Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
bikaranîna tirşikê - tirşik
bikaranîna tirşikê

Navê mijarê ya ewil ev bû:bikar anîna tirşikê
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Tirşik li ser çend armancên bingehîn hatiye ava kirin. Dibe ku armancên tirşikvana jî hebe lê belê armancên tirşikê diyarin. Ji bo parastin û pêşdeçûna tirşikê divê hemû tirşikvan li gor formata tirşikê tevbigerin.
Li gor min ji nivîsên patron simurg56 û tirşikvanên damezrîner fêm kiriye armancên tirşikê ev in. Heke kêmasî an jî xeletî di van armanc û pêşniyariya de hebe dikarin sererast bikin, an jî rastiya wê binivîsin.

- tirşik li ser dirûşmeya " tirşik ansîklopediya kurdî ye" hatiye saz kirin. Belê ji ber ansîklopediye divê mijarên bi her rengî hebe. Lê belê rêzik û qaîdeyên ansîklopediyan jî hene. Wekî ku kifş e bi nivîsên ku tu pênase an jî rave kirin tê de tune be ev armanç pêk nayê.

-yek ji armancên tirşikê jî eve ku kesên kurdîhez werin li ser tirşikê kurdiya xwe bisepênin da ku xwe û zimên pêşbixin.

-hêvî û armancek tirşikê din jî eve ku ji bo kurdî û nifşên pey me bên bibe çavkaniyek. Ji bo vê armancê jî divê nivîs têr û tijî bin, li ser wan hatibin fikirîn, kedek hatibe dayin, li gor qaîdeyên rastnivîsê werin nivîsarê da ku hemû kurd jê fêm bikin. Ji ber vî hawî nabe ku tirşikvan tirşikê weke tora civakî ango whatsap ê bikar bînin.

-tirşik ji bo hemu qadên ku kurdî li paş maye dixwaze bibe dermanek. Minak wergerên fîlman, radyoya kurdî, fêrkerên zaroka, ferhengên kurdî yên cûr bi cûr hwd.

Armancên niha hatin bîra min evin lê belê hîn dikarin werin zêde kirin. Hemû tirşikvan mevbûrin van armancên tirşikê yên bingehîn biparêzin. Parastina vê yekê jî ilim bi tevgera li gor formata tirşikê pêkane.





01.04.2020 23:08 ~2021.05.01 17:55 | tîrêj zana 21

2. ji bo nivîskarên nû tevlî me bûne çend fonksiyonên tirşikê ev in;

-- li tirşikê reşikên bi şaşitî hatine dayîn dikarin werin jêbirin. li milê rastê jor bişkojka vebijêrk heye. li vebijêrkê bitikênin û pêl panelê bikin. rûpela panel vebû pêve li milê çepê reşikên min dayî heye, pêl wir jî we kir? temam îja hemû reşikên we dayî li vir in. de îja we kîjanê bişaşitî ango bi çewtî dabe, bi bişkojka poşman bibe dikarin wê betal bikin.

-- bikar anîna bnr , vbnr ; ev fonksiyon bi 2 awayî dikarin werin bikar anîn. yek jê pêşî pêl bnr , an jî vbnr bikin , paşê îmleca xwe bidin berya kevanekê û binivîsin. wekî din jî hûn dikarin binivîsin û cihê dixwazin bnr, vbnr, stûr, paldayî filan bikin, ser payvê heşîn bikin (yanê heke bi kombersê dinivîsin bi mişkê pêlê bikin û heya cihê dixwazin bivin, heke bi bîhîstokê dinivîsin dîsa tilîya xwe li ser peyvê tikandî bihêlin û heya cihê dixwazin pêve bikêşin.)û pêl bişkojka ku hûn dixwazin bikin. bi her dû awaya jî heman tişt çê dibe.



21.04.2020 17:36 | tîrêj zana 21

3. tirşik divê bibe ansiklopediya kurdan eger em henekekê bikin divê deh agahiyên kêrhatî jî binivîsin. ev der ne rupela wek facebookê ye ku nivîskar bê armanc, bê rave tenê sitranan û helbestan parve dikin.

ji kerema xwe re kî tiştekî bizane bila li vir li gor zanîstî û lêkolînên xwe binivîse. şerê siyasî (partîzanî) û olan jî vê derê nake ansîklopedî.

gotina dawî: nivîskar dema mijarekî dinivîse ji kerema xwe re pêşî ji xwe bipirse ka ev kêrî çi tê û wê çawa bê gotin&nivîsandin paşî mijarê weke û peyam binivîse.

dawiya dawî ji kerema xwe re bixwînin û fêm bikin.
(bnr: formata tirşikê)

hayde tirşikvano ji pênûsê te re qawet be!

edit: ji moderasyonê rica dikim ku ew mijarên ne li gorî formatê bila jê bibin. mirov nikare li bin hemu mijara hişyarî bide.



21.04.2020 17:52 ~17:55 | de facto hozan

4. ji bo çomezên nû, pewiste ku li vîdeoya wê temaşe bikin.




15.06.2020 12:21 | merwano

5. Min nivîs xwand û fêmkir vîdeo ji bo min hewce nake, hindik ma ku ez 10 peyam bişînim û bibim nivîskar.



15.06.2020 12:27 | mele amon ra

7. Mijara ku îro çomezên nû divê bixwenin û li vîdeoya wê baş temaşe bikin.
Û ji xeynî vê yekê divê ev mijar û mijara formata tirşikê di serî de were sabît kirin, ji bo hemû çomez bibînin

Edît: min hal kir
Bnr: Rêveberê ku bi taybetiyên rêveberiyê nizane



01.05.2021 15:35 ~15:50 | merwano

8. Tirşik dilê min dihêle. Navnîck nayê guhartin



01.05.2021 20:50 | azad517

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» bikaranîna nav û paşnavên bedbîn a hunermendên kurd
» tirşikê de îhtimala xwandina peyamên taybet

Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî