Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
projeya ji nû ve afirandina turkcekurtcesozluk.com'ê - tirşik
projeya ji nû ve afirandina turkcekurtcesozluk.com'ê
(0) (0) (7)
di mijarê de bigere

1. projeya ku roj bi roj xwe zêdetir dide fikirandin û piştî temamkirina kêmasiyên tirşikê, dixwazim pêk were.



weke gelek nivîskarên tirşikê jî dizanin malpera turkcekurtcesozluk.com'ê jî yek ji karên tirşikvanan e û ferhengên kurdî yên herî mezin yên înternetê, dihewîne.

lê mixabin bi rewşa xwe ya heyî, ji tirşikê bi temamî cûda ye û sîstemek cûda bi kar tîne.



niha ya ku min difikirîne ev e: gelo em danegehên(database) tirşikê û turkcekurtcesozluk.com'ê bikin yek û bi vî awayî hemû nivîskarên tirşikê her wiha bikarin têkevin sîstema turkcekurtcesozluk.comê. nivîskarên tirşikê bikarin binê peyvan de şîrove û fikrên xwe binivîsin û ger bixwazin mînakan bidin. û admîn û moderatorên tirşikê jî bikarin li gorî ragihandinên tirşikvanan peyvên nû li ferhengan zêde bikin û yên heyî sererast bikin.

her wiha sîstem li gorî peyva ku lê tê gerîn, ji tirşikê jî mijarên dişibê, bibîne û pêşniyar bike, wê xweş be.



ev fikir niha tenê aqlê min de ne û çiqas pêkan e û nepêkan e, nizanim. lê heta dora sepandina vê projeyê hat, nivîskarên tirşikê jî pêşniyarên xwe binivîsin, belkî sîstemek bêhempa derkeve holê. erê.



19.09.2013 23:28 | simurg56

2. FIKR Û PROJEYEK BAŞ E LI GORÎ MIN.. LÊ DIVÊ DATABANKA FERHENGÊN KU WÊ BÊN BIKAR ANÎN SAFÎ KURDÎ BIN NE BI ZIMANEKE DIN.. JI BO NIMÛNE BINGEH Û BINESAZÎ Û KONSEPTA WÎKÎFERHENGÊ JI BO VÊ PROJEYÊ GELEKÎ KÊRHATÎ YE.. LÊ BINGEH Û BINESAZIYA FERHENGÊN DU AN SÊ ZIMANÎ YÊN WEKÊ turkcekurtcesozluk.com Û ferheng.orgÊ WÊ KARÊ TIRŞIKÊ GIRAN Û SERÊ NIVÎSKAR Û XWENDEVANÊN TIRŞIKÊ GÊJ BIKE.. LI GORÎ MIN ÇI QAS FERHENGÊN KURDÎ BI KURDÎ HEBIN BÊYÎ KU EM FERQIYETÊ TÊXIN DI NAV ZARAVAYAN DE EM HEMÛYAN BI DESTÛRA XWEDÎ Û WEŞANGERÊN FERHENGAN DÎJÎTALÎZE BIKIN Û BERPÊŞÎ BIKARHÊNERÊN TIRŞIKÊ BIKIN..



19.09.2013 23:38 | endazer

3. projeya ku tê xwestin ku tirşikê û turkcekurtcesozluk.comê bi hev re girê bide. armanc ne yekkirina wan e. yanî ger ev pêk were wê turkcekurtcesozluk.com dîsa weke malperek cuda bimîne, lê tenê wê nivîskarên me bi heman navê xwe û şîfreya xwe bikarin têkevin turkcekurtcesozluk.comê jî û binê peyvan de nêrîn, rexne û pêşniyarên xwe binivîsin, peyvan rast bikin an jî yên nû lê zêde bikin.

her wiha wê turkcekurtcesozluk.coma nû, dema nekarî peyvek bibîne wê bikarhêneran beraliyê tirşikê bike.



weke hinek taybetiyên din yên ku dikarin werin lêzêdekirin:

- weke tirşikê, hê di dema nivîsandina peyvê de derketina lîsteya pêşniyaran

- klaveyeya tîpên kurdî

- tomarkirina qeyda lêgerînê ya bikarhêneran



21.09.2013 12:31 | simurg56

4. ez ez bim jî ev şuxulekî baş e. ji ber ku hê dehyek peyvên me jî neketine ferhengan, bi xêra vê dê tirşikvanên ji der û deverên dîtir bihukimîne ceng û cîdaleke bêhawe da ku peyv û qalibên herêma xwe lê zêde bikin, û biedilînin. wextekê şener özmenî gotibû ku pereyên xwe li ferhengan nedin, herin ji xwe re kitêbên eliyê ebdilrehman bixwînin. ez niha tê digihêm ku çendî rast gotibû, gidî.



21.09.2013 13:38 | înano lo

5. projeya ku hêdî hêdî taybetiyên wê tên diyarkirin û xebata wê destpê dike.

taybetiyên ku heta niha tê fikirîn ku tê de hebin li jêr in, ger pêşniyarên fonksiyonên dîtir jî hebin, em dikarin hê nebûyî dereng li sîstemê zêde bikin.



- wê ji ferhengên ji hev cuda pêk were (mîna kurdî-tirkî, îngîlîzî kurdî û hwd.)

- sîstem wê him nav peyaman him jî nav wateyan de bikare lê bigere

- wê têxistina pirhejmar (batch import) ya peyvan pêkan be

- wê bikarhênerên tirşikê bikarin bi eynî nav û şîfreya xwe bikevin sîstemê û binê peyvan de şîrove û gûftûgoyan bikin û ji bo peyvê mînakên bikaranînê bidin. wê ferheng wisa zindîtir be.

- wê moderatorên tirşikê bikarin peyvên nû li ferhengan zêde bikin û yên heyî jî rast bikin û biguherînin.

- weke tirşika me; dema mirov dinivîse wê sîtem otomatîk peyvan pêşniyar bike

- lêgerînan de wê vebijêrkên weke "peyvên ku bi vê dest pê dike/xelas dibe" an jî "peyvên ku vê dihewîne" hebe.

- ji bo kurdî û tirkî wê klavyeyên online hebin

- wê wêneyên têkildar otomatîk werin dîtin û nîşandan

- wê ji bo reklaman cî were veqetandin

- bi sîstema sitemap, wê ji bo her peyvekê rûpelek were afirandin û bi vî awayî wê google malperê baştir nas bike.

- wê lîsteyên weke "peyvên dawîn", "peyvên nû şîrovekirî" û "peyvên dawîn hatî lêgerîn" hebin.

- wê vebijêrkên lêgerîna hemû ferhengan de an jî tenê ferhengekê de, hebin.

- wê peyvên encamê de jî bikarin werin tikandin.

- ger peyv ferhengê de neyê dîtin wê otomatîk bikare tirşikê de jî bigere an jî vê yekê teklîf bike. berevajiya wê jî wê hebe.

- ji bo nivîskarên tirşikê wê li wir jî profîlek hebe. û peyam û şîroveyên dawîn yê bikarhêner bikare were dîtin.



ji bo proje bikare were sepandin, endezyarên japon pereyên mezin dixwazin * loma qet nebe bila hemû taybetiyên ku em dixwazin, tê de hebin. em li benda nêrînên tirşikvanan in.



30.10.2013 20:24 | simurg56

6. projeya ku ger pêk were, wê bi qasê projeya marmarayê deng vede *

bê henek wê ev proje bikaranîna tirşikê û turkcekurtcesozluk.com ê gelek xweştir bike. em bi kelecan bendê ne .



30.10.2013 21:09 | brusk56

7. em li bendê ne. ku pêk were ê pir baş bibe.



01.11.2013 11:48 | kurê xelkê

8. projeya ku hê jî li benda pêşniyaran e ku ger pêşniyar tune bin wê were destpêkirin.



03.11.2013 15:47 | simurg56

9. nêz e.

sibe destpêka çêkirina projeyê ye.

di nava mehekê de tê plankirin ku proje biqede û malpera turkcekurtcesozluk.com li tirşikê ve were girêdan û ew jî bibe malperek înteraktîf ku bi bikarhênerên xwe re danûstandinê dike.



09.11.2013 19:37 | simurg56

10. projeya ku hinek dereng ma lê di asta xelasbûnê de ye êdî.



02.03.2014 16:30 | simurg56

11. projeya ku divê pêşiya pêşîn navê malperê bi naveke kurt û kurdî re biguherîne..

mîratê carinan dema lazim dibe heta ez navê malperê dinivîsim nîv seet lê diçe û sîstema wê jî zehf giran e..



