Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
dilreş - tirşik
dilreş
(13) (3) (2)
di mijarê de bigere

1. Camêra ku nû bûye tirşikvan , li gor qeyda wî ku ez dibînim.

Serçeva re hatiye.Lê bi xêr be!



14.03.2020 04:02 | brzn

2. Tirşikvanekî nû ye. Bi xêr û xweşî hatîye. Wer xuya dike nû fêrî zimanê Kurdî dibe. Dilê min li alîyê rêzimanê de naxwaze yekî hişyar bike lê ji bo xêrxwazîya birayê xwe dixwazim tiştek vebêjim. Birayê dilreş li ser rêzimana Kurdî hînbûna xwe pêş bixe. Bawer dikim tu jî dizanî, alîyê rêziman û rastnivîsê de kêmasîyên te hene. ser wan kêmasîyên xwe bisekine. Piştre tu yê werî binivîsî hem ji bo te hem jî ji bo formata tirşikê baştir e. Silav û hezkirin



15.03.2020 02:16 | kajav

3. Nivîskarekî tirşikê yê nû ye.bi xêr û xweşî hatiye û malbata tirşikê hîn mezintir kiriye. Xwûdê bike ne wek navê xwe dil tarî be. Ji serî de rastî rexneya hatiyê ji ber rastnivîsê lê divê dilê xwe nehêle. Ji xwe rexnekirina nivîskarên nû jî şaşe , dema ji serî de tuşî van rexneyan tên moralên nivîskara dikeve, ji dêlava wê divê peyamên teşvîq kirinê werin şandin. Dîsa bi xêr hatiye hêvî berdewam be.



15.03.2020 21:51 | tîrêj zana 21

4. Ser seran û ser çavan hatiye lê bi dilgermî dibêjim bila Kurdiya xwe sererast bike em jî jê sûd wergirin.



15.03.2020 22:28 | xabûrî

5. tirşikvanek ji tirşikvanan
mixabin li ser mijarên ku tu gû jê nizane, tespîtên virtûvala û bi talûke, dinivîse.
(bnr: korona derew e)
û bi vî awayî dibe sedema belavbûna vîrûsê û gunehê nexweşan wê li stûyê wî be.

her wiha di derbarê teqîna mezin/118304 de jî dîsa peyamek virtûvala nivîsandiye. divê dev ji van karên xwe yên beredayî berde û li ser tiştên ku bi qasê misqalekê jê agahdar e, binivîse.

bi xêr hatîye.



20.03.2020 07:12 | simurg56

6. dilê camêrê hinek reş e birastî jî. xwedî navek li gorî xwe ye.*

ji me re jî teorîsyênên komployan lazim in.*

bi xêr hatiye.



20.03.2020 09:17 | xelîl

7. elif şafak/118335 korona derew e/118285 teqîna mezin/118304

bi van her sê peyamên li jor nezanî û ehmeqiya xwe eşkera kiriye
eger troll be, trolliya wî pênç qirûş nake eger ne troll be fikrên wî pênç qirûş nake
ez li dewsa wî bim ezê dev ji nivîsandinê berdim. ji dêvla ku feydayek bigihîjîne mirovan zirarê digihîne.



20.03.2020 10:12 | ferhenga şikestî

8. Spas ji bo rexneyên we, dilșa me *



20.03.2020 13:22 ~13:23 | dilreş

9. Camêr ne xemxwar e jî. Ev rexne ji min re bihatanan minê xwe bikuşta*



20.03.2020 15:03 | xabûrî

10. encama serbestîyê ye. bi xêr be!



21.03.2020 02:09 | mirovekirind

11. Tirşikvanê ku ez jê tika dikim bila ji kerema xwe formata tirşikê heya ku fêm bike bila bixwîne. Çend cara li ser mijarên din bi awayekî gelemperî min hişyar kir lê xwuya ye camêr negirtiye ser xwe.
Ji roja xwe li tirşikê tomar kiriye û heya niha van xeteriya dike. Ji serîde ji ber nû bû min wî hişyar nekir lê wer dixwuye heke kes hişyar neke dê wiha bidome . Niha ezê çend rêzikên formatê li vir rêz bikim bila ji kerema xwe re guh lê bike.

-di tirşikê de nabe ku nivîskar rasterast bersivê bidin hev. Nivîs divê gelemperî û bo raya giştî be. Tirşik wek hûn dizanin ferhengeke înteraktîv e. Ne forum e.

- divê nivîs bi pênaseyek an jî bi raveyekê dest pê bike. Paşê nivîskar dikare fikr û ramanên xwe diyar bike

- nabe ku tirşikvan ji sibe heya êvarê tiroliyan bikin, her çiqas li gor formatê tevbigere jî. Yanê mirov ne mecbur e li binê her mijarê fikrên xwe an jî şîroveyên xwe binivîse. Divê tiştê eleqedariya wî pê heye an jî tiştên zanyarî û agahiya wî jê heye binivîse.



01.04.2020 23:27 | tîrêj zana 21

12. Endamê ku wek me hemûya dest bi tirşikê kiriye. wek ku gotibû ew mamoste ye ,piştê çav li formata tirşikê gerandinê ango demek şûnde wê gelek tiştên balkêş binvîse ,dinvîse jî.Camêrê pîroz dikim gelek rexne lê hatine kirin lê nexeyidî.
Carnan rexneyên me dibe ku bibe sedema durketina endamên nû ji tirşikê.



02.04.2020 01:17 | brzn

13. erê divê ew dîrekt bersiva nede ev der ne forum e bes ez bawer im ew ne ji qastî wisa dike ,ev der platformek xweş e merov xwe nagre *
heke ew bixwaz e têkeve ştexhalyê peyam henin bila bişîne .



02.04.2020 01:25 | shwinsherm

14. nivîskarê Barkem haja wî ji formata tirşikê tine ye ye.

(bnr: formata tirşikê)



03.04.2020 09:42 ~09:43 | bûtîmar

15. Tirşikvanê ji rojeva tirşikê nakeve.



03.04.2020 13:14 | xabûrî

16. 1) Tirşikvanê ku em dibêjin qey formata tirşikê dibe nexwendibe
2) Tirşikvanê ku mîjarek bê format vedike û piştre ji bo wî mîjarê peyaman dişîne. (dikare wê peyama xwe ya yekem jî sererast bike)
3) Xwedê kêmasiya wî nede her mîjarê de gotinek wî heye.Lê em dibêjin (bnr: format! heval)



03.04.2020 14:47 ~14:48 | brzn

17. nivîskarê ku li hemberî rexneyên tirşikvanan dest bi nivîse bernadeyê he'j dinivîse.



03.04.2020 17:17 | golikvan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» dilreş

Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî