Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
lûdîngîrra - tirşik
lûdîngîrra
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Helbestvanê mezin yê sûmerî bi devê xwe behsa jiyana xwe dike. Ka em goh bidinê:

"Ez mamosteyek sûmerî, helbestvan û nivîskarim. Ji ber ku temenê min bû 75 min mamostetî zûda berda. Lê nivîskarî û helbestvaniya min heta ez bimrim dê bidomîne. Vê serpêhatiya jiyana xwe zêdetir ji bo nifşê dê werin dinivsînim. Neteweya me, zimanê me, kevneşopiya me, jiyana me ya civakî, hunera me tê ji bîr kirin êdî. Ji her aliyê çav berdane vê welatême yê xweş û şareza.

Dema ku navê barûyême yê bipêpelok ku digihîje ezmana, parestgehê me yê qerase, sûkê me yê ku mîna moza dixebitî, karwanê me yê ku digihîştin her derê, rêyê me yê ku ripîrast dirêj dibû, zevîye me yê ku bi zêdehî mehsûl dida, qayikê ku di çem û coyê ku me vekiribû de bi qurêfê avjenî dikir, lengergehê me yê ku tije dibû, dibistanê me yê ku agahiyê cûrbecûr dida li welatên dûr belav bû xelqê van welatê hov hesidîn. Her ku derfet dîtin êrîş anîn ser me. Bajarê me hilweşandin. Me çêkir wan wêran kirin, me çêkir wan şewitandin. Gelê me û bi ser de qralê me girtin. Malbatê me belav bû.

Zevîyê me, baxê me ji bêxwedîtîya eşk bûn, heywanê me ji birçîna mirin û bi vê awayê neteweya me ya ku koka wê digihêje hezar salan westiya, hate rewşa nebaşiyê û xwe berdan hembeza biyaniyê ku hêdî hêdî ketibûn nav me û me dixwarin. Rêveberiya me niha dest wan de ye. Bi hovîtî hatin axa me, xêra me re şareza bûn. Haya wan ne ji nivîse, ne ji çandinê, ne ji hunerê, ne ji dîn, ne ji dibistanê, ne ji hespan, ne ji erebeyan, ne ji heyvê, ne jî ji stêrkan hebû. Hemû tişt ji me elimîn. Jê şûnde jî pesnê xwe dan û gotin "me çekir, me dît". Ez tim ditirsim ku rojek were him navê me him jî şaristaniya me were ji bîr kirin. Me çi kir, çi bi ser xist hemû tiştî wê bikin yê xwe.

Ev rewşa bi salaye min aciz dikir. Min gazind dikir ku ez merivek biçûkim, hêza min qîm nake ez ber vê rewşê bigrim. Rojekî yekser hat hişê min. Ji ber ku ez nivîskarim derheqê tiştê gelê me dîtiye, bi ser xistiye, serpêhatiyame, kevneşopiya me, şarezatiya me ezê ciwanê me yê ku sumerîtîya xwe ji bîr kirine û ji bo nifşê dê werin agahdar bikim min biryar da ku ezê jînenîgeriya xwe binivsînim. Ez hêvî dikim ku bi vê awayê bigihêje her warî, her kesî û her demî..."



05.03.2020 12:50 | rizgarm

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» lûdîngîrra

Kategoriyên mijarê:: zanisti niviskarsiyasi zanisti niviskarsiyasi zanisti niviskarsiyasi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî