Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
tirkî gorî kurdiyê zimanekî pir kêm e - tirşik
tirkî gorî kurdiyê zimanekî pir kêm e

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirkî gorî kurdî zimanekî pir kêm e
(10) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. Dema em tirkî wergerînin kurdî, tu pirsgirêk dernakev e. Lê dema em kurdî wergerînin tirkî, gellek caran werger xweş dernakev e.

Ne ji bo kurdî tennê, wergera îngilîzî - tirkî jî pirgirêk derdikeve.
Carna mirov tirkî wedigerine ingilizî, carna îngilîzî gorî tirkî kêm dimîn e. Carna jî tirkî gorî îngilîzî kêm dimîne.

Her wiha jî kêmasî yên peyva tirkî zahf xuya dike.Gelek peyvê erebî û farisî heye.

Tirk'ê ku ingilîzî hîn bû ye. Fahm kirine ku gorî îngilîzî pir kêmasî heye. Kêmasî peyv e.
Minak bidim:
Tirkî.....................................îngilîzî
Güzel:Beatiful, lovely, good-looking, wonderful, pretty vs
Hun dibînin ku ji bo beyva güzel dehan peyvê îngilîz hene
Ya ji bo kurdî :xweşik, delal, sipahî, bedew, ciwan, qeşeng, keşxe, hisni, rindik, rind, şewab, xweşkok...



01.04.2020 01:52 | dilreş

2. îdîayeke tiroviro ye, vîkîvala ye.
ne kurdî li ber tirkî zimanekî kêm e ne jî tirkî li ber kurdî zimanekî kêm e.
xwedan vê angaştê tê bêjî qey pispor e, hezar ziman dizane, sed pirtûk wergerandine, etîmolojiya her du zimanan xitim kirine û hatiye li vir bi 'zanebûna' xwe îlîm û irfan belav dike.

hindekî baqil bin, bi piçûkxistina zimanê tirkî, dilopekê jî hûn qîmeta kurdî zêde nakin.
min li vir jî hezar car gotiye di dinyê de ti ziman ji zimanekî dî zengîntir û hêjatir nîn e. çimkî her ziman li gorî miletê ku wî zimanî kar tîne têra hêja û bes e.
mesela ji kerama xwe re kitêbeke li fîzîkê ji tirkî wergerîne kurdî. emê bibînin tu yê çend hezar peyvên fransizî, îngîlîzî û elemanî bi kar bînin.

halê hazir rewşa tirkî sed car ji kurdî baştir e. çimkî zimanekî azad e û ev sed sal in li ser zimanê tirkî dewleta tirkan xebatê dike, lê kurdî qedexe bûye. ji ber ku şertên wan ne wek hev in meriv nikare daneberhevdanekê bike di navbera wan de.

ji kerema xwe masturbasyona xwe li dereke dî bikin.



01.04.2020 09:09 | ferhenga şikestî

3. Birêz ferhenga şikestî dîsa min şaş fahm kir *)



01.04.2020 11:07 ~11:07 | dilreş

4. Weya ne îdeaî'yê min e. Tirk devê xwe dibêjin Tirkî anha kêm e.
Heger tu bixwazî sê çar enteri bixwîn.
Here lînkê
Here lînkê
Here lînkê



01.04.2020 11:15 ~11:22 | dilreş

5. Li gorî min jî îdîayek ne di cih de ye. Wexta tu vê gotinê ji Tirkan ra bêjî dê ji te ra bêjin hîna zimanê we nayê nasîn, ji %80-90 hûn nizanin pê binivîsin, Colemêrgî û Batmanî hevdû fêhm nakin, li başûr û rojhilat tîpên erebî û li bakur û rojava tîpên latînî tê bikaranîn, tu radibî zimanê xwe dirêjî zimanê me dikî...



01.04.2020 11:46 | xabûrî

6. Binêrin batmanî û Colemêrgî çava hevdu fahm dikin








01.04.2020 12:27 ~21:30 | dilreş

7. Ez dixwazim tiştekî din ji were bêjim. Romanek an jî meqale bi tirkî bixwînim. Dikim nakim jê fahm nakim. Belkî deh cara bixwînîm jî eynê ye.Fahm nakim yaw. Lê îngilîzî dixwînim hertişt ber çava ye, xweşkayî dixwînim û fahm dikim. Ji bo kurdî jî karim eynî tiştî bêjim



01.04.2020 17:21 | dilreş

8. Gotineke di cih de ye. Kêm hatiye gotin, zêde nehatiye gotin. kurdî li gor sed sale qedexe ye û sedan sale jî nebûye zimanê perwerdê jî dîsa tirkî li ber kurdî lawaz û belengaz dimîne. Li gor wîkîpedîa yê kurdî ji 721.559 peyva pêk tê, lê tirkî ji 334.473 peyva pêk tê. Yanê ev jî tê wateya kurdî 2 qata bêhtir ji tirkî mezintir, dewlementir e. Hin kes li hemberî vê gotinê derketine û xwudiyê vê gotinê bi cihêltiyê tewanbar kirin e.gotine gelo xwudiyê vê gotinê çend zimana dizane? ango çend pirtûk wergerandiye? Lê divê van pirsa ji xwe re jî bikin bê ka hûn çend zimana dizanin ku ewqas bi tund li hember vê gotinê derdikevin.
Zimanekî di rêjeya 20 an(tirkî) de helbet dê li ber zimanê 9.(kurdî) De lawaz û qels bimîne. heke kurdî ne qedexekirî bûna û zimanê perwerdê bûna bê ka ewê rewşa wê çawabûna? Kesên kurdiya wan qels ango hêza bikar anîna zimên kêm divê sucê di xwe de bibînin, ne di kurdî de. Ji bo xwuya kirina rastgoyî pêdivî tune ku mirov zimanê xwe biçûk bixe, an jî ji nirxê wê kêmtir nirx bidê.



01.04.2020 21:03 | tîrêj zana 21

9. Ger em vê serdemê de binirxînin, helbet tirkî hezar gav li pêş kurdî ye. Heta îro min digot kurdî sed sal e ber qedexeyê de ye dîsa jî neqedîyaye ev mezinbûna zimanê kurdî ye. Lê piştre min dît ev sedema bêperwerdebûnîya tirkî û nebelavbûna teknolojîyê bûye. Piştî zêdebûna hejmarên dibistan, belavbûna tv û înternet kurdî nav 20 salan de qedîya. Em xwe nexapînin Kurdî vê rewşê de tenê ber bi mirinê diçe. Peyvên me zêde jî bibin nefeyde ye.



01.04.2020 21:25 | kajav

10. zengîn bûna zimana ne li gor peyva ye .
zimanê tirka jî zengîn û xweş e .
belê ne wek spanyolî û deustch e bes ew jî dewlemend e .
her ziman li gor şêla xwe ye .
divê mirov rêzdar be .
em ne faschistê tirkin ew her çiqas qeşmer tîya bikin jî em ne wek wanin .
em ne nijadperestin .
û ka dewlemend bûna kurdî li ku ma ?
êdî kech û xort kêmtrîn bi kurmancî diaxivin .
mîna latînî dewlemend e bes axiver ê wê tinne gyan .



01.04.2020 21:34 | shwinsherm

11. mijarek hêjayî nîqaşê ye. lê yên ku bikarin li ser van mijarane analîzên biqîmet bikin zimanzanên wek noam chomsky ne. helbet em jî dikarin bi zanînên xwey hejar biaxivin. tirşikvanek gotye ne tirkî kêmî kurdî, ne kurdî kêmî tirkî ye * bi vî mantiqî em di nav beramberîyek bêdawî de ne. Helbet her zimanek ji yê dî cudatir e, û li gor hin taybetmendîyan ji yeke dî çêtire, fonksîyon zêdetir e, melodîktir e, poetîktir e, şîrîntir e, hişktir e, nermtir e, dewlemendtir e, feqîrtir e; bo wêjeyê, felsefê, zanistê guncawtir e... yanî li gor mijar û taybetmendîyan em dikarin bêjin kîjan xweştir e.

dilreş destnîşanî xalek muhîm kirye: werger. rastî jî di wergerînê de kurdî û tirkî qet li hev nayên, kurdî dema li tirkî tê wergerandin tu tama nivîs an helbestê namîne. ingilîzîya min ne "advanced" e lê qasî dizanim û min li gor zanîna xwe helbest ji ingilîzî wergerandî ye kurdî, min dît wergerek xweş û watedar derket. herwiha wergerên kawa nemir xweş in. lê wergerên cemal sureya jî xweş in. * ji ber ku tirkî "zimanek çêkirî" ye û tirkî ne ji malbata zimanê me ye kurdî û tirkî li hev nayên. Dibe ku sebebên din jî hebin, an jî ev kêmasîyek tirkî be.

ferhenga şikestî ji hêlekê ve ferman daye ku kes nikare bêje tu ji ziman ji yeke dî çêtire an kêmtire, ji hêla dî ve destnîşan dike halîhazir tirkî sed caran baştir e ji kurdî. kajav jî şarbûye sifirek lê zêde kirye :d paşê ji dilreşê devliken re dibêjin masturbasyon neke. qet nebe dilreş "masturbasyona bi evîn" dike. bertekên wiha hişk çiye ji kesên xwidan îdîayek nîqaşbar?

Herin helbestek elî herîrî bixwênin ku sedsala 12emîn de bi kurdîyek pak nivîsye û ger hebe helbestek tirkî a wê serdemê bi tirkî ya xwerrû bixwînin paşê bidin ber hev. Hûnê bibînin tirkî çi zimanek hişk û sar, çolistanî, xas û tisî ye. tirkîya êlên tirk ticar nagihe toza kurdî. Ango di şertên wekhev de, yanî em bêjin berîya sedsalan de kurdî çêtir, dewlemendtir û kêrhatîtir bû ji tirkî. di warê fonetîka ziman de û guncawbûna ji bo muzîkê kurdî îro jî ji tirkî çêtir e. tirkî ji ber ku zimanek çêkirî ye û reyên wê hatiye qut kirin ne zimanek xurt e. Heger ne hatiban qut kirin jixwe nedibû tirkî. Ez nûjenkirin û jinûve çêkirina tirkî ji bo tirkan erênî dibînim. Zanayên tirk diçin nivîsên xwe yên akademîk, zanistî bi ingilîzî, almanî, fransî dinivîsin. têkilîya ziman û felsefê pir xurt e, heger heta îro fîlozofek ji nav tirkan derneketibe yek ji sedemên herî girîng bingeh û avahîya ziman e. tirkî ne zimanê felsefê ye. rastî dema wergerên felsefê dixwînim carcaran zehmetî dikêşim. berî ku kesek mohra fehmkorî deyne ser min divê bêjim komek me ya xwendina felsefê hebû, hevalên tirk jî ku wan fransî, ingilîzî dizanîn wergeran tisî û kêm didîtin û li gelek cihan şaşîyên mantiqî û xeletîyên wergerê nîşan dikirin.

Helbet kêmasîyên tirkî qîmetê kurdî zêde nake. Gelek kêmasîyên kurdî jî hene. daçek û pêvek zehfin, ev jî tesîra wêjeyî hindik dike. bêyî bikaranîna daçekan bi hevvekirina hevokan zehmet e, carna ne pêkan e, paragrafên dirêj û komleks kotekî tên sazkirin. Kurdî ji bo xebatên akademîk û zanistî têra xwe ne guncaw e, jixwe ferhengek a felsefê nîne. gelek têgihên nûjen hene divê bên kurdîze kirin. Zimanek ferhenga felsefê nebe, di wî zimanî de xebatên felsefîk nehatibe kirin ew ziman kêm e.

hejmara peyvan ne girînge. di serdema me de kesên herî zêde bikarbînin dora 10000 peyv bi aktîf kartînin. a girîng ew e ziman ji bo îfade kirina hest û ramanan kêrhatî be. herdû ziman jî carna behna mirov teng dikin. Bi gelemperî em herdû zimanan muqayese bikin, tirkî du gav li pêş xuya dike lê wek min li jor got di şertên wekhev de kurdî çêtir e.



02.04.2020 00:01 ~00:32 | hespêsor

12. Em dikarin wateyên peyvan jî lê zêde bikin.

Di Tirkî de peyva "karı" ji bo jinê tê bikaranîn û peyva "karı" pejoratîf e.
Wateya peyva karı di kurdî de jin e. wateya vê peyvê jiyan e, jin tê wateya jiyanê.

Loma jî kurdî ji tirkî çêtir e.



13.03.2023 19:39 ~19:39 | horhorik

13. Bi min pîvaneke vê ya zanistî tuneye, her zimanî gorî xwe taybetî yên xwe hene. Di hinek mijaran de ji zimanên din çêtir in, di hinek mijaran de xirab. Yanî ev kêm bûn an jî zêdetir bûna zimanekî ji zimanên din di çi warî de ye? Hejmara axivêran? Gotarên di wî zimanî de hatine nivîsîn? Berhemên edebî yên wî zimanî? Hejmara peyvên wî zimanî? Hejmara biwêjên wî zimanî? Hejmara helbestên wî zimanî? Xwerû bûna wî zimanî? Pîvan çi ye,Ji we re bêjim? Bi min eger mezintirîn 5 kompaniyên cîhanî bi zimanê we kar bikin û li ser dinyayê qasî pênc milyar axiverên zimanê we hebin û di nava doşekên xwe de jî bi zimanê we axivîn, zimanê we zimanê herî dewlemend e. Lê ev nêrîna min a takekesî ye. Yanî gava hûn ji Amedê derketin û çûna nava Londonê û we karî bi nîştecihên li wir re kurdî axivî wê demê Kurdî dibe dewlemendtirîn û baştirîn û çaktirîn zimanê dinyayê. Wekî din em bêyî pîvanan eger bêjin nizanim kurdî ji vî û vî zimanî dewlemendtir e, ev yek dibe nêrîn û ramana takekesî û mirov dikare bi wê tiştê dilê xwe yê biçûk têr û tijî bike û hew.**



13.03.2023 20:02 | bayê xerbî


dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirkî çiqasî tirkî ye?
» gorî
» pirgirêka wê/wî
» kêmasîya jêrenivîsên kurdî

Kategoriyên mijarê:: ziman ziman ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî