Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
dinya pehn e - tirşik
dinya pehn e
(15) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Kesik ji me çawê xwe şiklê dinyayê ne dîtiye. Tenê me televîzyona û dibistana bihîst.
Amerîka tu carî ne çûne fezayê û ne çûyene hîvê.Her wuha ji mîrov hêdî hêdî hişiyar dibin û heqîqetê dibînin.
Bêgûman dunya pehn e. Dora dinyayê jî antarkiya heye. Du antertika kesik nizane çi heye. Kî zane belkî kitayê nû hene û me wendişêrin.



29.03.2020 02:16 | dilreş

2. dinya pehna, şorba nîskê rehna, meqla hêgi miştî dehna, avek bêne min tehna, parmufa te xweşa eva çi behna.



29.03.2020 02:36 | hespêsor

3. Ên ku dibêjin dinya pehn e ,
bêguman ew ê jî ser pehn be .



29.03.2020 11:11 | shwinsherm

4. Wekî tepsîyek e Û li ser qiloçê ga ye. Gava ku ga serê xwe biheje erdhêj diqewimin *



29.03.2020 14:36 | kajav

5. emrîka çûye neçûye nizam lê ku cihan pehn bûya û glover nebûya , teqez ûris û çînî niha derketibûn û digotin.Xeynê emrîka ,ûris û çîn gelek welatên din jî çûne fezayê.Îsal jî (bnr: elon musk) wê biçe mars 'ê.
Bêguman xalo jî wisa digo û heta ku ceriband û serqûnkî çû gorrê , rihma xwedê lê bibe.
https://www.washingtonpost.com/science/2020/02/23/mad-mike-hughes-dead/

wisa dixûyê ku Dilreş jî pirr vîdyoyên ûtopîk temaşe dike : (



29.03.2020 16:07 | brzn

6. Ez video yê utopîk temaşe nakim, ez momastayê coxrafyayê me. Tiştê ku ez dizanim herkes nizane.ez ji karim bêjim dinya gilover e.
Ez jî were dibêjim. Wêneyên Dinyayê çima tinne ye? wêne yek ê dinyayê bikşînin wê çaxê em bawer bikin.
Madem Rûsya û Çîn çûye fezayê çima wêne yek dinyayê nekişandin?



29.03.2020 17:11 ~17:12 | dilreş

7. mamoste dilreş tu li devê xwe diibejî kesî wêneyek dinya yê negirtîye û dinya ne glover e, dinya pehn e. lê tu çawa zani diinya pehne. te wêneyên dinyayên pehn dîtibin xerekê parvebike em jî bibînin û tevli fikrên te bin.wekîdin ez jî dibêm dinya çargoşe ye *



29.03.2020 17:38 | golikvan

8. lêborîn dixwazim , lê wêneyên ku ji aliyê welatan ve hatiye kişandin.
Wêne ji NASA'ya emrîkayê https://www.nasa.gov/topics/earth/images/index.html
Wêne ji JAXA'ya japonan http://jda.jaxa.jp/category_p.php?lang=e&page=&category1=352&category2=353&category3=&page_pics=50
Wêne ji îsro'ya hîndîyan https://www.isro.gov.in/gslv-mk-iii-m1-chandrayaan-2-mission/first-set-of-beautiful-images-of-earth-captured-chandrayaan-2
ji bo temaşekirina zindî
http://www.ustream.tv/channel/iss-hdev-payload



29.03.2020 17:46 | brzn

9. (bnr: her tişt vir e dinya fanî)



29.03.2020 17:57 | xabûrî

10. Min digot trol e lê mamoste derket. heyfa wan xwendekaran ku dê bimînin di bin bandora te de.

iss (îstasyona fezayê ya navneteweyî) bi awayek zindî ji jor ve weşanê dike. li vir dikarin temaşe bikin: Here lînkê

Wêneya dinyayê ya ji 30.000 kîlometreyan ji aliye jaxa ya japonan ve di sala 2004an de hatiye girtin: Here lînkê
Wêneyekê din a ji aliye japonan ji hêyvê hatiye girtin: Here lînkê

Weneyekê dinyayê ya ku ji aliyê cnsa ya çîniyan ve hatiye girtin: Here lînkê,

wêneya dinyayê ya ji aliyê csa kanadayê hatiye girtin: Here lînkê

Ev jî ji aliyê esa ya ewropayê hatiye girtin: Here lînkê

û ev jî aeb brezîlyayê girtiye: Here lînkê

ya dawî ev jî ji aliyê satelayta misrîyan hatiye girtin: Here lînkê

ha tu qayil nebûyî hêj* ha li vir jî ceribandina zarokên dibistana seretayî heye ku kamerayek bi balonekê ve girêdane û şandine stratosferê (mamosteyê cografyayê dizane li kû ye). pêşniyazê min jê re dikare bi telebeyên xwe re projekê çê bike û balonê bişine esimanê û paşî li vir encama projeya xwe binivîse. tiştek hêsan û erzan e jî.




29.03.2020 19:38 ~19:37 | xelîl

11. Birêz Xelîl tu li ku zane, ew ne montaj e?



29.03.2020 20:03 | dilreş

12. Here lînkê
Heke hûn lêkolînek bikin. hûn ê fam bikin ka ez çi dibêjim.



29.03.2020 20:07 | dilreş

13. (bnr: çi dinyakek pûç u vala ax eman)



29.03.2020 21:13 | heci adar

14. Rastiya ku brêz dilreş jî weke min pê zanê ye.
Ez jî dibêjim dinya pehn e. Weke milyonan.
Bêka çi niyeta dewletên dinyayê hene ez nizanim lê, naxwazin ku mirov hişyar bibin.
Di sala 2017an de di Carolina Bakur de, konferansa navnetewî ya dinyaya pehn bû. Di wir de brêz mark sargent û gelek mirovên dî dîse û dîse îspat kirin ku dinya pehn e. dinyaya grover vireke mezin e.

Hûn jî xwe ne xapênin. Çaven xwe vekin. Bi kamerayê ku xwedî mercekên convex dinha helbet grover xuya dike.

Ez dûvdirêj nekim. Pêşî van herdû vîdeoyan temaşe bikin û peyre werin
1-


²-



Pêşî bila tirşikvanên ezîz pêşî bersiva van pirsan bidin peyre werin bela xwe li dilreş bidin!
Heval dilreş, tu xwe aciz neke.


tabî ez henekan dikim. Dinya nepehn e. Ev teoriyên bê esl û esas ne lazim in.



30.03.2020 03:15 ~2020.04.03 18:05 | gumgumok

15. Bêhenek jî yên ku ji vê yekê bawer dikin bi garanekî ne. Ji bo min ne xem e bişeref bila pehn bê zirav û dirêj be ne xem e!
(bnr: dinya xayîn e)



30.03.2020 10:16 | xwelî li ser

16. gelo dinya pehn be çima balafirên america ji çepê welatê xwe digihêjin çînê ?
heke bi ya te bi ew ê derkevin fezayê anjî wê ji binê dinya pehn re biçin .

heke ji binê dinya pehn re çûbûna ew balafir , ew ê neketana social media ?
qey ew ê çend dilxwaz bigirta video û photo .
xeyalek utopîk e , erê xweş e tu dipojinî bes gyanim hin tişt henin ku li bende me mirova ye li bende dinyayê ye ku bête derxistin .



30.03.2020 16:30 | shwinsherm

17. Teoriya ku vî xalî kî îspat kiriye *







.


Ez hê jî zanim ku hejmara 97912 rast e



30.03.2020 17:21 | gumgumok

18. Ev mijar wek şutka şeytên dirêj bû. Hêjgu xelkê biyanî kurdî nizanin ku bibînin kesên ji her tiştî bawer dikin hene nêv me de. Nav hemî miletan de kesên nezan zehf in, lê ji ber ku kesên kurdînûs xwe bi xwe perwerde bûne, hema bêje tevahiya wan hay ji serdema me û rastîyên dinyayê heye lewra ez li hêvî me van zanînên bingehîn ên seretayî bizanin. Helbet divê ji zanînên jiberkerî şik bikin û tiştên ji dervey dibistanê jî bixwênin lê ne bi vî awayî biçin guh bidin tiştên beredayî. Ew mîkrofona zer heye, pirs ji tirkan dikir ku gelo mars dûrtire an hindîstan, hemyan digot helbet hindîstan. Em ji dilreş û gumgumok bipirsin dê bêjin mars jî derewek nasa ye :D

Min serî de guh neda dilreş, niha jî qîmet nadim gotinên wî lê dibînim gelek ber wê teşbîha min ketye. Ya rastî min ne ji bo heqaret tenê bo şibandinê got. Ji ber ku em ji dewaran hêvî nakin xweyî zanînek hêja bin, lê ji mirovan bendewar in. Wa niye? Gotinek klîşe ye lê ez pitir ketim xema dewaran min jî wek ezop di hevokek ser nezanî de wan reziland. hij dewaran dikim, di sekna keran de kerametek dibînim, dewarên me hebûn, hêstirên îranî ewên gir û bihêz.

Ji ber ku naxwazim zêdetir wextê xwe, bi hewldana peyitandina mijarek jixwe hatî peyitandin, bimezêxim ezê çend bersiv bidim wan paranoyakên dişibin endamên akpê. çi eleqe? nizanim ew hatin bîra min.

mijara giloverîya dinê pêşya zayîna îsa li yewnana entîke bûye mijara nîqaşê û pîsagor û arîstoteles ser vê meselê çend tişt gotine, hypatia jî ji ber ku giloverî û gera cîhanê li dora rojê îdîa kirye li aleksandria misrê ji alî oldaran ve hatibû kuştin. galileo galilei jî giloveriya gerstêrka şîn li gor tevgerên stêrk û gerstêrkan îspat dike û tûşî xezeba engizisyonê tê. macellan jî carek li dora dinê digere û de-facto îspat dike. heger dilreş îmkan hebe bila piştî dinya ji korona paqij bû biçe çînê, ji çînê jî ser oqyanûsa mezin re here california, ji wir teyare dîrekt tên stembol, bila ji stembol jî xwe bavêje otobusekê vegere gova xwe. an na pir meraq dike bila biçe antartîka li dawîya dinê selfîyek bikêşe û pehnbûna dinê îspat bike *

di heman merîdyenên li ser paralelên cuda de heyîna ferqa seetên rojê, şeveq û hingorî yek ji îspatên şeklê geoîd ê cîhanê ye. heger dinya ripûrast ba dê roj heman demê de li mêrdîn û pekîn deriketiban. cudahiya kêşehêzê li oslo û nijerya ne wek heve, ev jî ji ber geoîdbûna dinê ye.



30.03.2020 18:02 | hespêsor

19. Peyama hevalê hevînevî min xwend.Pir kenê min anî, mars û Hindistan ci eleqeye :D
Ez nabêjim mars derevê nasa ye. Ew mijarek cuda ye.
Em bêjin rûrast an jî pehn. Heger tu Xeritê dinyayê bi dita, Dora dinya'yê buz (qeşa) heye. Kesik neçûye dawîya antarkiya'yê. Û a duduyan jî antarkiya ne talîya dinya'yê ye.

Dinya bi şiklê xwe pehn e wêk wê winêyê ye.
Here lînkê
https://www.google.com/search?q=Düz+dünya&client=ms-android-huawei&prmd=ivn&sxsrf=ALeKk03P7SHpVSLEw3wegBSwH38JlFArzQ:1585588551775&source=lnms&tbm=isch&sa=X&ved=2ahUKEwjls43T2cLoAhWoVBUIHbAUA9IQ_AUoAXoECBEQAQ#imgrc=o1Vvfqm5a4sPGM



30.03.2020 20:18 | dilreş

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» dinya neditiya savar çê kirin gotin îro eyda me ye
» pehnav

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî