Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
pirça winda - tirşik
pirça winda | 0
Nivîskar: Mehmet Şarman | kurmancî | çîrok | 96 rûpel

Navekû kitêbeke nû li edebiyata kurdî zêdedibe: Mehmet Şarman / Pirça winda... Disala 1983yan de hatiye dinyayê. Ji ber ku li gundê wandibistan tunebû...
pirça winda
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. agahdarî agahdarî agahdarî pirça wenda hat dîtin di nav riya kalemêrekî de



01.08.2013 05:40 | maro

2. pirça ji quna erdoxên qetiyayî ye. tê gotin ku çend hefye berê di mîtînga neb'xêr a akpê de hatiye dîtin. lê belê ew agahdarî hê ji deverên fermî ve nehatiye sererastkirin. li gorî nuçeya anq (ajansa nûçeyan a qungiran)ê tîmek bo dîtina ev pirçê hatiye sazkirin ku tê de sê leşkerên tîmên taybet, biyologek, pisporeke tiba edlî û çend sixûr cih girtine.

disa hat zanîn ku heke mit di nava hefteyekê de agahdarî bi dest nexe, wê dosye bi înterpolê be were parvekirin.

çend rêxistinên civaka sivîl û kpp (komeleya pirçparêzan) daxuyaniyek hevpar ji çapemeniyê re ragihand û xwestin ku pirça wenda derhal bê dîtin.



01.08.2013 11:41 | filankes

3. Navê çirokeka kurdî jî pirça wenda bû navê nivîskar nayê bîra min



04.03.2014 20:24 | xecê

4. (bnr: mehmet şarman) ji çend çîrokan pêk tê, çîrokên qerfî ne bi xwe jî tinazê xwe dike hêjayî xwendinê ye



04.03.2014 21:21 | ferhenga şikestî

5. di kovara zarema de nivîsekî di der barê vê çîrokê de hatibû nivîsandin.



03.12.2015 03:17 | mahîr amed

6. pirtûka nivîskarê mezin mihemed şarman e. ev pirtûk neh çîrok di nav xwe de dihewîne.

(bnr: axaftina nobelê)
(bnr: kûtê binê tenûrê)
(bnr: pirça winda)
(bnr: çiçino)
(bnr: muxtar)
(bnr: lawikê metînî)
(bnr: azmûna jiyanê)
(bnr: serpêhatiyên ferîştehekî nerihet)
(bnr: nivîskarê bêmijar)

di dawîya pirtûkê ya çapa duyem de, nivîsarek (nivîseke akademîk) lê zêde kirine. ew nivîsarê ku li ser çîroka "pirça winda" ji alîyê fexriya adsayê ve hatiye nivîsandin û cara ewil di kovara zaremayê de hatiye weşandin (hejmara 2.).



23.02.2020 13:31 | mirovekirind

7. hem navê pirtûka mihemed şarmanî ye. hem jî navê çîroka 3yem a di nav vê pirtûkê de ye.

çîroka "pirça winda" şaheserek e. mirov hem pê digire hem jî pê dikene. bo min, ji çîrokên ku ji bîr nabin, yekê ew e. wekî din, hevoksaziya wê zahv kurdewarî û rûpelên wê bi biwêjan ve tije ye.

çîrokek hem ewçend bi sembolan ve tije be ku ew sembol bi mijarên siyasî û civakî ve girêdayî ne, û hem jî li aliyê din wekî ku sembol membol nebin, wek çîrokeke pir basît û herikbar zarok jî bikarin bixwînin. her bijî. herweha, yek ji wan çîrokan e ku mirov bi ketina nav rûpelan bêhtir merakdara berdewamiya bûyeran dibe, bi leztir didomîne ku bixwîne, ka çîrok wê xwe bigihîne kû.



17.05.2021 02:17 ~02:21 | mirovekirind

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» pirça winda
» windabûna nivîskarên tirşikê yên populer

Kategoriyên mijarê:: pirtuk komik pirtuk komik pirtuk komik kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî