Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 73 peyam
qedexeya kurdî a di o ses turkiye'yê de - tirşik
qedexeya kurdî a di o ses turkiye'yê de
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. faşîzma acun ilicali'yê ye.
tu dikarî di wê bernameyê de, bi fransizî, îngîlîzî, rusî, erebî, farisî stran bêjî, lê nikarî bi kurdî bêjî.
ez bikutim we û pêşbaziya we, bêşerefên gew !



15.02.2020 12:42 | brusk56

2. ez dibêm ev qeşmerê acun bi zanebûn tişteke wulo dike. dike ku hinek kurdker derkevin wir û xwe bihetikînin. ne yek û dido law! ev ya çenda ye ku li wir hetka me dibin!



15.02.2020 16:54 | xwelî li ser

3. amûra asîmîlasyonê ya nûjen îro bi rêya pêşbazîyên wêjeyê, sînemayê, muzîkê, hwd., pêk tên.
ger tu bi zimanê serdestê xwe, bi zimanê çanda serdest, tirkî, kitêba xwe ya helbest, çîrok û romana xwe binivîsî; kurtefîlm, belgefîlm, metrajdirêjên xwe bi zimanê tirkî bikeşî; albûm, konser û pêşbazîyan de bi tirkî bistrî tu dikarî bibî yekemîn.

gelek nivîskar, derhêner û stranbêjên eslê xwe kurd lê bi kurdî hunera xwe nakin berê xwe ji ber van pêşbazî û xelatan didin tirkî.
ev pêşbazî dikin ku kurd bi dilxwazî dest ji zimanê xwe berdin û berê xwe bidin tirkî.

jixwe dema em li encama van pêşbazîyan dinêrin em dibînin ku yên yekem pîranî kurd in.
(bnr: dodan), (bnr: kemal varol)



15.02.2020 21:20 | lehî baranyan

4. Divê kampanya were vekirin ji bo vê rûreşiyê yan jî pêşbaziyên Kurdî bên çêkirin.



16.02.2020 09:56 | xabûrî

5. rastiya her roj li rûye Kurdan dikeve. Qedexe kirin jî normalê dijmintî bêminetiye.



16.02.2020 14:30 | hector

6. Bo min tiştekî "kûçik birî navê" ye.



17.02.2020 02:31 | brzn

7. Li vî welatî ne tişkî ecêb e. Mamosteyek min ê Kurd hebû digot "Min tu carî nefikirî bibim leşkerek, polîsek yan hakîm û savciyek dewletê" ji bo min ev tişkî wisa ye . Divê kurd qet nefikirin di van platforman de cîh bigrin û alî polîtiqayên vê dewletê bikin. Qedexe be yan na. Çimkî ne ê me ye , ne ji me ye.



17.02.2020 02:49 | biaqila malê

8. tirşikvanÊn hÊja çima xwe wilo dînomîno kirine min fêm nekir, di vê bernameya kerratî de kurmancî azad be çi ye azad nebe çi ye? heqet ev bername bi kêrî çi tê? ji bo mûzîka tirkî bi kêrî çi hatiye? di vê bernameyê de qedexebûn an serbestnebûna kurdî çi xisarê dayiye mûzîka kurdî? yanî ev bername ji bo mûzîka kurdî karibû derfetên baş biafiranda lê ji ber qedexebûnê em jê bê par man?

ti xêr û feydayekê vê bernamê nîn ji bo mûzîkÊ, bi tenê hindek kes bi saya vê bernameyê dikarin ji cafe û niza baran pariyeke nên bixwin, pêdîviya kurdî bi vê yekê tune ye



17.02.2020 08:34 | ferhenga şikestî

9. Ruhê min ji vê pêşbirkê diçe. Li Tirkiyê ji ber xizanî û nezaniyê ev çend sal in, bernameyên acûn bûne yekane kêf û coşa malbatan. Mûzîk bi serê xwe efsûnek e. Jê re samîmiyet, xem û hestiyarî divê. Lê di vê bernameyê de, di warê hunerî de tişteke hêjayê temaşekirinê nîne. Acûnê xurifî, hedîseya lêvên wê û rûyê wê ji botoksê werimîye, seda Sayana xwediyê heft mêran û Mûrat bozê qeşmer...
Cehnima wan! Ya ku ji min re bûye xem ev e ku kurdên me ketine dew û doza vê bernameyê. Vê rojê çend hevalên min ên ku qaşo kurd û kurdewar di rewşa xwe ya whatsappê de parvekiribûn ku mirov piştgiriyê bidin beşdarvanekî kurd. Bêhemdî kenê min hat. Nizanim çi xêra van kesan ji kurdî re yan ji Kurdbûnê re heye ku em pê şanazbin an pişta wan bikin.



19.02.2020 22:29 ~22:31 | xeyda

dengdanên dawîn (yên din..)
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
renas kaya [1]
Navê wî çibû lo. Ridwan bû? Rahîme bû? (lînk: https://www...
keloş [1]
Spas ji bo pêşwaziyê cinorek ^.^ Rast e çawa ku hatim keti...
keloş [2]
Nivîskareke nû ye lê bawer im di jiyana xwe ya pêşîn da jî tirşikvan b...
belki ev jî bala te bikişînin
» qedexeya dîtina peyamên siyasî
» kurdîkirina navê kesên navdar
» seslenen kitap

Kategoriyên mijarê:: tv tv tv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî