1. stranbêjeka jin e. eslê xwe ji qezê ye. bi vîdyoyên xwe li ser medya Civakî zehf populer bû. xebatên çandî û hunerî, hinekî siyasî dike. |
|
2020.02.22-23:39 |
xendekî
![]() |
2. WEK navê xwe ye. zîreke, jêhatî ye, şîrîne. vîdeoyên wê kreatîf in, qabîlîyeta wê ya lîstikvanîyÊ heye, dikare hÊ jî lê zêdebike. lîstikvanî, stranbêjî, wergêrî dike ser de jî fenomena medya civakî ye. fenomenî jî têra xwe wext û hewldan dixwaze. ango hêja ger wiha berdewam bike belkî di warek hunerî de nekare bibe hoste. helbet bi keyfa xwe ye lê heger bixwaze naverok, tarz û enstrumentala muzîka xwe xurt bike, divê perspektîfa xwe biguherîne. tevî niha li almanya dijî bi muzîkjenên tirk/iyeyî re albûma xwe derxistiye. nizanim derfetên wê yên aborî hene an na lê heger derfet hebe û hêjî bi tirkan re dixebite xirabîyek mezin li xwe dike. divÊ teqez bi muzîkjenên ewrûpî re bixebite. wê hingê bibîne ka muzîka hêja çawan tê çêkirin. belkî di vê mijarê de pirsa xwe ji ciwan haco û abbas ahmed bike dê pêşniyarên xweş werbigre. |
|
2020.04.18-19:49 |
hespêsor
![]() |
3. xanimek gelek jêhatî ye. qenalek wê ya youtubê heye. vê dawîyê vîdyoyek nû bar kir ku gelek xweşik e: belkî çîroka ku dibêje zêde ne komîk be lê lîstikvanîya wê gelek şêrîn e û serkeftî ye. - min go yanî vana ji ku tên? - devê wê, goştê tirşikekê jê derdiket. - min go ya rebbî, ma qey wilo jî hebûn? - min go heqlerî çi ye xweha min? - serçavên wê wek nanê tenûrê ye. |
|
2020.04.27-22:45 ~22:46]|
simurg56
![]() |
4. wek navê xwe jineke hêja û delalê, piştî ku di twîttirê de aktîf bû, ez jî di navde gelek kesan di vir de wê naskiriye.Her wiha dema di medyascope tv de pêşkêşkera nûçêyan bû, tu dibe qey kesekê din bû, lê aniha tu dimeyzêne hatiyê ser hemdê xwe * |
|
2020.04.27-23:38 ~23:38]|
merwano
![]() |
5. di kampanyaya danasîna tirşikê de bi tweetekî xwe piştgirîya xwe da: Here lînkê |
|
2020.05.03-19:38 |
simurg56
![]() |
6. bi eslê xwe ji dêrika çiyayê mazî ye. ji gundê qesrê, neviya ahmet turkî ye. paşnavê xwe paşê kiriye netirk. |
|
2020.05.03-19:52 |
mergehez
![]() |
7. Kanaat Onderiya tora civakî ye. Dengê wê nexweş e lê ji ber herdemî xwe dide nîşandan li ber çava ye. Bi ya wê hunermend stranbêj bilim insani nivîskar û hemû quzzulqurt e |
|
2020.05.03-20:18 |
soryazyus
![]() |
8. Wisa dixûyê ku , hêja netirk di twitterê de tirşikvanek qetil kiriye. ![]() |
|
2020.05.04-02:12 |
brzn
![]() |
9. Xwediyê albuma (stranên neşûştî) ye stran gelek neşuştî ne ji terefê muzîkalîteyê fiyasko ne, balam li ciheke mem ararat, koma sê bira, xecê û hwd. bête guhdarkirin îhtîmal e weke mûazzam bidin meydanê. |
|
2020.05.04-08:33 ~08:36]|
qijilyo
![]() |
10. vîdyoya wê ya derbarê koronayê pir xweş e ya ku dergistî li bin darekê tên cem hev û çima lawik radibe dest bi destê keçikê nade! û hema keçik dest pê dike kuxekuxan. * |
|
2020.05.04-12:27 ~12:32]|
biruya hayao miyazaki
![]() |
11. jineke ku ji xwe re dibêje singer/songwriter/actress/producer. lê, li ser medyaya civakî videoyên tewşo mewşo dikêşe û parve dike. xuyaye, ji balkêşiyê hez dike taybetiyek wê nîne wek keçikên din yên kurd e. |
|
2020.05.04-19:34 ~2020.05.05 21:24]|
de facto hozan
![]() |
12. -> Mr. Her tişt: (bnr: ibrahim halil baran), şair/yazar/çiftçi/sürgün/ genel başkan |
|
2020.05.04-20:03 |
cinorek
![]() |
13. Jin e. Nehêja ye Netirk e. Ji niha de em li xwe heyirî mane, emê çawa xwe ji va sitranên neşûştî bişon gelo. |
|
2020.05.04-21:58 |
paşopêş
![]() |
14. Fenomena û stranbêja jina Kurd. Karên gelekî baş çê dike. Lê stranên wê hez nakim. Ji min ra tehm nade. |
|
2020.05.04-22:57 |
ezxeyic
![]() |
15. Li ser jiyana xwe vîdeoyek parve kiriye |
|
2020.08.01-00:54 |
merwano
![]() |
16. hêja netirka ku em bi piranî bi kesayeta wê ya henekî em nas dikin vê carê bi straneke li ser mirinê kurdan, bêçarebûna wan,kuştina wan û hwd. li pêşberî me ye. |
|
2020.10.30-11:38 |
merwano
![]() |
![]() |
ateîzm [5] |
![]() |
nijadkujiya ermenan [1] |
![]() |
kurdên ku zarokên ermenan xwedî kirine [1] |
![]() |
were dengê min [1] |
![]() |
îpragazli sînan [3] |