02.03.2014 16:44 | endazer

12. (bnr: turkcekurtcesozluklerkonfederasyonu.com)



09.03.2014 16:19 | cinorek

13. projeya ku divê guherîna domeynê jî têxe rojeva xwe. bi rastî domeyna ku niha tê bikaranîn her çi qas ku hêsan xûya dike jî di bîra mirov de namîne. mirov dibêje gelo ji turkce destpê dikir an ji kurtce. jixwe behsa dirêjiya wê jî nakim. pêşniyara min : ferhengistan.com



09.03.2014 16:38 | oxir

14. divê piştî wê bernameyek ji bo telefonên biaqil(androîd û apple) jî bê çêkirin.!



14.03.2014 03:21 | xendekî

15. divê piştî wê bernameyek ji bo telefonên biaqil(androîd û apple) jî bê çêkirin.!



14.03.2014 03:21 | xendekî

16. projeya ku min êdî bixwe dest avêtiyê ye.

min ji bo sîstema nû malperek amade kir: http://wergerine.com/duziman

sîstem komple ji kodên min pêk tên û kurdî ye.



di vê sîstemê de;



- hemû tirşikvan dikarin bi nav û şîfreyên xwe yên li tirşikê, têketinê bikin.

- tirşikvan dikarin peyvên nû li ferhengan zêde bikin. (peyv bi navên wan tê tomarkirin û dimînin li benda erêkirina moderatoran. dema tê erêkirin bi navê wan tê weşandin.)

ji bo her peyvekê rûpelek heye ku li vê rûpelê agahiyçn peyvê hene.

- di binê rûpelên peyvan de, tirşikvan dikarin şîroveyan bikin. dikarin ji bo bikaranîna peyvan pirsan bikin an jî hevookên mînak bidin.

- moderator dikarin hemû peyvan rast bikin, jê bibin, têxin weşanê, ji weşanê rakin an jî jê bibin.

- lêgerînê de vebijêrka "di nav wateyan de jî bigere" heye.

- ferheng ji zimaneke bijartî, werdigerîne zimanê din yê bijartî.

- ji bo nivîskaran jî rûpela profîlê heye ku agahiyên wan yên li tirşikê jî li wir xuya dibin.

- sîstema lêgerînê êdî bileztir e û berfirehtir e.

- îstatîstîk hene û li gorî daxwaaza wê bên berfirehtirkirin.

- peyv û şîroveyên dawîn tên dîtin.

- bikarhênerên ne tirşikvan jî dikarin peyvên nû bişînin, lê ev peyv piştî kontrolê bi navê anonîm tê weşandin.

- dema mirov têkeve sîstemê, qutiya lêgerînê otomatîk tê tikandin û vebijêrka "di nav wateyan de jî bigere" tê bijartin. (mirov dikare paşê vebijêrkê rake)



min hemû peyvên li sîstema heyî, derbasî li vê sîstema nû jî kir. yanî niha li sîstemê ji 150.000 zêdetir peyv hene.

ger tirşikvan êdî vê sîstemê bi kar bînin û kêmasî û xeletiyan ragihînin, ez ê hewl bidim ku temam bikim. ger tirşikvan bi erênî lê binêrin û "begem bikin" em ê paşê bi rastî jî derbasî vê sîstemê bibin.



weke din, ger em derbasî vê sîstemê bibin em dikarin navê malperê jî biguherînin. yanî navê turkcekurtcesozluk.com gelek dirêj e. (ji bo ku di googleê de derkeve baştir e lê ne navek xweş e.)

hûn dikarin ji bo vê problemê jî pêşniyaran bikin.



24.08.2014 21:45 | simurg56

17. pêşniyara min ew e ku vê malpera bi naVÊ TURKCEKURTCESOZLUK.COM NEGRİİN LÊ BERALÎ MALPERA NÛ BİKNİ.



25.08.2014 13:36 | gernasnenas

18. sîstemeke gelek baş e... bi vÎ awayÎ her kes dikare peyvÊn herÊma xwe gundÊ xwe tomar bike. hem ji bo zazakÎ jî wÊ gelek baş be. ji ber ku hÊ jÎ li ser ÎnternetÊ ferhengek ji bo zazakÎ/dimilkÎ nÎn e. hevalÊn zazakÎ dizanin dikarin li wir ji bo zazakÎ bixebitin.



25.08.2014 15:56 | xendekî

19. projeyekî bêhempa ye. zimanê kurdî encax bi projeyên wisa dikare were xelas kirin.



27.08.2014 00:37 | brusk56

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» projeya malpera fîlmên kurdî
» nûbûn

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi tirsik ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî