Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 27 peyam
mirina jaro - tirşik
mirina jaro
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Mirina Jaro, xêzeromana yekemîn a bi kurdî ye. Xêz Lewent Ozkan pêk anî, desta Mamê Elî nivîsand. Mirina Jaro di weşanên Berçem de derket.



29.03.2020 22:21 | helik orimiyo

2. Mirina Jaro ji alîyê Mamê Elî (Alî Husên Kerîm) ve hatîye nivîsandin. Xêzkarê wê jî Lewend Ozkan e. Ev berhem pêşîyê wek beş di tu rojname yan jî kovaran da nehatîye weşandin.A. Husên Kerîm xêzeromanên wek; bazos (2006), keçelok (2006, îlustrasyon û xêzkêşî), Mirina Jaro (2007), 5 Tebaxê (2010), zembilfiroş (2019, xêzeroman) nivîsîye.

Mirina Jaro ji 156 rûpelan pêk tê. Berhem weke destanan hatîye nivîsandin ji ber vê
her hevokeke di berhemê da bi 11 kîteyan pêk tê. Mijara berhemê bi giştî bûyerên
mîtolojîk ên Rojhilata navîn –ji destana gilgamêş heta tofana nuh- di nav xwe de
dihewîne.
Here lînkê

Here lînkê



16.06.2020 00:12 | xwelî li ser

3. bi rastî vê sibehê min xwest bi navê mirina jaro sernivisekê vekim çend gotina binîvisînim lê belê hevala berî min vekirine. lê mixabin min nerî tiştin hene gerek bên zelal kirin. weke navê nivîskarên mirina jaro. min li google nerî li gelek cîhan nav şaş hatiye nivisandin.


Ya ratst ; nivîskarê mirina jaro mamê eli bi navê din erdal alper e.. nivîskar erdal alper di 1977an ji nisêbine jidayîk bûye. niha jî li mêrdîn mamostetiyê dike.

mirina jaro 2007an ji weşanxana berçemê derket. xêz ji aliyê lewent ozkan, pêşgotin ji aliyê helbestvan firat penaber bi navên din müslüm aslan hatiye nivisandin.

hinek berhemên din ji yê nivîskar;
- mewlûda melayê betê (2005) ji weşanxana berçem
- ferheng somerî- kurdî & kurdî -somerî (2011) weşanxana j&j

ji van salên ku mirina jaro derketiye rojnameyekê bi nivîskar re hevpeyvin kiriye li jêre.
Yên bixwaze kare bixwîne.

Here lînkê



18.03.2024 12:10 ~12:45 | derdxane

dengdanên dawîn (yên din..)
sallana sallana nietzsche ser avê [1]
Yekê din jî wiha nivîsiye:
(bnr: kurê min nietzsche ji derve sa...
sallana sallana nietzsche ser avê [3]
Li ser che guevera jî straneke heye:
(bnr: gulê ne-che)...
sallana sallana nietzsche ser avê [3]
Navê straneke, ji bo nietzsche yê hatiye nivîsandin nîvî tirkî...
[1]
bi zimanê korevî tê me'naya district.
minak; yongsan-gu, dondae...
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Qewî gur li kû miriye......
belki ev jî bala te bikişînin
» mirina rindiyan
» jaroslav hasek

Kategoriyên mijarê:: kovar kovar kovar kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî