Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
di kilamên dengbêjan de teswîrên balkêş - tirşik
di kilamên dengbêjan de teswîrên balkêş
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. gelek in.. bi taybetî jî di yên dengbêj huseynê farê û miradê kinê de mirov dikare bibîne.. bi taybetî jî ji bo delalî û spehîtaya keç û jinan hatine ristin û raçandin li ser tevna dev û lêvan ev teswîr û metafor.. carinan ji bo fort û zirtên mêranî û wêrekî û dilêriyê û pesn û wesfên qencî û camêrî û comerdiyê jî tên dayîn û gelek caran ji ber van teswîrên xurt mirov di ber guhdêrînê re bihêsanî dikare çîrok û hikayeta kilamê bîne ber çavên xwe û lê temaşe bike.. belê her dengbêjek di heddê zatê xwe de wênesazek e jî!



''..çavê wan reş e

brûyê wan ê leglegî ne

dev û lêvê wan tenik e

mîna pelê kaxizê cixarê spî ne

bikum û kolos û temezî ne

min ê bala xwe bida

taximê sing û berê van karîxezalan

serê memikê wan sor e

qoratê memikê wan spî ne

mîna sêvê meletiyê

hinarê dêrikê deqdeqî ne

mîna gazocaxiyê ceryanlî ne

li ser mastê zêrîn û zîvîn e

zincîrê dorê xalis î muxlis î

yadê zêrê zer î reşadî ne

lo lo rebiyo qurbano

wez ê aşiq û sewdaliyê

bejn û bala a ortê me

zalima qîza zalima

navê wê têlî ye

her duyên dina jê re

bûne kole xizmetçî ne

yek jê re qawê dikelîne

a dinê destmal girtiye

hêdî hêdî yawaş yawaş

bi ser de dikir baweşîn e

mîna qaz û qulingê beriya jêrîn e

salê carekê serê xwe ne li zozanê

bingol û serhed û şerefdînê dixîne

siûd û talih û îqbala gelek xortan

li cem rebê alemê qe tu nîne

ez ê anuha li vê dera ha

şahidiya cemaata hazir bikim

jinê çê daîma dibin

qismetê mêrê kotî ne..''



19.09.2013 09:54 | endazer

2. Di vê mijarê ez bawerim ji bilî Kurdan pê ve wekî ku li ser sîng û memikên xweşik teswîr hatine kirin li tu deran teswîr nehatine kirin. Wek minak, gaz ocaxiyê ceyranli, pirteqalê yafayê, sîngê serê wan sor û qoratên wan sipî.



19.09.2013 14:13 | rojan

3. bejna meyro ji gulan hêşîn e

li serê wê sîh û sê kezî ne ,

di navbera memikên wê de sîh û sê kanî ne.



25.04.2016 20:31 | quşxaneli

4. de lê lê lê canê
minê serî cotê memikê cana xwe dîtîne
sere sore bin re spîne
weke hêkê mêkewa sihara serê sibê nû kirîne
weke pirteqalên dortyolî ne
sêvikên xelatî ne
îsal serê heftsalî temam e
min ramûsanek ji cana xwe standibû
wile tam û kilama devê min şîrîne.

evdila goyî - lê lê canê



28.02.2020 18:34 | hespêsor

5. Teswîrên pirranî li ser bedena jinê ne. Di bedena jinê de jî bi taybetî li ser memikan e. Di van teswîran de hunera teşbîhê tê bikaranîn. Dengbêj/stranbêj parçeyên bedenê dişibînin fêkî û sebzeyan yan jî xwarinan. Mînak ji kilamek miradê kinê:

tehma memikê te xweş a
qûşbaşî ye kebab a
çi dinyake xerab a



31.05.2020 11:12 ~11:21 | xabûrî

6. wek li jor di peyama xabûrî dê hatî gotin, piranî ne li ser laşê jinê ye. tiştek wilê nîn e. belkî ji ber ku bala wî bêhtir li ser laşê jinê ye, ew bêhtir bala te dikişînin. helbet şayesandineke wek wî gotî jî heye, lê ne bi piranî. jixwe ji aliyê her kesî ve tê zanîn, kilamên dengbêjan bêhtir ji aliyê jinan ve hatine gotin, ev yek tenê jî teza li jor pûç dike.



31.05.2020 11:51 | xendekî

7. di kilamên dengbêjan de teswîrên balkêş/124474
Xuyaye xwediyê vê peyamê ez şaş fahm kirime. Min negotiye kilam bi pirranî li ser laşê jinê ne. Teswîrên balkêş li ser laşê jinê ne. Ne wisa be bila ji kerema xwe çend mînakan bide bê kîjan mijar bi awayekî balkêş hatine teswîr kirin em jî hîn bibin.



31.05.2020 14:48 ~14:48 | xabûrî

8. Teswîrên van hunermendên sexsîst feminizm nebîzin * îro qencî jî pere nake hewqas memika qedir biha û bilindkirine derxistine asta mîracê jî disa yê ku vê naîfiyê û dilpakiyê nebînin wê bibêjin sapixin (ji rê derketî ne)

Çend ji wan teswîran

Bejna te zirave gewrê ji minara şamêye
..
Sing û berên te gewrin ji cinneta dinyêye

Min cotê memikê te xwar yek sêve yek hinar, yek xoxe yek pirteqal

Xulam memikên gilover (li teswîrê binihêrin)
Serî sor û binî ser
wek penêrê mûşê
Min givaşt û av jê der
An
wek xiyarê filanderê
min qeşarte bi seran ser *



19.09.2020 17:00 | shorbevan

9. "Dor dor dor reşo, rebeno bextik reşo"



20.09.2020 00:40 | afa

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kilamên kurdî ên tirşikvan herî zêde jê hez dikin

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi anket muzik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî