Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 20 peyam
the platform - tirşik

Fîlm li girtîhekî bi 250 qatan pêk tê derbas dibe.Di fîlmê de gelek kuştin/xwîn/laş heye.Fîlm çiqas hêsan bixûyê jî peyama ku dide , baş dide û dide fêhm kirin....
(9 şîrove)
the platform
(7) (1) (3)
di mijarê de bigere

1. filîmek Ji serî heta dawî xwerû klîşe. goethe dibêje bin rojê tiştek nû nîne yanî her tişt hatîye dîtin û bihîstin. ser vî miqamî ji mijar û serpêhatîyê zêdetir ya muhîm ziman, çawanî û vegotine.

---spoiler---

The platform fîlmek îspanyaya wargeha têkoşanên çînî ye, ku hewl dide sîstema em tê de rave bike. Bi puntoyên rojname dagirtî, pankartên tevahîya dîwêr vegirtî me dide ber dersên heyatê. Heç wekû hucre têra xwe dil teng nakin, derhêner bi hevokên xav û jiber kirî, bi pêkvexistina xilole film kirye derdê zigêşê. referansa fîlm fikrek populer ê serdema me ye: mirov eslê xwe de xirab e, ji bo mirovê herî baş jî pîsekîya xwe vireşîne firsendek dil diaxivîne jê re bese. Lewra fîlm vîna mirovê qenç ku dixwaze himber vê xirabîya rêxistinbûyî serî hilde lewaz diyar dike, hê di serî de hema bêje bê sebeb wî dike kujer. Hê me negotî çawa çêbû wî mirovê xwenda û dilpak vediguherîne kujerek çavsor. Vê veguherîna serleheng wisan bi lez dide, mirovên di qatên cuda de bi herhalî ji hev îzole, li hev dijminbûyî nîşan dike, bi qurnazî gava xwe li ser rastîya "hevparîya çarenûsa endamên platformê" re diavêje, destê ji bo pirsan bilind bûyî nabîne; ewqas sixtekarî dike kesê ne hişyar be dê bêje raste mirov her wilo bûn, her wiha nin, dê her wisa bin, ji bilî don kîşot û sancho panza kes li halê mîrata dinê napirse. Ev fîlmê qaşo bi mohra "rexneya sîstemê" xwe dide temaşe kirin, ji ber ku destnîşana xirabîya domker û bindestîya bêmefer dike eslê xwe de mezintirîn bangeşeya sîstemê ye.

piştî ewqas nameyên ji bîlal re hatî şandin, dilê derhêner çûye hinek razbarî: bi metafora zarok dil kirye fînala xwe bi peyamek nixumandî pêşkêşke! lê tiştek veşartî nîne. zarok tîmsala masûmîyetê ye, bi wê keçka biçûk girtîyên platformê dibêjin mirov pak tê dinê, em masûm in, karkerên li ber zordestîya "rêveberîyê" nakin kip, bila me rizgar kin.



05.04.2020 14:39 | hespêsor

2. Fîlmekî sîstema em tê da dijîn, bi awayekî ecêb rexne dike. Fîlm li gorî min xweş bû, mirov jê aciz nabe lê min dawiya fîlmî wisa texmîn nedikir, heta mirov dikare bêje nexweş xelas bû.



15.04.2020 19:53 | xabûrî

3. Fîlmeke netflixê ye ku derhêner wê Galder Gaztelu-Urrutia e. Di sala 2019 da hatiye weşandin.Du rojên berê min ew fîlma tamaşe kir. Lê mixabin min hez nekir. Erê dişibe rewşa rojên niha lê min ji dawiya fîlmê tiştek fêm nekir.



16.04.2020 00:19 ~2020.04.18 18:08 | master kurd

4. Fîlm di serî de xwe dide temaşekirin heta dawiya fîlmê mirov benda tiştekî mayî fîlmê dinêre. Ji rexneyên jiyana rojaneyê zêdetir min vê tişt fam kir. pirsgirêkên xelkê ku jiyana mirov her çi astê de be jî dawî nabe.

Yê ku dilê wî/ê xwîn û ji xwînê zêdetir tiştan pê nagre bila ji xwe re xêrek bike fîlmê temaşe neke.



16.04.2020 15:49 | kajav

5. fîlma ku wê di rojên pêş de li kurdî were wergerandin. loma,her çiqas ew qas zêde meraq bikim jî lê temaşe nakim. li benda wergerê me. kesên temaşe nekirî jî dikarin li bendê bimînin.



16.04.2020 23:13 | simurg56

6. min gava din temaşe kir, yên qîma xwe pê nayînin bila herin berê xwe bidin recep îvedîk an ev der tirşik e nexwe bila berê xwe bidin bavê teyar?!
piştî vê qedemgeha ku êdî bûye mode di forumên wihareng de li ser rexne û analîza berhemên hunerî ji bo yên qîma xwe bi tiştekî nayînin bêm ser ya dilê xwe fîlmeke têra xwe xweş bû. zimanê fîlmê û metaforên tê de biçekÎ zêde hêsan û berbiçav in ku her kesekê bala xwe bidiyê dikare mesaja fîlmê bi hêsanî ji hev derxe. ev kêmasiyek e nizanim?! bêtir jî di van demên karantînayê de ku her du rojan carekî di nûçeyan de em dibînin ku xelk bi tirsa birçîmanê bi hemû hêza xwe ya karÎn û kirin û kirrînê tiştên pêdivî distînin têrê nake bi ser de jî stok dikin, wekê heramiyên elî baba markêtan talan dikin. ji ber van kesên tima û çavbirçÎ ku di pîramîdê de cihên jor û bilind ji xwe re girtine yên navîn û jêrîn d pîramîdê de ji nêza an kîrê hev dimijin an jî xwîna hev firr dikin. di vê kaos û katosrofiyê de hişmendiya kolektîv ku yên xweşbîn li hêviyê ne li xwîna mirovan bigere, ji wan re bibe ders û Îbret û wan ji vê korerê derxîne jî pere nake wekê hemû deman xilasî dîsa bi hêviya pêxember û sûpermenan ve dimîne.
dirêj nekim fîlmê çawa destpê kir û çawa çû serî haya min jê çênebû. lê wek di peyamên destpêkê de jî hatiye gotin yên nikarin di fîlman de xwe li kuştin û xwînrijandinê ragirin bila xwe jê bidin alî!.



21.04.2020 02:31 ~02:40 | endazer

7. dubare dikim: wê wergera kurdî ya fîlmê piştî 2 rojan were weşandin. ji kerema xwe re li bendê bimînin. min bi kurdî temaşe kir *

di serî de vê bêjim: fîlmek serkeftî ye. peyamên xwe hinekî aşkere dide lê bi tu awayî ne klîşe fîlan e. erê fîlm rexneya sîstemê ye lê belê mesele ne ev e. mirov dikare wisa jî bixwîne lê armanca wê ya ewil ne ew e, fîlm ji vê zêdetir li ser dîn û bawerîyan dimeşe. hemû metafor û bûyer temsîla hêmanên dînî dikin.

fîlm bi meseleya qulê, gelek dişibe kurtefîlma next floor:



ji vir pê ve spoiler e, dîqat.

di sîstema fîlmê de, li qata sifirê, ew zilamê patronê aşpêjan xweda ye. aşpêj jî melayket in.
ew li bihûştê, ji bo mirovatîyê, xwarinên herî xweş, nîmetên herî baş amade dikin û dişînin jêr, yanî dinyayê.
xwarin têra hemû mirovan dike di eslê xwe de û ya ji wê ecêbtir, ji bo her kesî, xwarina ku li ber dilê wî/wê herî xweş e, ew jî tê amadekirin. yanî di eslê xwe de, her kes ji ser vê platformê xwarina ku herî zêde jê hez dike, bistîne û bixwe; wê him herkes têr bixwe û him jî wê herkes xwarina herî xweş ya ber dilê xwe, bixwe.

gorengê serlehengê fîlmê, bêguman hz. îsa ye. Pêşîn li ber xwe dide ku xwe tevlî sûcan neke, gunehê tu kesî nexe stûyê xwe lê belê nikare. cara ewil, dixwaze sêvek bixwe; belkî jî ew sêv, ew sêva gunehê ya meşhûr be.
hevalê wî yê ewil yê girtîgehê, zilamê extîyar, heçko şeytên temsîl dike. di çîroka xwe de digot, kitekitan ew dîn kirine û loma bi xeletî zilamek kuştiye. te dît gotinek navdar e: şeytan di kitekitan de veşartî ye. mêrik xwedîyê kêreke tûj e. kêr çiqas bibire ewqas tûj dibe. mîna mirovek ku çiqas gunehan bike, ewqas zêdetir hînî gunehan dibe.
kuştina vî zilamî hatiye rexnekirin lê belê mêrik serlehengê me goreng, girê daye û parçeyên goşt jê vedike. gelo di rewşek wisa de, hz. îsa û hz. mihemmed jî tê de, kî dikare wî nekuje??

zilamê reşik, wek cihû hatîye nirxandin di hinek şîroveyan de. dixwaze bi werîsa xwe, xwe bigihine xwedê. û ji bo vê armanca xwe alîkarî ji yên din dixwaze. ya rast, tenê qencîya xwe dixwaze lê belê mizgînî jî dide hevalan: eger hûn alîkarîya min bikin, hûn ê werin xelatkirin. mîna nêrîna cihûyan ya ji bo gelên din.
dû re ev zilamê me yê reşik û goreng, rastî zilamek din yê reşik tên. zilamek pîr û seqet. qey ew jî serokê reşikan, yanî cihûyan e. bi kurt û kurmancî: hz. mûsa ye. ew jî alîkarîya îsa yanî goreng dike û pêşnîyara xwe dibêje: divê hûn peyamek bigihînin rêveberîyê (yanî xwedê). dibêje hûn dikarin wê pasteya destlêneketî, wek peyam bibin.
di sahneyekê de xweda, di nav vê pasteyê de mûyek dibîne û gelek hêrs dibe. li melayketên xwe, ji nû ve dide çêkirin. belkî jî ev paste, pirtûka pîroz e. ji bo ku ev qisur nebe sedem ku evdên wî xwedî îmanek biqisur bin, ji nû ve dide çêkirin. belkî ya ewil tewrat e, ya rastkirî încîl fîlan be. ev mesele tevlîhev e tabîî.

jina ku di navbera qatan de tê û diçe li keça xwe digere, hz. meryemê temsîl dike. an jî meryema mecdelî. haya min jî ji meryema mecdelî tunebû, min hinek lê lêkolînê kir. taybetîya wê ew e ku bi çavên xwe dîtiye îsa çawa ketiye çarmixê û hatîye kuştin, çawa hatîye binaxkirin û çawa dîsa vejinîye. meryema dîya hz îsa, bakîre ye û bi vî halê xwe îsa anîye dinyayê. ev karaktera di fîlmê de jî, li gorî îdîaya xwe, xwedî keçikek e. lê di fîlmê de kes jê bawer nake. wek meryema dîya îsa ku kes jê bawer nake. dîsa ev jinik bi çavên xwe dibîne vê Goreng çiqas mirovejî nazik bû. paşê alîkarîya wî dike, bi alîkarîya wê, îsa yanî Goreng zilamê pîr dikuje û dibe kujer. an jî em wisa dibêjin: bêgunehîya îsa, dimire. kesatîya îsa dimire. paşê Goreng serî li ber sîstemê radike û dikeve rêwîtîya xwe. em dikarin bêjin ku ev jî temsîla vejîna wî ye. ev jinik şahîda vê yekê ye jî. mîna meryema mecdelî.


keça jinikê, li gorî gelek kesan, temsîla bêgunehî û safîyê ye. li derekî wisa, keçikek bêguneh wê çawa bijî? li gorî min, dîya wê her roj hevalê xwe yê odê dikuşt û davêt qulê de. paşê bi platformê dadiket qata herî jêr û li wir keça xwe têr dikir.

ew jina din, ya ku hat û xwe darve kir, çi temsîl dike nizanim. dibêjin yahuda îskaryot e ku piştî ku îxanetê li îsa dike, xwe dikuje. wê xwest ku goştê wê were xwarin, xwîna wê were vexwarin. wek ayeketek di încîlê de. dema xwekuştina wê jî, taybet bû. wê ji zilam re gotibû ku 200 qat hene. lê dema rojekê çavê xwe vekir û xwe di qata 270an fîlna de dît, hemû bawerî û zanînên wê pûç bûn. belkî ev jî temsîlek be.

goreng, yanî îsa, di dawîya rêwîtîya xwe de, ser û çavê wî tev bi xwîn e. mîna îsayê li çarmixê ye. ji hawirdorek wisa hov û pîs, ew keçika saf û bêguhen xelas dike û dixwaze bibe cem xwedê. lê belê bi pêşnîyara zilamê pîr ê xeyalî, ew peya dibe û keçikê bi tenê dişîne hizura xwedê. yanî îsa xwe, ji bo rizgarîya mirovatîyê feda dike.

dawîya fîlmê ne dîyar e. li ser înternetê wêneyek heye ji dawîyek alternatîf ku xwedê keçik hembêz kiriye û keyfa wî xweş e. lê di hevpeyvînekê de jî derhêner gotiye ku di eslê xwe de, nêzikî fînalê goreng miriye û jê pê ve, xeyalên wî ne.

di platformê de 333 qat û 666 kes hene û ev jî hejmara şeytên e. pisika bi navê ramses jî têkildarî pêwendîya mûsavî û misrê ye lê, nizanim çawa.
dema tê qulê, goreng tenê pirtûka don kîşot dixwaze. çimkî ew jî wek don kîşot, di nav şerek bêhêvî û wisa de ye ku qene dijminê wî jî ne xuya ye. eger wek gotina derhêner be, yanî goreng negihabe armanca xwe, wê demê bi rastî jî don kîşodî kiriye.

di fîlmê de gelek tiştên din yên metaforîk hene ku bala mirov dikişîne. dema mêrik yên li qata jêr tehtîd dike û dibêje ez ê birrîm ser xwarina we. jinik dema pirsa yên li jor dike, dibêje: ez nikarin ber bi jor ve birrîm. yanî edalet û zagon tenê ji bo yên li jêr, derbasdar e.
goreng, ji bo hemû girtîyan diçe ser platformê lê belê neçar dimîne ku berî her tiştî li dijî wan bixwe li ber xwe bide. loma neçar dimîne ku gelek ji wan bikuje. qene çavê xwe jî naqusîne di vê navberê de.



21.04.2020 20:00 ~21:19 | simurg56

8. filmeke spanyoliye.
nivîskarê jor şîroveyek wisa xweş lê filmê kiriye, birastî wekî avê diherikî wextê min xwend. ya din jî min rexneyên wê filmê lêkolîn nekir lê ger ev şîrove ya nivîskarî bixwe be ez ê ecêbê bidimê niha çepik*.



22.04.2020 01:57 | de facto hozan

9. Fîlm wek yek ji xebatên koma wergera fîlman ya tirşikê, li kurdî hat wergerandin. wergera fîlmê ji alîyê brusk56 ve hate kirin.
14. film e ku ji alîyê komê ve tê wergerandin.
hejmara fîlmên bi binnivîsên kurdî, bû 71.

hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê

ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê

Here lînkê

têbinî-1: me ji bo fîlmê her wiha versîyonek hêdî ya binnivîsê jî amade kir: di vê versîyonê de heta binnivîsa di rêzê de neyê, binnivîsa berê li ser ekranê dimîne. bi saya vê yekê kesên ku nikarin bi lez kurdî bixwînin, wê bikarin demek gelek dirêjtir binnivîsan li ser ekranê bibînin.
ji bo kesên ku nû dest bi temaşekirina bi kurdî dikin, ez dibêm wê baş be.
Hûn dikarin versîyona hêdî jî, dîsa ji rûpela fîlmê daxin.

têbinî-2: temaşekirina fîlman bi binnivîsa kurdî/118142



têbinî-3: Eger xwendina binnivîsên kurdî ji we re zehmet be, ji bilî bikaranîna binnviîsa hêdî, hûn dikarin leza fîlmê jî kêm bikin. Ji bo vê yekê bernameya (stur:smplayer)ê daxin û saz bikin. (jixwe di mijara bernameyê de gelek agahî û kurdîkirina wê heye: (bnr:smplayer)) ji eyarên wê zimanê wê bikin kurdî. ji bo kêmkirina leza fîlmê ji menûyan bikevin bilîze>lez û ji vir weke mînak lezê %10 kêm bikin.



24.04.2020 17:29 ~2020.05.16 21:00 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» the edge of night
» platformên ji bo video kişandinê

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm sinemaflm sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî