: brusk99)





21.05.2021 15:09 | hueyn

5. (bnr: ciwanzêr)*

Here lînkê



17.08.2022 00:10 | ciwanzêr

6. kî neşopîne heyfa wê û ya wî: gewran tv Here lînkê



21.03.2023 19:28 | tizbîkêş

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» pêşniyarên tirşikvanan ji bo sûd girtina ji mirovên tên newrozê
» qenalên kurdî yên di turksatê de

Kategoriyên mijarê:: muzik weje jiyan muzik weje jiyan muzik weje jiyan kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî