Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
stranên neşûştî - tirşik
stranên neşûştî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê albûma yekem ya hêja netirke.

îro li ser hemû platforman hat belav kirin. û albûm ji stranan pêk tê;

1- nene
2- derî lêket
3- belkî

(link: https://open.spotify.com/album/6VFjjZh53pGNrTzdPMOwr8)

favorîya min Derî Lêket e.



20.02.2020 12:57 ~12:59 | gulêê

2. bûye sedema nîqaşê. albûm hem berî derkeve zêde reklama wê hate kirin, hem ji alîyê gelek kesan ve hêj derneketî pesn û medhîye jê re hatin gotin. axir niha komek heye dibêje albûm supppper e komek heye dibêje fîyasko ye, komek din jî heye dibêje birayê min xêr e we evqas reklama vê populîzmê kir?

yek ji koma fîyaskoyê ferîdê bira wiha gotîye: (tirkî ye) Here lînkê



22.02.2020 23:53 ~2020.05.05 08:36 | xendekî

3. Kêyfa min zêdetirîn Derî lêket û belkî re hat.Lê "ne ne" bi muzîk , klîp xweş e lê mîjara wî çima wisa ye.Keçik ji jiyana xwe tengezar e an ji taştê ? Ku taştê be çima wisa ji taştê tengezar e.Ma taştê xweş nîne ???

Kerema xwe hûn jî guhdar bikin ; Ne Ne




08.03.2020 15:09 ~15:10 | brzn

4. ji 3 stranan pêk tê. min nû guhda kir. mixabin ji stranekî jî hez nekir. gotinên stranan bi min xweş nehatibin jî qet nebe ji peyvên klîşe pêk nayê, ev tiştek gelek baş e.
bi ya min pirsgirêk ew e ku gotinên stranan wek helbestan hatine xwendin, tê de rîtmek sabît û mirov bikişîne tune û zêde dengê serî û pistepist fîlan hene.

dawîya dawîn, min ji bo nirxandinê lê guhdar kir lê bawer nakim car caran were bîra min û dîsa vekim û guhdar bikim. lê piştgirî didim xebata wê. gotin û mûzîk aîdê wê bixwe ne. ev ne tiştên hindik in û li gorî min yek krîterên herî girîng jî ew e ku stranbêje kurd e, jin e, ciwan e û di her qadî de bi kurdî diaxive. îşelle wê di pêşerojê de karên baştir bike.



05.05.2020 08:43 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» stranên helbestî
» neşûştî

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn muzikstrn muzikstrn kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî