Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
ersin korkut - tirşik
ersin korkut
(9) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Şanogerek kurd e.
Xwarziyê yılmaz erdoğan e.
Heta rojên davî tew kêfa min jê nedihat.
Tirkî axivina wî pir 'itici' dihat min re.
Min videoyake wî dit peyamek bi kurdî ji ergin xelikan re şandiye. Here lînkê
Gava bi kurdî diaxive ew xwîntehliya xwe (hebekê) wenda dibe.



14.02.2020 21:18 ~22:22 | cinorek

2. Qeşmerekî ji dera hanê ye, ne bi kurdî, here Xwe bi ava zemzemê bişo û dûra bi fransîzî ya Victor Hugo jî biaxive her eynî qeşmer e.
Li ser sosyal medyayê her kes kêfa xwe bi şitexaliya wî ya kurdî aniye.
Li twitterê bi sedan kes axaftina wî Parve kiribû law mêrik ji orta nava Colemêrgê ye ma bi îtalyanî biaxife? Helbet bi kurdî dizane û dikare biaxife, hûn pê çi û çima şaşwaz bûne?



14.02.2020 22:17 | ferhenga şikestî

3. ê ku wê îsal di survivor'ê de bilîze *
nizanim çima lê ev zilam ji min re sempatîk tê. li gor texmîna min di jiyana xwe ya derve de, mirovek dilnizm e.



14.02.2020 22:34 | brusk56

4. van demên dawî de yên weke wî zêde bûne ku dixwazin nanê xwe bixwin ji kurda. wek nihat doxan. wek hinek tirkên din. wek ku dibînim kurd û kurdî bi aliyeke xweş ve diçe û ev çeqel bêhna wî kirine. an jî ez zêde paranoyaq im.



15.02.2020 16:58 | xwelî li ser

5. Ser patatê qirdik..



15.02.2020 21:49 | zîzo

6. 20 salê li fîlm û şanoyen t*rkî de dilîze. Îsal hewcedariya wî bi piştgiriya Kurdan hat dest bi Kurdî kir. Her kesê rojekê ji bo menfeeta xwe vegere ser eslê xwe.



16.02.2020 14:36 | hector

7. min hay jê nîne lê eger vegeriyaye ser kurdî ev tişteke baş e û cihê kêfxweşiyê ye. ji van kurdên patetîk yên bi çavê krîmînîlasyonê li kurdên din dinêrin kerixîme êdî. yaw berê kÎ çi kiribe kiriye, bihêlin eger kesek ji bo kurdî tiştekî bike, mebest çi jî be, bila bike!
dev ji van xûy û xisletên xwe yên lÎnckirina xelkê berdin!
ew berê di rêzefîlmên nizanim çi de lîstiye, yê dî derketiye ser trt kurdî, yê dî di saziyên dewleta tirk de karmendî kiriye, yê dî ji bo nizanim kîjan saziyê wergêriyê kiriye û nizanim çi qurreder!
mirov eger di bi banê dewleta tirkî de dijî ne mimkun e xwe ji karên dewletê dûr bigire an destê xwe jê bişû, bivê nevê ji bo debara xwe, an ji bo bi dewletê re serê te nekeve belayê divê tiştinan bikî.



16.02.2020 15:45 | endazer

8. Camêr ne ku dest ji tirkî qeriyaye û vegeriyaye li ser zimanê diya xwe, bes bi tenê di şandeya xwe de sê çar peyv bi kurdî axifîye.
Ezê dîsa bêjim dînekî ji dera hanê ye, ji mirovên vî rengî bi qasî serê derziyekî jî xêr û bereket nagihîje ti kesî. Eger mesela axifîna çend peyvên kurdî be, hilbijêrên kurd ên akpyê ji partîzan, çepgir ên hdpyê zêdetir bi zimanê xwe diştexilîn. Li gorî lêkolînekê di nava kurdan de her ku xwendin, perwerde zêde dibe axaftina kurdî kêm dibe. Çend egerên wê hene bê guman lê ew ne dabaşa mijarê ye.
Ev hesta kolonyal ji mînakên bi vî rengî xwe dide der. Dawîya dawîn ev zilam pismamê yılmaz Erdogan e, yılmaz Erdoğan kî ye? Ew kes e gelek berhemên baş û serkeftî yên di warê edebiyat û sinamayê de bi zimanê tirkî afirandiye û afîrîneriya xwe ji kelepûr û jiyan û civata miletê xwe dermale kiriye.

Pirr baş tê bîra min ji vir heft heşt sal berê (yanî di pêvajoya aştiyê de yanî dema kurdî di rewacê de bû) gotibû ez nabêjim kurd bila fêrî tirkî nebin lê divê bi awayekî ji awayan problema kurdî û kurdan çareser be. Çimkî di dibistanê de ji ber arîşeya zimên kurd li paş dimînin. Ez naxwazim dirêj bikim lê di dema pêvajoyê de ditirsiya ku bêje divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê. Tehlîla wî ne li ser esasa heq û hiqûqa xwezayî ya kurdan de bû bêtir ew li ser perwerdeya tirkan yani bi gotineke fêmbartir ew xema entegrasyona kurdan ya li gel dewletê dixwar. Yanî ji ber ku kurd wek tirkan nizanibûn zimanê tirkî loma di dibistanan da li paş diman. Gelo bi rastî mafê kurdan ev e? Yanî wisa basîd? Yanî ev zimanê kurdî ne ku mafê rewa ye ku bête azadkirin? Yan ji ber entegrasyonê divê bê azadkirin?
Not ; ji telefonê dinivîsim dibe ku hindek şaşî hebin.

Wek encam dişêm bêjim ersin korkut ew kes e ku beşdarî bernameya acun a survivorê bûye. Yanî ew venegerîyaye zimanê xwe. Helbet di vê dinyê de her kes li pey nanê xwe ye, ez vê yekê rexne nakim. Em jî li pey nanê xwe ne. Lê tenê dixwazim bêjim serê wî mezin nekin.



16.02.2020 20:19 ~20:23 | ferhenga şikestî

9. temsîlkarê kurdan e di survivor'ê de. kengê biryar bimîne gel re, ew ê bi serkeve bawer im ji ber ku hezkiriyên wî pir in.



07.04.2020 21:42 | brusk56

10. êê çi kesî negotiye
(bnr: bu ne yaw bu ne yaww)



07.04.2020 23:55 | de facto hozan

11. wille min temsîl nake nexwe survivor ya faşîstekî ye .



08.04.2020 02:06 | shwinsherm

12. ê ku ji ber seqetbûnê ji survivor'ê hatiye seridandin.
di nav pêşbazên di survivor'ê de ê herî baş ew bû. bi xeysiyeta xwe jî, di nav hevalên xwe de gelek dihata hez kirin.
piştî eşkere kirin ku wê êdî nekare berdewam bike, di cî de ket rojevê de. ji ber ku, kuçikê wî yê ku gelek jê hez dike jî miriye û haya wî jê tune ye; seridandina wî, tam bû dramayek *



13.05.2020 00:41 | brusk56

13. Kurdê ku di bernameyê de, digel tirkînezanîya dayika wî, bi wê re bi tirkî axivî ye. Negot dayika min nizane tirkî ez pê re bi kurdî biaxivim jî. Êdî li ber çavê min tam reş bû.



13.05.2020 00:55 ~11:11 | xabûrî

14. Hinek kesên nîyetxirab li vir jê re gotî ye 'qeşmer e, dest bi nanxwarina Kurdî kirî ye'. Ew kesên xwedîyê van îddiaya xwe biçirînin nikarin îddiayên xwe îsbat bikin. Yanî derdê we çî ye? Hûn camêrî çiqas nas dikin? Ev tişta hûn dikin bêbextî ye! Ji xwe şerm bikin. Ka pratîkek ya wî bidin nîşanî me ku nanxwarina Kurdî tê de heye. Hûn nikarin. Karê we êrîşên bêbingeh û virtovala ne. Hema xwe ker kin û bela xwe ji xelkê vekin



13.05.2020 01:22 | lîfikê firaxê

15. Gere ya dev ji survivor berda, yan jî bi dayîka xwe re bi kurdî xeber bida, çi dibû bila bibiya!



13.05.2020 07:23 | afa

16. Kurdekî ji colemêrg û qurbanekî wekî me.Divê berî ku em wî camerî lînc nekin binêrin xwe.Em çiqas xwe dagirkeran xelas dikin ? Divê em tiştekî qebul bikin.Pare/abor beriya gelek tiştan tê ji bo insanan/ji bo kurdan.



