Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
li başûrê kurdistan bikaranîna alfabeya latînî - tirşik
li başûrê kurdistan bikaranîna alfabeya latînî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. mijara bi heneka yekê nîsanê ya malpera diyarname dilxwazîya kurdên bakûr nîşan dayî û rê li ber hin nîqaşan vekirî ye. abdullah keskin bi çend twîtan gotye; 10hezar xwendevanên bakûr ji 6 milyon başûrî dixwazin alfabeya xwe biguherînin, derbasî latînî bibin. heçî guh bide evdila keskîn dê bêje başûrî hemî xwendevan in. li gor evdila keskîn kurdên bakûr yên behsa wan bê Kirin, dilxwazîyên wan bên nirxandin 10hezar kes in, lê ji ber ku ev hejmar li ber 6 milyon ne tutişt e, daxwaza bakûrîyan ne bi mantiqe. Heger xwendevanên kurdîzan lê tirkî dixwînin ji xwendevanên kurd neyên hesabkirin nexwe weşanxaneya avesta ku pirtûkên tirkî jî çap dike di vê mijarê de ne nûnerek ewqas cihê qîmê ye. mantiqa evdila keskîn me tîne vir. Lê mijar ne hejmar e, evdila keskîn mijarek netewî, zimanzanî, dîrokî, civakî di nav tixûbên hejmaran de difetisîne. Ger mirov bazirgan be her tiştê wisan li gor hejmaran dinirxîne.

ji bo yekitîya netewî alfabeyek hevpar şert e! Evdila keskîn ji bakûrîyan dipirse: başe hûnê alfabeya erebî bikarbînin? Çima em bikarbînin? Qey me aqlê xwe bi nan û penîr xwarye! Alfabeya latînî alfabeya cîhanê ye. dema çînî, japonî, rûs û ereb karên global dikin alfabeya latînî bikartînin. cara ewil ereb şemo sala 1929'an de alfabeya kurdî ku ji 39 tîpan pêkdihat bi tîpên latînî afirand. Paşê celadet bedirxan alfabeya em îro bikartînîn çêkir. Yekî alfabeya kîrîl bikardianî, yê dî ya erebî. Çima herdû xebatkarên zimanê kurdî pêwîstî dîtin alfabeya kurdî bi tîpên latîn çêbikin? Ji ber ku em netewek hindewropî ne, latînî pitir li gor kurdî ye.

dema wergerên ji soranî bo kurmancî dixwênim dibînim soranî çawan tesîr li wergerê kirye. Li başûr tenê soran jî nînin. ji sê paran parek behdînî ne, yanî kurmanc in. Kurmancek xwenda bi rihetî dikare pirtûkên behdînîyan fehm bike lê ji ber ku alfabe erebî ye îro li bakûr pirtûkên ji başûr bêyî werger nehatine xwendin. ji bo têkelbûn û nêzîkbûna zaravayan danûstandinên xurt pêwîst e. Ev jî bi wergeran, xebat û sazîyên hevpar pêkan e. Bê alfabeya hevpar ji xeynî wergêran kes soranî naxwîne. wek evdila keskîn jî diyar kirî gelê başûr piranîya wan alfabeya latînî dizanin. Ê problem çiye, çima Evdila keskîn bi tundî li dijî bikaranîna alfabeya latînî derdikeve?

alfabe ji bo yekitîyê, netewebûnê, serxwebûnê alfa-be ye!



02.04.2020 15:22 ~16:00 | hespêsor

2. Xeynê abdullah keskin , gelek nivîskar kesên bi nav û deng jî wek abdullah keskîn difikirin û tweetên wisa nivisîn.Ez çiqas jî van rexneyan mafdar bibînim jî , ji bo yekitî û baştir têkilî navbeyna kurdan de çêbibe , min dixwest ku başûr derbasê tîpên latînî bibe.
Li gor lêkolînan sedî 90 'ê înternetê naverokên îngilizîya bi latinî pêk tê.Ji bo pêşketina kurdî divê bi her awayî ji ziman û çavkaniyên din re vekirîbe.Ya duyem em ne çar parçe ne bi rastî em parçe parçeyine , li emrîka , almanya ,fransa ,japonya ... her derê kurd hene lê yekitiyek tune. Pêdivîya me li ser medya civakî û înternetê, yekitiyê heye.Ev yek jî bi zimanê kurdî bi tîpên latîniya hêsantir pêk tê.



02.04.2020 18:32 | brzn

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» başûrê kurdistanê
» kurdistan airlines
» bikaranîna lêgerîn di şûna telefonkirinê de
» alfabeya kurdî ya bi tîpên erebî

Kategoriyên mijarê:: ziman ziman ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî