1. Kesik ji me çawê xwe şiklê dinyayê ne dîtiye. Tenê me televîzyona û dibistana bihîst. |
|
2020.03.29-02:16 |
dilreş
![]() |
2. dinya pehna, şorba nîskê rehna, meqla hêgi miştî dehna, avek bêne min tehna, parmufa te xweşa eva çi behna. |
|
2020.03.29-02:36 |
hespêsor
![]() |
3. Ên ku dibêjin dinya pehn e , |
|
2020.03.29-11:11 |
shwinsherm
![]() |
4. Wekî tepsîyek e Û li ser qiloçê ga ye. Gava ku ga serê xwe biheje erdhêj diqewimin * |
|
2020.03.29-14:36 |
kajav
![]() |
5. emrîka çûye neçûye nizam lê ku cihan pehn bûya û glover nebûya , teqez ûris û çînî niha derketibûn û digotin.Xeynê emrîka ,ûris û çîn gelek welatên din jî çûne fezayê.Îsal jî (bnr: elon musk) wê biçe mars 'ê. |
|
2020.03.29-16:07 |
brzn
![]() |
6. Ez video yê utopîk temaşe nakim, ez momastayê coxrafyayê me. Tiştê ku ez dizanim herkes nizane.ez ji karim bêjim dinya gilover e. |
|
2020.03.29-17:11 ~17:12]|
dilreş
![]() |
7. mamoste dilreş tu li devê xwe diibejî kesî wêneyek dinya yê negirtîye û dinya ne glover e, dinya pehn e. lê tu çawa zani diinya pehne. te wêneyên dinyayên pehn dîtibin xerekê parvebike em jî bibînin û tevli fikrên te bin.wekîdin ez jî dibêm dinya çargoşe ye * |
|
2020.03.29-17:38 |
golikvan
![]() |
8. lêborîn dixwazim , lê wêneyên ku ji aliyê welatan ve hatiye kişandin. |
|
2020.03.29-17:46 |
brzn
![]() |
9. (bnr: her tişt vir e dinya fanî) |
|
2020.03.29-17:57 |
xabûrî
![]() |
10. Min digot trol e lê mamoste derket. heyfa wan xwendekaran ku dê bimînin di bin bandora te de. ![]() Wêneyekê din a ji aliye japonan ji hêyvê hatiye girtin: wêneyê nîşande Weneyekê dinyayê ya ku ji aliyê cnsa ya çîniyan ve hatiye girtin: wêneyê nîşande wêneya dinyayê ya ji aliyê csa kanadayê hatiye girtin: wêneyê nîşande Ev jî ji aliyê esa ya ewropayê hatiye girtin: wêneyê nîşande û ev jî aeb brezîlyayê girtiye: wêneyê nîşande ya dawî ev jî ji aliyê satelayta misrîyan hatiye girtin: wêneyê nîşande ha tu qayil nebûyî hêj* ha li vir jî ceribandina zarokên dibistana seretayî heye ku kamerayek bi balonekê ve girêdane û şandine stratosferê (mamosteyê cografyayê dizane li kû ye). pêşniyazê min jê re dikare bi telebeyên xwe re projekê çê bike û balonê bişine esimanê û paşî li vir encama projeya xwe binivîse. tiştek hêsan û erzan e jî. vîdyoyê veke |
|
2020.03.29-19:38 ~19:37]|
xelîl
![]() |
11. Birêz Xelîl tu li ku zane, ew ne montaj e? |
|
2020.03.29-20:03 |
dilreş
![]() |
12. wêneyê nîşande Heke hûn lêkolînek bikin. hûn ê fam bikin ka ez çi dibêjim. |
|
2020.03.29-20:07 |
dilreş
![]() |
13. (bnr: çi dinyakek pûç u vala ax eman) |
|
2020.03.29-21:13 |
heci adar
![]() |
14. Rastiya ku brêz dilreş jî weke min pê zanê ye. ²- vîdyoyê veke Pêşî bila tirşikvanên ezîz pêşî bersiva van pirsan bidin peyre werin bela xwe li dilreş bidin! Heval dilreş, tu xwe aciz neke. spoilerê veke tabî ez henekan dikim. Dinya nepehn e. Ev teoriyên bê esl û esas ne lazim in. |
|
2020.03.30-03:15 ~2020.04.03 18:05]|
gumgumok
![]() |
15. Bêhenek jî yên ku ji vê yekê bawer dikin bi garanekî ne. Ji bo min ne xem e bişeref bila pehn bê zirav û dirêj be ne xem e! |
|
2020.03.30-10:16 |
xwelî li ser
![]() |
16. gelo dinya pehn be çima balafirên america ji çepê welatê xwe digihêjin çînê ? |
|
2020.03.30-16:30 |
shwinsherm
![]() |
17. Teoriya ku vî xalî kî îspat kiriye * . spoilerê veke Ez hê jî zanim ku hejmara 97912 rast e |
|
2020.03.30-17:21 |
gumgumok
![]() |
18. Ev mijar wek şutka şeytên dirêj bû. Hêjgu xelkê biyanî kurdî nizanin ku bibînin kesên ji her tiştî bawer dikin hene nêv me de. Nav hemî miletan de kesên nezan zehf in, lê ji ber ku kesên kurdînûs xwe bi xwe perwerde bûne, hema bêje tevahiya wan hay ji serdema me û rastîyên dinyayê heye lewra ez li hêvî me van zanînên bingehîn ên seretayî bizanin. Helbet divê ji zanînên jiberkerî şik bikin û tiştên ji dervey dibistanê jî bixwênin lê ne bi vî awayî biçin guh bidin tiştên beredayî. Ew mîkrofona zer heye, pirs ji tirkan dikir ku gelo mars dûrtire an hindîstan, hemyan digot helbet hindîstan. Em ji dilreş û gumgumok bipirsin dê bêjin mars jî derewek nasa ye :D |
|
2020.03.30-18:02 |
hespêsor
![]() |
19. Peyama hevalê hevînevî min xwend.Pir kenê min anî, mars û Hindistan ci eleqeye :D https://www.google.com/search?q=Düz+dünya&client=ms-android-huawei&prmd=ivn&sxsrf=ALeKk03P7SHpVSLEw3wegBSwH38JlFArzQ:1585588551775&source=lnms&tbm=isch&sa=X&ved=2ahUKEwjls43T2cLoAhWoVBUIHbAUA9IQ_AUoAXoECBEQAQ#imgrc=o1Vvfqm5a4sPGM |
|
2020.03.30-20:18 |
dilreş
![]() |
![]() |
kurdiya trt kurdî [2] |
![]() |
kurdiya trt kurdî [2] |
![]() |
tiştên ku tirkan li mirovahiyê zêde kirine [9] |
![]() |
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3] |
![]() |
lîsteyên muzîka kurdî [4] |