14.05.2020 12:50 | jehr

17. kî çi dibêjin bila bêjin,mirov jibêr ku bi zimanê xwe naaxivê evqasî jî nayê lînçkirin.
neheqê kesekî ye ku wilo bikin
Yanî çi, belkî bi seda kes hene ku bi kurdî diaxivin lê xwînmijê kurda ne.

wekî din ji rûyê wî xuya dikê ku kesekî dilgerm û camêre *

edît: pîştî ku min nivîsand hat bîra min, kesên ku ersîn lînç dikin, gelo yaşar kemal, ahmed arîf, ahmet kaya û hwd. kesên ku ji bo wêje û hûnera tirkan xebitîne jî rexne dikin?



14.05.2020 18:30 ~18:47 | merwano

18. Şanogerek kurd e. colemêrgî ye.
sezona 2020ê beşdarî programa survivorê bûye. di wê nivîsa lînkê de îddîayek hatiye kirin ku ersîn ji ber ku acûn ilicali nehiştiye peyama dayika wî bi kurdî bê dayîn û bi zorî tirkî jê xwestiye ersîn tepkî daye û ji ber wê ji programê derketiye/ hatiye derxistin.
Here lînkê


Ersin Korkut’un köpeğinin öldüğünü uygun bir dille anlatmak da Yılmaz Erdoğan’a kalmış. Erdoğan’da nasıl bir dille anlatmışsa Ersin’in hali pek haraptı. Neyse ki korona günlerindeyiz de yoksa bunlar taziye falan kurarlardı(!)

Bunları Ersin Korkut’u küçümsemek anlamında söylemiyorum yanlış anlaşılmasın ‘köpeğin öldü’ denilmesinin bu kadar zor bir şey olmadığını düşünüyorum ve Ersin’in de bahse konu görüntülerdeki gözyaşları nedense bana abartılı geldi.

‘Sakatlık’ dediler, ‘köpeği öldüğü’ için dediler de işin aslının öyle olmadığını söylüyorlar.

İddialara göre Acun Ilıcalı, sahte bir sakatlık raporuyla Ersin’i yarışmadan diskalifiye etti. Asıl sebebi ise şu: Anneler gününde her yarışmacının annesi video çekip programa gönderiyor. Annesi Kürtçe konuştuğu bir video çekip programa gönderiyor ama videonun yayınlanmasına izin verilmiyor. Ardından yaşanan tartışmaya Yılmaz Erdoğan’da dâhil oluyor ve sonuç olarak Ersin Korkut yarışmaya veda ediyor.

‘Kürt Anasını Görmesin’ realitesi burada karşımıza ‘Kürt Ersin Anasını Görmesin’ somutuna eriyor.

Burada Annesinin Kürtçe konuşmasına izin verilmemesine tepki göstererek ısrar eden ve yarışmadan kovulmak pahasına anadilinden vazgeçmeyen Ersin Korkut bana göre sonuna kadar övgüyü hak ediyor.

Ama yetenekli Kürt gençlerini de kendilerini Acun’dan korumayı tavsiye ederim.

Acun Ilıcalı bir röportajında kendisine ‘Neden Kürtçe şarkıya izin vermiyorsun?’ şeklindeki soruya “Bizim programımız eğlence odaklı ve birçok tartışma konusu olan şeyden uzak kalması gerekiyor” diyen Ilıcalı, “Daha net tartışmasız yarışmacılar tercih ediyoruz.” Yanıtını veriyor.

Yani diyor ki: Kürtçe diyerek ağzımızın tadını kaçırmayın. Kürtçe şarkı olunca birçok tartışma oluyor. Kürtçeyi sorun yapmayan tartışmasız yarışmacılara kapımız her zaman açık”

Çok açık ve net Kürt sevmezliğini ilan ediyor. Acun, dünyanın diğer ucunda bile olsa bir yarışmacının annesinin Kürtçesine dahi izin vermiyor.

Survivor Adası Bir Bütündür Bölünemez(!)



17.05.2020 17:24 ~17:25 | de facto hozan

19. ecêv dîsa bûye rojev. çima ku gotiye amed peytexta me ye.*



09.04.2021 23:29 | asîmanê sêwî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» ersin korkut

Kategoriyên mijarê:: nuce sinemalstkvn nuce sinemalstkvn nuce sinemalstkvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî