Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
afata me - tirşik
afata me
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ango trajedîya me kurdan.Niha ku em nav welatên dagirkerde nebûna em jî wek îspanya , fransa û brîtanya serxwe bûn.aliyê zanist , ziman û tiştên dinde pêşte bûn.lê mixabin ne wisa bû .afatek hate serê me wek afatên din.Em nebûn dewlet.Me çi kir ?

me xwe veşart , me xwe xapand , me xwest yên hemberê xwe bixapînin bo ku nizanibe em kurd in.Em dewsa dewletbûnekî , bûne bindest , rastê bişaftinê hatin û ev belengazîya me didome.Çend roj berê yekê kurd re axivîm , dibêje ez atatirk re rêz digrim.Min go baş e. (Kurd xêncî xwe herkesî ra rêzdar in jixwe.).

Li gor lêkolînek , kurd dema ku zêdetir rewşa wan baştir dibe , ji zimanê xwe û kurdbûna xwe dûr dikevin. (Here lînkê) . Nezan dibînin dû hdp diçin , hevek dewlemend dibin qûna wan radibe xwe jibîr dikin.Gelo wê çawa be.Kengê yê bibin wek xwe.

Lêkolînê da û cihek din jî rastê vî gotinê hatim "dema mirov zimanê xwe yê dayikê mezin nebe , ti baweriya mirov ji xwe re tune" (https://krd.riataza.com/2020/02/17/berpirsyar-em-in/)



23.02.2020 02:31 | brzn

2. Li sere wekî @brzn jî gotiye û nivisa wî lînke Here lînkê jî hatîye eşkere kirin ku;
"dema mirov zimanê xwe yê dayikê mezin nebe , ti baweriya mirov ji xwe re tune" .

Ez jî dixwazim çend fikr û ramanên xwe li wira binîvîsim. Ez jî malbatekê ku ji navda Kurdî nehat fêrkirin, mezin bum. Û ez dibêjim gotina li serê raste. Her çiqas ez dibîstanê xwendekarêkî jêhatî bum jî, gava derbasê lîse bum rewş hat guhertin û ez edî dersên xwe serkeftî nebûm,nikaribûm bibim. Li gorî min sedemê wî eve ku, pişti 13-14 salan tû zaroktiyê hedî hedî derdikevî edî ciwan dibî û ji tera jîyana civakî pewîst dibe. Lê ji ber ku li malbata te, tera zimanê te nehat fêrkirin, tu ti carî ekrabeyên xwe nikarî bikevî têkiliyê û her gav ku ekrabeyên we tê mala ve rûyê te dikevê û şerm dikî. Cîwakîbun an sosyaltî li nav ekrebayan destpê dike û tu ji wî mehrûm diminî. Hedî hedî xwebawerî ya xwe wenda dikî. Piştî xwebawerî wenda dibê serkeftîn jî ji mirov dur dibe.



23.02.2020 20:45 | lonw karda

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» afata me

Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî