1. Bi peyamek pir xweş başlê kiriye tirşikwaniyê. |
|
20.02.2020 08:46 |
cinorek
![]() |
2. nuştoxo newe yo. Bi hameyîşê xwu tirşik.net xemilnayo. xêr ameyo. çimê mi bi her nuştoxo newe rey de roşin benî * |
|
20.02.2020 21:54 |
kajav
![]() |
3. Ez bawer im ji kurdên anatoliyayê ye.devok ango zarava ye nizam lê ez hemû nivîsên wî fêm dikim.Xeynê çend peyvan.Bi rastî ez rastê keseke din jî hatim , gelek peyvên biyanî û kurmancî bikartînin.Pêşnîyara min ev bû ku divê em giringî bidin kesên wiha û ji bo ku bo ku devok ango zaravaya wan rengek e zimanê kurdî ye. |
|
21.02.2020 01:23 ~01:24 |
brzn
![]() |
4. spasîya hevalan dike. goyî ye. dapîra wî wesan (hevî nevî / hebû nebû) dest bi çîrokan dikir. |
|
21.02.2020 01:47 |
hespêsor
![]() |
5. Di tirşikê de cihê hêvî û kêfxweşiyê ye. |
|
24.02.2020 23:01 |
endazer
![]() |
6. di mijara eşîra goyan de ferqa bilêvkirina peyvan bi kurtasî hatye diyar kirin. kesên eleqedar heger bixwênin û li gor wan taybetmendîyan peyvan ji nû ve biwate bikin bi rehetî dê şên (bikarin) fehm bikin. Dîsa jî kes ne mecbûr e, wek hatî gotin hewldanek dixwaze ev jî mirov diwestêne. Ezê hewl bidim nivîsên min bi goyanî nivîsî, di peyameyek cuda de bi kurmanciya herkes jê fehm dike dîsa binivîsm. |
|
24.02.2020 23:30 |
hespêsor
![]() |
7. Tişikvanekî ji aliyê nivîsînê ve hêja ye lê ji aliyê rêzgirtinê ve pir qels e. Carina jî heqaretan li tirşikvanên din dike. Mijareke pîroz weke baweriyê biçûk dibîne û qey Nizane yan jî nayê bîra wî ku sibê kesek ji pîroziyên wî ra heqaret bike wê hêrs bibe. |
|
04.04.2020 14:36 |
xabûrî
![]() |
8. Nivîskareke li wargeha penabera mezin bûye û perwerda xwe ya seretayî bi kurdî standiyê.(li gor agahiyên ku di mijara bîranînên ji dibistana seretayî de daye ).Ji ber vê yekê li cem min rêzeke gewre maf kiriye. Nivîsên wî bi awayekî wêjeyi ye, dibe ku ev yek ji ber pir xwendina pirtûkên bi kurdî be, yanê hêja ye. Ez bawerim ku heke piçekî din jî zorê bide xwe dê gelek nivîs û rexneyên heja yên bêhempa tomarî dîroka tirşikê bike. Giraniya xwe bide ser mijarên wêjeyî bi ya min dê gelekî baş be, hêvî konê xwe ji tirşikê bar neke. |
|
04.04.2020 15:57 |
tîrêj zana 21
![]() |
10. nivîskarê naxwaze wek şexsê sêyemîn qala xwe bike. |
|
05.04.2020 01:57 |
hespêsor
![]() |
11. Navê xwe nû kiriye (bnr:hespêsor). Gelek carî heqeret dide nivîskaran. Devsa ku lêborînê bixweze, xwe mafdar dihesibînine. Peyamê Marksîst û Lenînst dinivîsene û ne xwedê nenas e. |
|
05.04.2020 13:48 ~14:03 |
dilreş
![]() |
12. (bnr: hevînevî) |
|
07.04.2020 12:41 |
tîrêj zana 21
![]() |
13. ji ber hevînevî nedihat fehm kirin, wek hêvî dixwendin. moderatorek jkx sermijara hevînevî wek hespêsor biguhere dê baş be :-) |
|
07.04.2020 12:45 |
hespêsor
![]() |
14. Xwezî weke peyamên xwe yên pêşî bi devoka xwe ya balkêş behsa eşîra xwe, devera çolemerg û çand û hûnerê bike. |
|
25.04.2020 19:25 ~19:27 |
cinorek
![]() |
15. bersiva mirovêkirêt di mala wî de hatiye dayîn: mirovekirind/121114 |
|
25.04.2020 20:20 |
hespêsor
![]() |
16. Camêrê ku ez wî nas nakim e. Lê belê niha rastî êrîşa bisilmana hatiye. Ez bawer im ev camêr di zarokatiye xwe de rastî tede û zextên dijwar yên ku nehatine serê me yekî jî hatiye. Dibe ku mala wan, gundê wan hatibe şewitandin, dev ji warê xwe beredabe û koç kiribe. Heta heye ku ji merivên wî hin kes hatibin kuştin jî. Lê di vê pêvajoya bi êş û elem de çi arîkarî nedîbe û dilê wî ji ol û xweda mabe. Evana texmînên min in, çi agahiya min di derbarê wî de nîne. Ji ber vê yekê jî rexneyên wî di derbarê bisilmana de tûj û pîj e. Lê ez jê tika dikim çi pêdivî bi van rexneya nîne. Dikare hêj siviktir bike heta qet jî dikare neke. Ev rexne çi tiştî nêne ser meriv. Ji xwe asteng kirina wî bila kes di heşê we xwe de jî derbas neke. |
|
25.04.2020 23:06 |
tîrêj zana 21
![]() |
![]() |
kemalîzm [3] |
![]() |
jibîrkirin [1] |
![]() |
tirşik mobîl [2] |
![]() |
tirşik mobîl [1] |
![]() |
mijara wergera kurdî ya fîlman ya li ekşisozlukê [13] |