Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    5 mijar û 7 peyam
    dilreş - tirşik
    dilreş
    (14) (4) (19)
    di mijarê de bigere

    1. Camêra ku nû bûye tirşikvan , li gor qeyda wî ku ez dibînim.

    Serçeva re hatiye.Lê bi xêr be!



    2020.03.14-04:02 | brzn

    2. Tirşikvanekî nû ye. Bi xêr û xweşî hatîye. Wer xuya dike nû fêrî zimanê Kurdî dibe. Dilê min li alîyê rêzimanê de naxwaze yekî hişyar bike lê ji bo xêrxwazîya birayê xwe dixwazim tiştek vebêjim. Birayê dilreş li ser rêzimana Kurdî hînbûna xwe pêş bixe. Bawer dikim tu jî dizanî, alîyê rêziman û rastnivîsê de kêmasîyên te hene. ser wan kêmasîyên xwe bisekine. Piştre tu yê werî binivîsî hem ji bo te hem jî ji bo formata tirşikê baştir e. Silav û hezkirin



    2020.03.15-02:16 | kajav

    3. Nivîskarekî tirşikê yê nû ye.bi xêr û xweşî hatiye û malbata tirşikê hîn mezintir kiriye. Xwûdê bike ne wek navê xwe dil tarî be. Ji serî de rastî rexneya hatiyê ji ber rastnivîsê lê divê dilê xwe nehêle. Ji xwe rexnekirina nivîskarên nû jî şaşe , dema ji serî de tuşî van rexneyan tên moralên nivîskara dikeve, ji dêlava wê divê peyamên teşvîq kirinê werin şandin. Dîsa bi xêr hatiye hêvî berdewam be.



    2020.03.15-21:51 | tîrêj zana 21

    4. Ser seran û ser çavan hatiye lê bi dilgermî dibêjim bila Kurdiya xwe sererast bike em jî jê sûd wergirin.



    2020.03.15-22:28 | xabûrî

    5. tirşikvanek ji tirşikvanan
    mixabin li ser mijarên ku tu gû jê nizane, tespîtên virtûvala û bi talûke, dinivîse.
    (bnr: korona derew e)
    û bi vî awayî dibe sedema belavbûna vîrûsê û gunehê nexweşan wê li stûyê wî be.

    her wiha di derbarê teqîna mezin/118304 de jî dîsa peyamek virtûvala nivîsandiye. divê dev ji van karên xwe yên beredayî berde û li ser tiştên ku bi qasê misqalekê jê agahdar e, binivîse.

    bi xêr hatîye.



    2020.03.20-07:12 | simurg56

    6. dilê camêrê hinek reş e birastî jî. xwedî navek li gorî xwe ye.*

    ji me re jî teorîsyênên komployan lazim in.*

    bi xêr hatiye.



    2020.03.20-09:17 | xelîl

    7. elif şafak/118335 korona derew e/118285 teqîna mezin/118304

    bi van her sê peyamên li jor nezanî û ehmeqiya xwe eşkera kiriye
    eger troll be, trolliya wî pênç qirûş nake eger ne troll be fikrên wî pênç qirûş nake
    ez li dewsa wî bim ezê dev ji nivîsandinê berdim. ji dêvla ku feydayek bigihîjîne mirovan zirarê digihîne.



    2020.03.20-10:12 | ferhenga şikestî

    8. Spas ji bo rexneyên we, dilșa me *



    2020.03.20-13:22 ~13:23]| dilreş

    9. Camêr ne xemxwar e jî. Ev rexne ji min re bihatanan minê xwe bikuşta*



    2020.03.20-15:03 | xabûrî

    11. encama serbestîyê ye. bi xêr be!



    2020.03.21-02:09 | mirovekirind

    12. Tirşikvanê ku ez jê tika dikim bila ji kerema xwe formata tirşikê heya ku fêm bike bila bixwîne. Çend cara li ser mijarên din bi awayekî gelemperî min hişyar kir lê xwuya ye camêr negirtiye ser xwe.
    Ji roja xwe li tirşikê tomar kiriye û heya niha van xeteriya dike. Ji serîde ji ber nû bû min wî hişyar nekir lê wer dixwuye heke kes hişyar neke dê wiha bidome . Niha ezê çend rêzikên formatê li vir rêz bikim bila ji kerema xwe re guh lê bike.

    -di tirşikê de nabe ku nivîskar rasterast bersivê bidin hev. Nivîs divê gelemperî û bo raya giştî be. Tirşik wek hûn dizanin ferhengeke înteraktîv e. Ne forum e.

    - divê nivîs bi pênaseyek an jî bi raveyekê dest pê bike. Paşê nivîskar dikare fikr û ramanên xwe diyar bike

    - nabe ku tirşikvan ji sibe heya êvarê tiroliyan bikin, her çiqas li gor formatê tevbigere jî. Yanê mirov ne mecbur e li binê her mijarê fikrên xwe an jî şîroveyên xwe binivîse. Divê tiştê eleqedariya wî pê heye an jî tiştên zanyarî û agahiya wî jê heye binivîse.



    2020.04.01-23:27 | tîrêj zana 21

    13. Endamê ku wek me hemûya dest bi tirşikê kiriye. wek ku gotibû ew mamoste ye ,piştê çav li formata tirşikê gerandinê ango demek şûnde wê gelek tiştên balkêş binvîse ,dinvîse jî.Camêrê pîroz dikim gelek rexne lê hatine kirin lê nexeyidî.
    Carnan rexneyên me dibe ku bibe sedema durketina endamên nû ji tirşikê.



    2020.04.02-01:17 | brzn

    14. erê divê ew dîrekt bersiva nede ev der ne forum e bes ez bawer im ew ne ji qastî wisa dike ,ev der platformek xweş e merov xwe nagre *
    heke ew bixwaz e têkeve ştexhalyê peyam henin bila bişîne .



    2020.04.02-01:25 | shwinsherm

    15. nivîskarê Barkem haja wî ji formata tirşikê tine ye ye.

    (bnr: formata tirşikê)



    2020.04.03-09:42 ~09:43]| bûtîmar

    16. Tirşikvanê ji rojeva tirşikê nakeve.



    2020.04.03-13:14 | xabûrî

    17. 1) Tirşikvanê ku em dibêjin qey formata tirşikê dibe nexwendibe
    2) Tirşikvanê ku mîjarek bê format vedike û piştre ji bo wî mîjarê peyaman dişîne. (dikare wê peyama xwe ya yekem jî sererast bike)
    3) Xwedê kêmasiya wî nede her mîjarê de gotinek wî heye.Lê em dibêjin (bnr: format! heval)



    2020.04.03-14:47 ~14:48]| brzn

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    alfabeya soranî [2]
    min çar meh berê li bin vê mijarê peyamek nivîsiye ku tê de vê alfabey...
    kovara kurdeçîrok [1]
    keçikek heye nizanim çima ser hesabên medya civakî xwe gelek derdixe p...
    nebûna keçikên henekoy [4]
    İddiayek e zilaman e. Ew jî ji xwe re dibêjin em qomîk in * Tenê kêfa...
    mêrikê ku 9 sal berê li mala xwe miriye [3]
    bûyer li norwêcê qewimiye. mêrikek tenê serê xwe dijî û 9 sal ...
    keskesor tv [1]
    QENALEKE youtubeê ye. ji bo zarokan weşanê dike, bi kurdî û îngilîzî ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » dilreş

    Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî