Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
ez kevok im - tirşik
ez kevok im

Navê mijarê ya ewil ev bû:ez kevokim
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Strana (bnr: mihemed arif cizîrî) ye. Lê koma (bnr: kamkaran) jî gelek baş distirên. Gohdarkirina (bnr: aynur doğan) ê jî min gelek kêfxweş dike. Lê van rojana vîdyoyek tê temaşe kirin ku stranbêjê misrî (bnr: hamza namîra) û îrlandî karek balkêş derxistine holê. Li kolanek ewropa gotina vê stranê mirov dike hest û xeyalê dûr û bêhempa. Hûn amade ne gelo? De ka kerem kin:





09.03.2020 22:52 ~22:54 | rizgarm

2. strana ku ji aliyê komeka koreyî jî bi kurdî&koreyî hatiye çêkirin.




가사
*****
Ez kevok im lê lê~
Ez kevoka reş im
Li ser ban û li bin banan
Ez diçêrim way way
li bin ban û xopanê
Ez diçêrim way way
Ez aşiqê lê lê
çavê reş im way way
Ez maşûqê lê lê
kurkê Keleş im way way

Ez kevok im lê lê~
Ez kevoka reş im

너를 난 바라보네
너는 묻네 why why
너를 난 꿈꿔보네
너는 웃네 why why
함께 듣자 함께
숲의 노래 way way
같이 날자 같이
푸른 하늘 way way

Ez kevok im lê lê~
Ez kevoka sor im
너는 날 바라보네
인사하네 hi hi
너는 날 데려가네
하늘 위로 high high
함께 듣자 함께
숲의 노래 way way
같이 날자 같이
푸른 하늘 way way



29.03.2021 18:00 | cinorek

3. cara ewil hesen cizîrî ev stran di radyoya bexdayê de gotiye û tomar kiriye, stran ya wî bi xwe ye an gelêrî ye nayê zanîn lê reng û dirûvê stranên gelêrî lê diçe. ji aliyê celal güzelses ve wekê hele yar zalım yar li ser tirkî hatiye wergerandin bêyî ku çavkanî bê nîşandan.
stran piştî ku hatiye tomarkirin li nav xelkê belav bûye û pir nav û deng daye heta îro jî çi kurd çi biyanî ji aliyê gelek kom û stranbêjên cuda bi terz û meqamên cuda yên mûzîkê hatiye gotin.
bianetê li ser stranê nûçeyek çêkiriye Here lînkê û di bin nûçeyê de cih daye 69 lînkên cuda yên vê stranê ku ji aliyê stranbêjên cuda ve hatiye gotin. ji hemûyan bêtir forma enstrûmental ya vê stranê ku ji aliyê erdeşîr kamkar û zekeriya yusiv ve hatiye îcra kirin ber dilê min girt, wekê ku îlhama xwe ji forma dilşad seîd standine.


;ab_channel=Rherecords



02.06.2021 12:34 | endazer

4. Gotinên versîyona şahiya stranan

Ez kevok im lê lê lê lê lê lim lê yar
lê lim lê yar lê lê lê lê lê lê lê lim lê yar
lê lim lê yar ez kevok im way way
Kevoka şîn im way way
Li ser bana bin bana
Ez dixwînim way way
Ez aşiqê lê lê
Çavê şîn im way way
Ji kerba te ra lê lê har û dîn im way way

Ez kevok im lê lê lê lê lê lim lê yar
lê lim lê yar lê lê lê lê lê lê lê lim lê yar
lê lim lê yar ez kevok im way way
Kevoka reş im way way
Li ser bana bin bana
Ez dimeşim way way
Ez aşiqê lê lê
Çavê reş im way way
Ji kerba te ra lê lê ez nexweş im way way

Ez kevok im lê lê lê lê lê lim lê yar
lê lim lê yar lê lê lê lê lê lê lê lim lê yar
lê lim lê yar ez kevok im way way
Kevoka spî me way way
Li ser bana bin bana
Xweş danî me way way
Ez aşiqê lê lê
Jinika bî me way way
Ji kerba te re lê lê ez xwînî me way way



05.09.2021 12:00 | kajav

5. Strana ku mamoste Sefqan Orkêş bi dengê xwe yî zîz û zelal xweştir kirîye....










Ez jî nexweşim mamoste!....



05.09.2021 15:36 ~15:38 | pîroz

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kevok

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn muzikstrnbj muzikstrn muzikstrnbj muzikstrn muzikstrnbj kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî