1. ji bo ambargoya li ser grûp yorum ketibû grêva mirinê , |
|
03.04.2020 15:48 |
shwinsherm
|
2. endamek a grup yorum ê.. li destpêka greva birçîbûnê de min ew naskir û rû bi rû dît. |
|
03.04.2020 17:12 |
golikvan
|
3. îro şîya rehma homayî. Ez zaf xemgîn bîya. |
|
03.04.2020 17:19 |
kajav
|
4. Ji ber mirina wê li ber ketim lê ji wê bêtir hêrs bûm. Ji berê ve ye ruhê min ji bîrdoziyên pûç û genî bûyî diçe. Mirovên ku çalakiyên mirinê, birçîbûnê pesin didin; yên, wan wekî tevgereke pîroz nîşan didin li ber dilê min tev ehmaq in, rezîl in. Dinya diguhere, sal û zeman diherike lê ev ehmaq naguherin. Bi qûna fikr û ramanên bê kêr yên ji Sovyetan ve mayî girtine û xwe pê xwedî dikin. Bi Madekê tirş, sloganên virt û vala û govendeke rijî ve dewa şoreşê, guherînê dikin. Û ji bo vê xwe didin kuştin, xwe dikin qehreman, dilê xelkê bi xwe dişewitînin, xort û ciwanan dikin heyranê xwe, heyranê mirinê. |
|
04.04.2020 00:11 |
xeyda
|
5. îdeolojî hertim jehr e , marksîsm û lenînism ti tişt nade zindîya heke bibûna ew ê ji xwer bibûna. |
|
04.04.2020 01:50 ~01:51 |
shwinsherm
|
6. Sed hezar caran heyf ku xwe bi vî awayî didin kuştin û tu tiştek çênabe. Dikaribû bi zindîbûna xwe bigihîşta zêdetir kesan û fikrên wan biguherta. Ji xwe yên ku ji wê/wan heznakin bi mirina wan kêfxweş dibin. |
|
04.04.2020 14:42 |
xabûrî
|
7. Stranbêja grup yorum a ko 3 ê Avrelê di sala 2020 de, roja 288 mîn a grêva birçîbûnê de gihaye ber dilovanîya Xwedê. Berî aniha 2 rojan ketibû xewna min û gava ew xewn tê bîra min terzînok dikeve laşê min. Min jî wek e erkek vê mijarê vejand. Xwedê wê bi rehma xwe şa bike û cîhê wê bihûşta rengîn be. |
|
16.03.2021 01:24 |
pîroz
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2] |
|
şêx seîd [2] |