Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


7 mijar û 8 peyam
korona derew e - tirşik
korona derew e

Navê mijarê ya ewil ev bû:korona dereve
(6) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. Medya wê nexweşiya korona zêde mezin dikin. Hişê xwe bidin serê xwe, bifikirin. Medya du hefta behsa korona diki. Jê pêv tu behsa tiştekî nake. Li turkiye'yê dolar buye 6,5.li Sûrîyê şer dewam e. Kesik qal nake. Ji bo ci?Ji ber ku naxwazin medya bine ziman, planê van xerabibe
Rojê li dinyayê bi ecalê xwe 20hezar dibre, lê ji korona yê rojê 10-100 kes dimre û medya her carî bahs dike.
Xwe ne ditirsin, tiştekî ku em bitirsin tuneye, biminin xweşîye de. (bnr: vîrusa korona)



17.03.2020 20:15 ~20:23 | dilreş

2. Li gor medya tirkî dibe derewbe dema ku temaşe bikî lê li gor medya cîhanê qet ne derewe.vîrûsa korona dibe bo ciwanan re nebe tengasî lê bo kesên emir/temen mezin re tengasîyek/xeterek mezin e.



17.03.2020 20:23 ~2020.04.07 15:26 | brzn

3. divê sernivîs bibe korona direve



17.03.2020 20:40 | hespêsor

4. îdîayek virt û vala ye. erê her roj ji ber pehînên hêstiran jî bi sedan kes dimirin lê mesele ne ew e.

1- ev vîrûs gelek lez belav dibe.
2- eger em ji bo nexweşekî, hemû derfetên nexwşxaneyê bi kar bînin jî, îhtîmala mirina nexweş %3 fîlan e.
3- dema vîrûs li milyonan belav bû, wê sîstema nexwexaneyan hilweşe û wê rêjeya mirinê belkî bibe %10 an jî 20.
li ser rûyê dinyayê tu dewletek tune ku di senaryoyekî wisa de bikare xizmeta tendûrîstiyê bide hemû welatîyên xwe .
wê demê dibe ku 100 mîlyon mirov jî bimirin.


li navçeya ku ez lê me, nifûs 250.000 e lê li nexweşxaneyê tenê 10 cîhazên bo piştgirîya nefesê hene. eger di heftîyekê de 1000 nexweşên bi zature werin, wê %99ê wan nekarin bikevin van cîhazan û vêca ew û şensê xwe.
ev li alîyekê.

ji aliyê din ve: dema ev cîhaz tije bûn (ku dikarin dikarin di nava nîv saetan de tije bibin), dema we qezayek kir, hûn ê nekarin emelîyat bibin ji ber ku wê anestezî nekare we razîne.
wê nexweşên kanserê û nexweşên din yên giran, wê hemû vêxwedî bimînin. wê bi hezaran kes jî wisa bimirin.


welhasil, esas xwedîyê vê îdîayê divê hişê xwe bide serê xwe.



17.03.2020 20:53 | simurg56

5. Ez qala Turkiyê dikim, ne welatên din..



17.03.2020 22:08 | dilreş

6. Fîlozof Arthur dibêje ku ;
Hakikat di 3 qonaxan de derbas dibe
Ya ewilî ew tişte ku tê gotin pê dikenin
Ya dudîya ew tişte ku tê gotin di xeyidîn û zora wan diçe
Ya sisêya ew tişte ku tê gotin ;qebul dikin û baweriya xwe lê tînin.



17.03.2020 22:27 | dilreş

7. (bnr: dinya derew e)*



18.03.2020 10:47 | xelîl

8. serokwezîrê îngilîstanê boris johnson jî digo em ti tevdîrê nakin ji bo vîrûsa koronayê lê niha jî rakirine nexweşxanê û rewşa tendurîstiya wî giran e.
Kî dibêje derew e , vîrûs bi wî dikeve!



07.04.2020 15:31 | brzn

9. ên ku dibêjin korona derew e ku hê jî hene ez dibînim, bi rastî jî ker in.
wê rojê min bi zilamek axivî, li ser table fêkî difirot. digot ev korona derew e, divê mirov ji xwedê bitirse, ger tu ji xwedê bitirsî û nimêj bikî tiştek nabe felan û bêvan.
hingî jê re qala giringbûna meselê dikim nakeve serî.
ev êdî ne bêaqilî felan e yaw, ev rasterast bêşerefî ye.



07.04.2020 21:33 | brusk56

10. Virusa ku ilaç ji ko wê ne hatiye dîtin. Wê vîrusê dikevin ê dimrin jî emrê xwe temam kirine. Ê virusê dikevîn çawa dimrim ez ji were bêjim.
*Dema ku mirov kal be. (ser +65 sali be)
*ê ku berê nexweşîyê van kronîk hebe.
Yanî ez dibêjim ku ew virus mirovan nekuje. Ê dimrin nexweşiya xwe dimrin an jî bi ecelê xwe. Kesen ku wê vîrusê be. Dibêjîn bi koronayê mir.
Min fahm nekir ji bo ci ew virus populer bu? Rojê 200 hezar mirov pirçîna dimre kes guh nadin van. Vîrusek ci anî serê me! Mala minê law..!



08.04.2020 01:28 | dilreş

13. Dibistan venabe lê fabrike û tekstil vekiriye wey mala minê...!?



17.08.2020 18:21 | dilreş

14. korona derew e/126859 heman wate ev nebûna qorona ye ?
ev éhmeqiya dewletê derûdora me ye..



17.08.2020 19:41 | shwinsherm

15. Korona ne derewe lê bi pergalîyek tund çanda rojhilatiya ji bo kapîtalîzme diguherîne. Mînak: êdî her kes ji bo xwe tevdigere kes ne xema kesî ye. Civak dirize bavê xalê xwe..



18.08.2020 09:25 | hector

16. Ez vê vîrûsê %0.000000000001 ji bawer nakim.ne derew ba tekstil fabrika ne vekiri ba...



18.08.2020 16:48 | dilreş

17. (bnr: dijberên derzîya covid19ê)



04.10.2021 12:42 | heval.js

18. Bi gelemperî di nav Kurdan de fikreke bilav e ev gotin



04.10.2021 14:57 | hesinkar

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» korona
» derewçîn

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî