Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    27 mijar û 38 peyam
    peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; víctor jara
    peyamên çepikkirî

    1. Victor lidio jara martinez 23 yê îlona 1932 an gundek piçûk ku bi "loquen" tê zanîn li derê santiago yê çavê xwe vekirî. Bavê wê araqxwur bû. Terka mala xwe da. Jara di destê diya xwe ya stranbêj de mezin bû. Diya wê jî stran gotibû û li gîtarê dabû. Muzîka gelêrî ya şîlî yê fêrî kurê xwe kir.


    Diya jara mir şûnde dest bi dibistana îlahiyatê kir. Koroya dêrê agahiyê wê yên muzîkê pêş de xist. Lê belê dibistan qedand şûnde şûna ku bibe keşîş bû şoreşgerekî kû hemû hestê xwe yê olî wendakir î. Vegera peywira leşkerîyê de di zanîngeha şîlî yê de ket beşa şanogeriyê. Dibistan bi serfirazî qedand dest bi rê ve birina şanoyê kir. Ket koro ya zanînge şîlî yê. Wê û damezrênerê rêbaza "Nueva cancion (strana nû)" (bnr: violetta parra) hevdû nas kirin û cûreyek stranê ku bi tevlihevê çanda efrîqayê ye ava kirin.

    Ev rêbaza tevgerek wiha bû ku hunermend û ronakbîrê wan salan hemû tevlî bûne. Di demek kurt de Rêbaza "Nueva cancion" bû nîşana dij emperyalîzmê. Li santiago yê xwediyê cafeyek biçûk û hunermendê muzîka gelêrî ya şîlî yê violetta parra ku jinek hemû jiyana wê bi tekoşînê derbas bû ye dema xwekuşt jara bi tenê ma.


    Berêve stranê jara di nav gel de belav dibe û tê gotin. Di 1966 an de albuma xwe ya pêşî derxist. Di heman katî de di şanoyê de derhêner bû. Berêve bi muzîk û xebatê polîtîk ve zêdetir mijûl bû.


    1970 yan de destê xwe ji şanoyê bi temamî dişo û berî dide muzîkê. Di hilbijartinê 1970 yan de pişt da dengê muxalefeta şîlî yê unidad popular (yekîtiya gel) û salvador allend.


    Xwediyê dengê bi kul û êş victor jara ku li hemû karxane yan, dibistanan, erdan wer ser zimana bû ; deng li hogirê xwe yê, ku demekî pêwendiya ji bo muzîkê pêre çêbûbû, 'parra' dikir û digot "min ji violetta parra wergirt ev hesta. Ez bawer dikim ku tiştê em dikin nirxê parzemînî tê de heye û girsa didi ber xwe. Stranê şoreşgerî, hêza şoregerî ye. Sîleha ku gotina wê li ba hemû welatê cîhanê yê sêyemîn derbas dibe." Jara bi vê têgihînê li kur mitîng, li kur tevgerek gundî, tevgerek xwendekara bidîta bi stranên xwe bi awayê têkoşeran cîh digirt.












    11 ê îlona 1973 yan zilamê emperyalîzma dya' yê augusto pinochet dema derbeya leşkerî pêkanî jara jî di nav girtiyê pêşî de bû. Kes nizane ji bo çi lê destûr dabûn ku gîtara xwe jî bigre. Mîna gelek hevalê wê ew jî birin estadio chile (stadyûma şîlî) yê û li wir şkence lê kirin. Wê li stadyûmê ji hevalê xwe re stran digot.


    Dema dora şkencê hate wê şkencekara pêşî ji bo li gîtarê nede destê wê şikandin. Lê bihîstin ku bi tiliyê şikestî li gîtarê dide. Roj 16 ê îlona 1973 yan. Di nava merivê şoreşgerê bi hezaran ku stadyûm tijê kiri bûn yek jî victor jara bû, bi gîtara xwe strana navdar ya unidad popular (bnr: venceremos) dibêje.












    Di stadyûmê de ev strana ku hemû şoreşgera bi yekdengî digot efserê gestapo yê herî bilindê stadyûmê, milê rastê yê pinochet, serhengê şkencekar "madio manriguez bravo" aciz dike. Fermana teqandina silehan dide. Dema stadyûm bi dengê sîlehan dihejiya stran hîn didomand. Edwin dimter bianchi yê bi navê "prens" tê zanîn wekî 'kujerê jara' ketiye nav rûpelê dîrokê. Bi qontaxa serê jara dipelçiqîne. Laşê wê bi gule yan dikin bêjing.












    Kujerên tirsonek mîna tew jara binçav nekiribe, şkence pê nekiribe û bi 44 guleyan laşê wê qul nekiribe li nêzîka goristana santiago berdidin. Laşê wê piştî çar roja ji aliyê jina wê hate dîtin û defn kirin. Li pey wê bi sedan stranê şoreşgerî mane.
























    2020.02.21-10:33 ~10:35]| rizgarm