1. Derhêner dîsa bi awayekî şareza valahî û pirsnîşanên ku ji temaşevanen ra hiştî dixwaze bi mantiq û xeyalê wan tije bibe û ji xwe re bersivan bibîne. Ji bo vê filmê pir xeyalî nefikriye. Bûyer an çîroka filmê jiyan bixwe ye. Lê jiyan her dem pirsgirêka ji merivan re derdixe. Ji bo çareseriya van pirsgirêka tim rêyan dide ber meriv ku divê yekî jê hilbijêre. Û ez bawerim bi van hilbijartinan emê însan bimînin. Çi rêya baş û qenc çi rêya xerab û xelet be. lehengê vê çîrokê gor hurgiliyên bûyera rêyan dide ber xwe û jê yekî dibijêre. Lê her dem pirsnîşanek û valahiyek dimîne di mêjîye me de. |
|
05.04.2020 22:56 |
rizgarm
|
2. firoşende an bi kurdî û kurmancî firoşkar. Beriya niha çend salan dema derketî min temaşe kiribû, normalî fîlmên tenê carekî min temaşe kirine zêde di bîra min de namînin lê bi awayeke ecêb ev fîlm di bîra min de terr û teze maye. bandora perperîkê ya daxwazên lîbîdal yên kalemêrekî li ser malbatekî û livlivandina kurmên gumanê di hişê ciwanmêrekî li hemberî jinekî, şaşî û şaştêgihiştinek çawa dikare bi awayeke trajîk kar li ser jiyana çend mirovên hay ji hev tune bike, çîrok û sînematografiyek baş û hêjayî dîtinê. |
|
06.04.2020 03:19 |
endazer
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2] |
|
şêx seîd [2] |