Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


46 mijar û 87 peyam
rashomon - das lustwäldchen - tirşik
rashomon - das lustwäldchen
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. fîlmê akira kurosawa ku sînemaya japon bi cîhanê daye naskirin.

hişyarî [spoiler:]

perdeya fîlm li ber kavilê perestîşgehek bi dîmenek dirêj a baranê vedibe ku ji gelek perspektîvan ve baldarîya kamerayê ser şêweyÊ BARÎN û ketina dilopan e. darvanek, keşîşek û evdalek xwe ji baranê spartine kavilê rashomon. darvan hêj di şoka bûyera sê roj berê de ye, keşîş ji ber rewşa mirovahî ketye tê de bêhêvîtîyê lê naxwaze ji derewkerîya mirovan a evqas kûr bawer bike. evdal jî wek tiştek pir ji rêzê be li ser gumana wan nasekine, paşpêkî wan ew tenê ji bo derbaskirina wext, ji darvan dixwaze ka wê meselokê vebêje. têkilîyek berbiçav a derhêner bi hejmaran re heye ku di vî fîlmî de hejmara sê di çend sehneyan de xuya dibe; li kavil sê zelam, li dadgehê sê şahid, li daristanê sê kes hene tevlî bûyerê dibin. li ser bivrê darvan jî sê xîçik.

bûyera me kuştina samûrayek e. delîlê heyber tenê ev e. min jî wek derhêner ji serî ve encama bûyerê da, lê zanîna encama bûyerê tu tişt ji heyecan û tansîyona fîlm kêm nake ku heta dawî mirov bi baldarî guh dide derewên wan. samûrayek û jina xwe li daristanê geşt dikin, bayek hênik li rûyê tajomaru (keleşek navdar e) dide, çavên wî bi teşkên jinikê dikeve û wê dixwaze. li ser vê plan çêdike û samûray girê dide. pêş çavên samûray ve li gel jina wî gan dike. ji vir şûn de keleş, jinik û samûrayê di gorê de bi egoya xwe bûyerê rave dikin. keleş dibêje min kuşt ji ber ku jinikê ji me xwest divê yek ji me bimire encax hingê dikare bi kesÊ mayî sax re biçe. li gor daxuyanîya keleş piştî pevçûnek dijwar wî samûrayê zîrek bi mêrxasî kuştiye. jinik jî dibêje piştî keleş destdirêjî min kir, ji ber ku mêrê min nekariye min biparêze û tenê bi awirên nefret jê dibarîn li min dinêrî çavên min tarî bû ser hişê xwe çûm, dema hişyar bûm min dît xencer di singê mêrê min de çikilî ye. samûray jî bi rêya medyûmek ji gorê bûyerê radigihîne me. ew jî jina xwe tawanbar dike ku bi dilxwazî bi keleş şa bûye û jê xwestye wî bikuje. lê keleş ji bo jinek lewaz hemzayendê xwe nakuje û samûray dibêje ji bo vê berteka wî amadebûm kiryarên wî efû bikim. paşê jinik direve keleş dikeve pey. samûrayê di gorê de hêj li pey rûmeta xwe ye ji wir jî viran li me dike; dibêje min xwe bi xencerê kuşt. paşê yek hat hêdîka xencer ji singê min derxist.

dema em bûyerê ji kesê çaremîn dibihîn ku ew ji der ve, bi çavek "objektîf" seyra bûyeran dike, dizanin ku her sê kesên nav bûyerê ji bo xweperestîya xwe meselê manîpule dikin. di rastîyê de, ango li gor darvan keleş û samûray bi tirsonekî êrîşî hev dikin, pevçûnek wisan egîdane naqewime, dawî de keleş di nav xwihdana ji tirs û xofê samûray dikuje.

lê ji daxuyanîyên darvan û windabûna xencerê em dizanin ev DAXUYANÎ jî ne cihê qîmê ye. mirov lewaz e, lewma derew dike. derhêner têkilîya xweperestîya mirovan a bi derewê re bi serpêhatîyek xurt rave kirye. mirov miradên xwe bi rêya firsendên wiha razbar, nav daristanan de veşartî vediguherînin rastî. ne tenê guhdaran xwe jî dixapînin. nîşandana tîrejên rojê ji nav pelçimên darên mil bi mil sembolek e. rihê mirovan tarî ye, lê qet nebe hêvîyek lewaz jî heye.



06.03.2020 17:10 | hespêsor

dengdanên dawîn (yên din..)
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
tirşik forûm [1]
(bnr: kengî jan kete hestiyên ciwan haco)...
tirşik forûm [1]
gelek baş e , me xwest em şevê bi stranek xweş ve bigrin. (vbnr: M...
belki ev jî bala te bikişînin
» rashomon - das lustwäldchen
» das auto

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm sinemaflm sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî