Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 25 peyam
nivîskarên tirşikê ku zêdetirîn ji bakûr in - tirşik
nivîskarên tirşikê ku zêdetirîn ji bakûr in
(0) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. Tirşikvanên ku gelemperî ji bakûrê kurdistan'ê ne.Belê dibe ku tirsik.net tenê kurmancî û dimilkî ye.
1) Malper divê ji bo soraniya latînî bê sererast kirin bo ku kurdên li rojhilat û başûrê kurdistan'ê jî ji xwe re bingehek bibînin. (şêxbizinî û soranî lê bê zêde kirin)
2) kurdên ku zaravaya kurmancî diaxivin û dinvîsin gelek in li rojava , rojhilat û gelemperî welatên sovyeta berê.Lê li vir qet lê rast nayêm. (ew jî bi zimanên xwe , ramanên xwe , çanda xwe gelek bi reng in , bi rastî ez pirr tatêl dikim ku gelo jiyana wan çawa derbas dibe.) (bnr: kurdên kazakistanê) , (bnr: kurdên li ewropa) , (bnr: kurdên tiflîsê) , (bnr: kurdên anatoliyayê) , (bnr: kurdên xorasanê) ,
3 ) Malper ji aliyê lêgerînê de dîtina wî gelek zihmet e.(bnr: seo)
Daxwaza min ew e ku tirşik hemû kurdên ku haya wan ji alfabeya latînî heye û pê dinvîsin bikaribin beşdar bin û ev bibe sedemek hevkar kirinê.
Wek tirşikvanek dixwazim bizanim kurd bibin laşek , dema ku cîhekî laş êşiya ku em kurd bizanibin ew cih ku der e diêşê.pirr tişt nîne lê dibe ku tirsik dikare bibe sedema vî yekê/yekitiya li ser înternetê/medya civakî



03.04.2020 15:59 ~16:00 | brzn

2. bi giştî pirsgirêkek danasînê ye. bo mînak li ser nûçeya malpera sînemaya serbixwe haya min ji xebatên tirşikvanan bo binnivîsên kurdî çêbû û piştî salan rastî vê tirşikê hatim û dîsa bûm endam. piştî hesabên tirşikê ên medya civakî bi çalak hatin bikaranîn me dît gelek endamên nû peyda bûn. ji bo ferheng bala kurdên li herêmên cuda bikişîne divê reklama wê li qenal, malper û rûpelên wan bêt kirin an na dê çawan haya wan jê çêbe?

di mijara ji bo berbelavtirkirina tirşikê pêşniyarên nivîskaran de pêşniyarên baş hene. Yek ji wan: hevalek gotye em reklama wan bikin, ew ya me bikin. Bi rêbazek wiha rêveberîya ferhengê bi parçeyên dî re bikeve têkilîyê encam dê bêt standin.



03.04.2020 16:53 | hespêsor

3. di sernava te de xete heye divê moderator biguhere .
wate ya wê bi tirkî : daha fazla kuzeylî olan tirşik yazarları ye .
divê te gotbûna "xuya ye nivîskarên tirşikê zêdetir ji bakûrin ."
heke ev peyt/tespît ek be ; zêdeyê tirşikvana kurdên ji bakûrin .



04.04.2020 01:36 ~01:41 | shwinsherm

dengdanên dawîn (yên din..)
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Qewî gur li kû miriye......
xwarina herî xweş [1]
Xwarinên bi destê diya min têne çêkirin yên herî xweş in....
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Her wiha gurên kîjan çiyayê mirîne jî tê gotin. Piştî qenciy...
sallana sallana nietzsche ser avê [2]
Navê straneke, ji bo nietzsche yê hatiye nivîsandin nîvî tirkî...
wedat aydin [1]
Yekem kesê bi kurdî keniya ye...
belki ev jî bala te bikişînin
» nivîskarên ku divê ji tirşikê bên afarozkirin
» tirşikê de îhtimala xwandina peyamên taybet
» bakûr başûr rojava rojhilat

Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî