Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; dîasporaya kurdî
peyamên çepikkirî

118325. ji efrîqayê heta awistralyayê li gellek welatên biyanî kurd hene. li hinek welatan mina elmanya hijmara wan digihije nêzikê mîlyonek.


gorê statistîkên enstîtuya kurdî ya parîsê û parlemena ewropa hijmara kurdan li welatên ewropa wisa ye:


elmanya 800.000
fransa 150.000
brîtaniya 100.000
swed 100.000
holanda 80.000
swîsre 70.000
avûstûrya 60.000
yewnanistan 25.000
belçîka 15.000
danimarka 10.000
norwec 5.000
Îtalya 4.000
fînlanda 3.000


her wiha li welatên din:

dya 20.000
kanada 8.000
awustralya 15.000
japon 2.000


di nav wan hemÛyan de welatên ku dÎasporaya kurdî herî xurt:

1. swed, ew 50 sal in swed her tîm mina paytexta çand û hunera kurdî ye. rolek ewqas giring e ku em dikarin bibêjin ger swed nebÛya rewşa kurmancî îro pir xirab dibû.
2. fransa, dewleta fransayê weke dostê kurdan xûya dike. lowma kurd hinek bi hêz in li wir. û ger ez şaş nebim li fransayê hijmara kurdan ji tirkan zêdetir e. û dive em behsa rola enstîtuya kurdî ya parîsê jî bikin. xebatên wan jî bo hemÛ kurdan pir giring in.
3. japon û awustralya, li wan herdû welatan kurd pir zêde ninûn lê pir aktîf in. mina karên navenda çanda kurdî li japon Û karên mamoste şahînê bekirê soreklî li awustralyayê pir balkêş in.

hêvî dikim li hemû welatan derbarê çand û hunera kurdî zêdetir xebat bên kirin.

Û bi videoyek peyama xwe xilas bikim. keçikeka japonî zimanê kurdî hin bÛye. peyamek bi kurdî ji me re şandiye. ew serkeftina




01.06.2013 01:27 | simurg56