Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


13 mijar û 28 peyam
ahmet güneştekin - tirşik
ahmet güneştekin
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Hunermendekî kurd e.

Lê qasî ku ez dibînim kurdbûn pê re tune.Jixwe li ser wîkîpedîayê jî wek "kürt kökenli" derbas dibe.Min ne axaftin ne nivîsek ne jî tiştek din jê dîtîye.Kesa ku ev tişt tunebin bizanibin ku ne kurdbûn ne jî xwezanî pê re heye.

Tirşikvanan jî ew kes heta niha neditîne.Gelo bi zanebûn neditîne? Xweza min jî ev mîjar venekira û min jî nedîtiba.



07.03.2020 23:07 | brzn

2. Kesê ku min jî ew meraq dikir e. Ji ber ku navê wî li Batmanê dane navenda çand û hunerê. Min texmîn nedikir kurd be. Lê wa diyar bû çima navê wî li navenda çand û hunerê kirine.



08.03.2020 18:44 | xabûrî

3. Wênaya ku xêro abbas û abdûllah keskîn ku bo serxweşîya ahmet güneştekin de hatiye kişandin.

Wêneyê de akîf bekî û çend kemalîstên din jî hene.Ji bo wî gelek kesan rexneyên bereday kirina bo abdûllah keskîn û xêro abbas.

Bi ya min divê ex rexne neyine kirin , jixwe ji rûyê camêran kifş e ku hatine xezeba ahmet güneştekin .Divê ev rexneyên tûj neyên kirin bo kesên wek xêro abbas û abdûllah keskîn xwe kar û hunera xwe ve derxistine pêş.

Here lînkê



08.03.2020 21:06 ~21:07 | brzn

4. yek ji hunermendên kurd e ku ji aliyê tirkên kemalîst ve hatiye hewandin. kurdbûna wî û kesên nola wî ji bo kemalîstan zêde ne mişkûle ye.



21.03.2020 14:42 | tizbîkêş

5. Li amedê pêşengeha wî ya bi navê jûra bîrê hatiye vekirin.
Û ew çend roj in tayma kurdan derbarê wê diaxivin.
Lê min hê jî fehm nekiriye mesele çiye.



18.10.2021 12:59 ~12:59 | cinorek

6. Meseleyê tam nizanim lê hin kes bo çûyîna wir a Ekrem İmamoğlu rexne dikin. Hin kes jî ji bo darbestên rengorengo rexne dikin. Min jî tiştek ji darbestên rengorengo fêm nekir. Ji bo çi tişteke wilo kiriye min meraq kir.

Ji bo rexneyên li twitterê gotiye sebt û lehdê li sergiyê me. werin rexne û pêşniyarên xwe bêxin. Ka hin kes ê li ser klavyeyên xwe rabin û biçin wir nizanim.

(bnr: darbestên rengorengo)



19.10.2021 11:57 ~11:58 | xwelî li ser

7. Wênesaz û nizamçîkê rexneyên li ser tê kirin ne ji ber hunera wî ye , Jixwe mijar huner be dizî kiriye , berhemên wî de întihal hene.

Tu radibe bi navê Kurdan li ser êşên Kurdan pêşangeh vedike û dibêje min xwest behsa dayikên şemiyê , faili meçhûlan, kurdên li kolanan hatine kuştin , qedexeyên li ser zimanê Kurdî û politîkayên bişaftinê bikim lê kesên mîna Ertuğrul Özkök vedixwîne vir, Meral Akşenera ku em dikarin bêjin yek ji kujerên Kurdan e kulîlk dişîne ji karê te re. Ser de jî di pêşengehê de bêhurmetiyê li bîranînan û şûna miriyan dikin. Tu dibê qey şahî ye govendê digerînin. Kes ne li hêviya netewperwerî ye ji Güneştekîn lê tu rabe ji ser êşên Kurdan pere qezenc ke, pêşkêşî kujerên wan bike , li ber bireqise her kes wê bertek nîşan bide. Ev rexne û nîqaşên li ser vê karê tên kirin hêviyên min geş kir rêjeyek piçûk be jî min dît em hê şiyar û li ser xwe ne. Xûyaye bîra Güneştekin ji aliyê hîn kesan ve hatiye kirîn lê hê jî kurdên "bîr"a wan tûj û saxlem hene li ser rûyê dinê. Tevgerên vê hukumetê nayê wê maneyê kemalîst dostên me kurdan e û tiştek li me nekirine. Ev hişmendiya wan e sedsal e xwîna me vedixwin.



19.10.2021 13:21 | biaqila malê

8. pornografê êş û jana kurdan.



19.10.2021 15:52 ~23:29 | ezcan

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
hawara tirşikvanên ku valatî û bêmiroviyê tirşikê qet nedîtine ye. h...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
Ji xeynî min û çend kesan tu kes diyar nake. Qasî du hezar tirştikvan ...
hunergeha welat [1]
Êmo berhemeke hunergeha welat e (paldayi: Stranbêj: Hozan ...
hunergeha welat [1]
(bnr: Êmo)...
werara nexşenasiyê [1]
Dema ewil a despêka bikaranîna nexşeyê heta xwecihîbûna mirovahiyê diç...
belki ev jî bala te bikişînin
» ahmet kaya

Kategoriyên mijarê:: huner huner huner
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî