Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    23 mijar û 30 peyam
    medreseyên kurdî - tirşik
    medreseyên kurdî
    (1) (0) (2)
    di mijarê de bigere

    1. Medreseyên kurdan yên zanyarîyên olî , bîrkarî,fenî,felsefî dihat xwendin.li bajarê weke cizîr û hewlêrê hebûn.zimanê perwerdê bi erebî û kurdî bû.ev medrese ji bo zimanê kurdî wek stargehan bûn.
    Gelek navdarên kurd jî li van medreseyan xwendibûn. Kesên weke ehmedê xanî , melayê cizîrî , melayê bateyî û hwd.
    Lê belê piştî komara tirkîyê hat sazkirin hemu medrese,teke û ucax hatin girtin lê anha jî li bakur hin medrese hene lê ne girêdayî dewletê ne bi piştgirîya xêrxwaza debara xwe dikin.
    Ev medresên hene zanyarîyên erênî nadin xwendin hew tenê zanyarîyên olî tên xwendin û feqî ji bo meletîyê tên perwerde kirin.

    Li van medresa rojek awha dibûhûre:

    - feqî berbangê hişyar dibin destmêj digirin û nimêja sibehê bi ceme`tî dikin.
    -piştî nimêjê suretên me`surat dixwînin û paşê çend rupel qûr`an bi awayê miqabele dixwînin
    -piştre demjimarekî metin(di mizgeftê di rêzekê de li ser pîyan çûyin-hatin bo jiber kirina qûr`anê)dikin ,di heman demê de dorvan (aşpêjê ku dora wî hatî ye) taştê amade dike.
    -metin qedîya pêve taştê dixwin.
    - piştî taştê paqijîya derudor tê kirin ,her kesek ji herêmekî berpirsyare û cihê jê berpirsyar paqij dike.
    - paqijî qedîya pê ve derz dayîn destpê dike û mele her carê yekî vedixwîne jûra xwe û derz dide ,ev derz heya nimêja nîvro berdewam dikin.
    -nimêja nîvro bi cime`tî tê kirin û firavîn tê xwarin.
    - piştî firavînê û heya nimêja berêvarî (esir) dema raketinê ye û neraketin qedexe ye.
    -nimêja berêvarî bi ceme`tî tê kirin.
    - piştî nimêja berêvarî demjimarek metin heye.
    - piştî metin û heya nimêja êvarî mutal`a
    ( şîrove û nirxandina derzê) heye,ev dem weke demeke vala ango serbestî tê bikar anîn.
    -nimêja êvarî tê kirin û piştre şîv tê xwarin.
    -piştî xwarinê heya nimêja `eşa pirtûkên ji bilî derzê yên weke roman ,çîrok filan tên xwendin(tabî yên nivîskarê oldar û tirkî)
    -nimêja ` eşa tê kirin
    - piştî nimêja `eşa bi qasî demjimarekî şevbihêrik tê danîn,di virde behsa jîyana peyamber û eshabîya tê kirin
    - piştî şevbihêrikê razan

    *** ji bo xwarinê her roj ji nav feqîyan dû kes tên hilbijartin,yekî pispor û yekî nû hatîye,yê pispor xwarinê çê dike,yê nû jî firaqa dişo.

    ***her cil nayê li xwe kirin,divê şalê qumaş û gomlek li xwe bikî û kulik ji xwe divê her tim li serê te bî heke di serê te de nebînin ceza li te tê birîn.(meraq nekin ceza ne serjê kirin filan e,yan daşirê (tuwalet) didin şuştin yan jî qedexeya derketina derva dêtînin ser)


    ***rojên betlaneyê ji nimêja nîvro ya pêncşemê destpê dike heya nimêja berêvarî ya roja înê didome,ji bilî van roja derketina derve qedexe ye.

    ***di meha remezanê bernameyek cuda tê bikaranîn lê bila ew bimîne rojek din, niha ez betilîm( westîyam).



    2020.02.26-21:21 ~2020.02.27 13:01]| tîrêj zana 21

    2. hevalê tirşikvan (bnr: tîrêj zana 21) li jor gelek xweş nivisandiye.
    kurdî ya ku îro heye, ji sedî not bi xêra van medrese û mele yên rasteqîn e.
    armanca kemalîstan ew bû ku kurda bê ziman û bê îman bikin, ji ber wî medrese yên kurdî qedexe kirin, diyanetê anîn ji xwe ra, kurda bê ziman û bê îman kirin.
    lê dîsa jî bi temamî negihîştin armanca xwe, hê jî medrese yên kurdî li gelek cîh û deveran xizmetên gelek baş dikin.
    aşkere ye ku yekîtîya kurda bi tenê li ser kurdîtîyê mimkûn e, ji ber vê yekê gere oldar û kesên bêbawer ji hev û din ra rêzgir bin.



    2020.04.04-18:12 | afa

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    rojnivîska tirşikvanan [1]
    silav tirşika bêdeng û bêxwedî ( moderetor bi xwe nakevênê, êdî bûye ...
    kano [1]
    Qayîka pê bêrikan tê kişandin, ji bo kesekî yan jî du kesan tê çêkirin...
    hoy nermê [1]
    Her çiqas bi murad demir hatiye bihîstîn jî çend meh berê bi p...
    henrik wergeland [1]
    Henrik Arnold Wergeland 17ê pûşperê 1808 li Kristiansandê hat dinê. 12...
    willis lamb [1]
    Willis Eugene Lamb 12ê tîrmehê 1913 li Los Angeles ê hat dinê. Ew fîzî...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » medreseyên kurdî
    » kurdistana sor

    Kategoriyên mijarê:: zanisti zanisti zanisti kurdukurdi
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî